Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Berxwedana dîrokî ya gerîla: 6 dagirker hatin kuştin

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çalakiyên çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatine kirin de, bi qasî hate tesbîtkirin 6 dagirker hatin kuştin û helîkopterek hatiye derbkirin

Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê bênavber didome. Navenda Raginadin û Çapemeniyê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kir:

“Hêzên me yên gerîlayên HPG/YJA Star li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk çalakiyên xurt lidar dixin û serketinên mezin bi dest xwe ve tîne. Hêzên me bi cesaretekî mezin, biryardarî û ruhekî fedayî yê Apoyî berxwedanê dikin, dîsa bi çalakiyên Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal pêş xistî ve li ser xeta gerîlayê demê, asta bi dest xistî û taktîkên dewlemend nîşan dide.

Li ser vî bingehî çalakiyên di pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ pêş xistine wiha ne:

Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 29’ê Nîsanê saet 13:15’ê û 18:45’an li dijî navenda leşkerî ya artêşa TC’ê ya li bajaroka Kanî Masî ya Amêdiyê ya başûrê Kurdistanê 2 çalakî pêk anîn. Di van her du çalakiyan de ji esmanan ve li dagirkeran hatiye dayîn, hedef bi îsabet hatiye lêdan û serketî pêk hatine.

Gerîlayan pêşveçûna dagirkeran asteng kirin

Çalakiyên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorsan de hatin kirin wiha ne;

29’ê Nîsanê saet 11:00’an dagirkeran xwestin bikevin çeperên şer ên li Girê Şehîd Serdar a Herêma Avaşîn. Hêzên me mudaxele kirin, pêşveçûna dagirkeran asteng kirin.

29’ê Nîsanê saet 10:00’an heta 16:30’î dagirkeran xwestin bikevin çeperên şer ên li devera Mamreşo ya Herêma Avaşîn. Ev çeper li ser hev 8 caran hatin bombekirin û tevî bombekirinê jî dagirker nekarîn bi pêşve bên û tu encamek negirtin.

29’ê Nîsanê saet 23:30’î heta 01:15’an dagirkeran leşker danîne devera Mervanos, Girê Şehîd Serdar û Mamreşo yên Herêma Avaşîn, li vir teqwiye ji bo hêzên xwe kirine, kuştî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Heman demê bi helîkopterên êrîşê jî Mamreşo Gund Mamreş, Dola Şîvê, Mervanos, Boxaza Şûka, Kanî Ga, Şehîd Erdar û Şehîd Dilgeş bombe kirin.

29’ê Nîsanê saet 07:30’î dagikerên xwestin li Boxaza Nêrwe ya Herêma Zapê bi cih bibin, ji aliyê hêzên me ve hatiye kontrolkirin û hatiye hedefkirin. Di çalakiya ji sê baskan ve bi xurtî li dagirkeran hate dayîn, 3 dagirker hatin tesbîrkirin ku hatine cezakirin. Dagirkerên li vir piştî derbeya giran a xwarin û şûnde neçar man ku qedemeyek xwe başve kişandin.

29’ê Nîsanê dema dagirkeran dixwestin li Girê Şehîd Mervan a Herêma Zapê bi cih bibin, helîkopterek ji aliyê hêzên me ve hatiye hedefkirin û lêdan. Helîkoptera derbek giran xwar û agir jê rabû, neçar ma ku ji qadê dûr bikeve. Şerê li Girê Şehîd Mervan cih bi cih heta saetên şevê dom kir, li vir hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndarkirin, nehatin zelalkirin.

29’ê Nîsanê saet 17:50’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serxwebûn a Herêma Zapê bi cih bûbûn, çalakiyek hate kirin. Çepera ku 3 dagirker lê bi cih bûbûn, hate hedefkirin û bi xurtî hate lêdan. Ev çeper bi temamî hate rûxnadin 3 dagirker hatin cezakirin. Her wiha dagirkerên din jî ên li gir hatin hedefkirin û lêdan.

Di van çalakiyan de bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, helîkopterke ya êrîşê jî hate derbkirin.

Êrîşên ezmanî yên dijwar

Bomberdûmana balafirên şer û helîkopteran ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn jî dewam dike.

Divê çarçoveyê de;

29’ê Nîsanê saet 07:30’î heta 09:30’î devera Tîpa T a Herêma Zapê ji aliyê balafirên şer ve 2 caran hate bombekirin.

29’ê Nîsanê set 23:00’an heta 01:00’an helîkopteran devera Tîpa T û Cîloyê Biçûk a Herêma Zapê bombe kiriye.

29’ê Nîsanê 23:00’an heta 01:00’an Girê Zendûra, Kêste, Derarê yên Herêma Metîna bi helîkopteran hatin bombekirin.

30’ê Nîsanê (îro) saet 04:00’an Girê Şehîd Serhed a Derarê ya Herêma Metîna ji aliyê balafirên keşfê û balafirên şer ve 3 caran hatin bombekirin.

Di van bomberdûmanan de tu ziyan bi hêzên me negihiştiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar