Hevkariya PDK’ê û dewleta tirk piralî û kur e. Ji bo naskirin û famkirina vê hevkariyê divê mirov li dîrokê mêze bike.
Di sala 1983’an de li Şamê di navbera PKK û PDK’ê de bi navê têgehên piştevaniyê peymanek hat îmzekirin. Li gor metnên peymanê, PDK dewleta tirk wek dijminê dagirker, faşîst pênase dike û dibîne. Xwe jî wek ‘antî-emparyalîst û enternasyonalîst’ pênase dike.
Bi pêngava PKK’ê ya 15’ê Tebaxê ve, PDK’ê ji vê peymanê gav paş ve avêt. PDK’ê peywendiyên xwe yên li gel PKK’ê qut kir û dest bi propaganaya reşkirina PKK’ê kir. Li herêmên mîna Colemerg, Wan û Şirnexê jî hin eşîrên nêzî xwe ji bo şerê li dijî PKK’ê bi çek kir. Piştî vê Selman Sîndî yê PDK’yî li Şirnexê herêma Şikefta Kera cihê 8 gerîlayên PKK’ê ji artêşa tirk re dibêje. Di êrîşa artêşa dagirker de gerîlayek şehîd dikeve û 7 gerîla jî dîl dikevin dest.
PDK bi vê jî nema û di 17’ê Tebaxa sala 1985’an de li herêma Zagrosê gundê Edîlbe gerîlayê PKK’ê Hamît Avci şehîd xist. Cenazeyê gerîla jî teslîmî qereqola leşkerên tirk kir. PDK ji bo li herêmê dijberiya PKK’ê zêde bibe gel û partî li dijî tevgera azadiyê sor dikir.
Di wê pêvajoyê de ji rêvebiriya PDK’ê Dr. Saîd Ahmet Barzanî û Dr. Kemal Kerkûkî hevkariya xwe ya bi dewleta tirk venedişartin. Dewleta tirk jî têkîliyên xwe yên bi PDK’ê re kur dikir.
Di çarçoveya vê hevkariyê de artêşa dagiker di 15’ê Tebaxa sala 1986’an de li başûrê Kurdistanê li dijî qadên gerîla êrîşên hewayî pêk anîn. Her ku PKK’ê li bakurê Kurdistanê xwe bi rêxistin dikir, PDK xwe hîn zêdetir nêzî dewleta tirk dikir.
PDK’ê di Gulana sala 1987’an de bi daxuyaniyek çapemeniyê ve ragihand ku, ew yek alî peymana ku li gel PKK’ê îmzekiriye fesih dike. Jixwe ev peyman di sala 1984’an de bi awayekî fîlî hatibû betalkirin.
Li ser vê mijarê ji rêvebiriya PDK’ê Dr. Ahmet Barzanî wiha digot: “Em Tirkiyeyê wek dostê xwe dibînin. Pêwîstiya me bi Tirkiyeyê heye. Kesên ku dibêjin em PKK’yîne dijminê me ne.” Mesûd Barzanî jî bi gotina “Ji niha û şûn ve nabe ku PKK li herêmên di bin kotrola me de hebûna xwe bidomîne,” li dijî PKK’ê şer îlan dikir.
Şêwirmendê Mesûd Barzanî Mûhsîn Dîzayî û Celal Talabanî di 8’ê Adara 1991’an de cara yekem bi awayekî fermî çûn Tirkiyeyê. Bi Musteşarê MÎT’ê Teoman Koman û Musteşarê Sefîrê Karê Derve Tugay Ozçerî re li hev civiyan. Di van hevdîtinên li Enqereyê otela Palas hat lidarxisitin biryara hevkariya li dijî PKK’ê derket. Civîn veşartî dihat girtin. Serokkomarê wê demê Tûrgût Ozal li ser rêya Moskovê di balfirê de ji rojnamegeran re ragihan ku Talabanî li Enqereyê bû.
Di 13’ê Çileyê de Cigirê Musteşarê Wezareta Karê Derve yê Îngilistanê Davîd Gore ji bo vê hevdîtinê plan û rêxistin bike çûbû Enqereyê û navbênkarî kiribû ji vê hevdîtinê re. Piştî vê hevdîtinê PKK’ê bi daxuyaniyek da û digot: “Divê aliyên kurd neyên lîstikên dewleta tirk û jê bawer neke.”
Her ku têkiliyên di navbera PDK’ê û dewleta tirk pêşdikevin MÎT’a tirk jî xwe li herêma başûrê Kurdistanê bicih dikir. Bi vê ve Enqere di nav hewldanên PDK’a ku sînorê Xabûrêye di destê wê de ye kontrol bike de bû.
Di nevbera hêzên Başûr û fermandariya leşkerî ya tirk a li Amedê navendên îstixbaratê yên hevbeş hatin avakirin. Di civînên hevbeş de jî herî zêde li ser mijarên “ewlekariya sînor” û “Derxsitina PKK’ê ji Başûr” dihat sekinandin. Piştî vê îstixbata tirk li bajarên Duhok, Zaxo, Hewler û Salahadîn hejmara kandroyên xwe zêde dikir û xwe birêxistin dikir.
Rêvebiriya PDK’ê di pêvajoya ku li Tirkiyeyê rewşa awarte hatibû ragihandin cara 3’yemîn serdana Tirkiyeyê kir û bi waliyê rewşa awarte Hayrî Kozakçioglu re rûniş. Di heman pêvajoyê de PDK’ê li Enqereyê nûnertî vekir. Dewleta tirk ji bo rêvebiriya PDK’ê pasapoartên dîplomatîk derxist.
Di 12’ê Tîrmeha 1991’dan de li herêma başûrê Kurdistanê herêma ewlekariyê hat îlankirin. Biryara vê herêma ku dikeve Bakurê paralela 36’an ji aliyê artêşa tirk û hêzên pirwelatî ve bê parastin hat girtin. Her çendî ev biryar mîna tedbîrên li dijî êrîşên Saddam hatibin binavkirin jî, di bingeha xwe de armanca vê biryarê kişandina PDK û YNK’ê ya xeta li dijî PKK’ê bû.
Li başûrê Kurdistanê bi cihbûna artêşa tirk ve têkîliyên di navbera Tirkiye û PDK’ê her ku çû kurtir dibûn. Ji sala 1991’an û şûn ve êrîşên artêşa tirk ên hewayî jî li ser qadên gerîla her ku çûn zêde dibûn. Bi van êrîşan ve girêdayî di 6’ê Gulana sala 1992’an de artêşa tirk li dijî herêma Heftanînê ji bejayî ve dest bi operasyona dagirkeriyê kir.
Piştî vê tevgera dagirkeriyê di 8’ê Hezîrana heman salê de, Xoşyar Zebarî yê PDK’yî serdana Enqereyê kir. Piştî serdana Zebarî ji bo eskerên artêşa tirk ên bi navê ‘Çekîç Guç’ li herêma derveyî sînor bimînin di 28’ê Hezîranê de pêşnûma ji bo meclisa tirk hat dayîn. Meclisê ev pêşnûme qebûl kir û dema mayina artêşa tirk hat dirêjkirin.
Di heman rojê de avabûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat ragihandin. Yekem biryara hikûmeta herêma Kurdistanê jî şerê li dijî PKK’ê bû. Di heman pêvajoyê de li başûrê Kurdistan welatparêze bi navê Sadiq Omer, Alî Şaban û Huseyîn axa Sûrçî bi hinceta serdana Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribûn ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin.
PDK’ê bi polîtîkayên xwe yên şaş ve li gel şerê birakujî dest bi birafirojî jî kiribû. Di 17’ê Tebaxa sala 1992’an de gerîlayê PKK’ê Salman Alagoz li Çelê ji aliyê PDK’ê dîl hat girtin. PDK’ê wî beramberî pereyan ango wî firot eskerên tirk.
Tişta balkêş jî ew bû ku beriya Meclisa Herêma Federel a Kurdistanê bê ragihandin bi du rojan PDK’ê li gel artêşa tirk êrîş bir ser qadên gerîla. Piştî vê êrîşî bi du rojan 4’ê Cotmeha sala 1992’an li Washingtonê Meclisa Federel a Herêma Kurdistanê hat ragihandin.
Dîroka Kurdistanê cara yekem ji îxanetek bi vî rengî re şahîdî dikir. Di vî şerê îxanêtê de berxwedana gerîlayên PKK’ê ji bo nifşên ciwan bû îlhama berxwedan û têkoşîna azadiya rasteqîn.
Piştî vî şerî jî PDK li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê têkîliyên bi dewleta tirk re kurtir kir. Artêşa tirk a dagirker di 19’ê Gulana sala 1995’an de bi navê Hareketa Çelîk li başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest bi operasyonek nû kir.
PDK’ê jî di 11’ê Tîrmeha sala 1995’an de li bajarê Dûblîn yê Îrlandayê, di pêşengiya Îngilistanê û Amerîkayê de bi îmzekirina belgeya dijî PKK’ê vê êrîşkariya dewleta tirk silav kir. Di çarçoveya peymana Dûblînê de, di 5’ê Cotmeha sala 1996’an Amerîka, Îngilistan û dewleta tirk vê carê Turkmen jî tev li civînên ku êdî li Enqereyê dihatin lidarxistin, kirin.
Di encama vê peymanê de artêşa tirk di 14’ê Gulana sala 1997’an de bi tevlêbûna 200 hezar eskerî ve li başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê bi navê ‘Çekîç Harekati’ dest bi operasonê kir. PDK jî bi awayekî aktîf tev li vê bû. Li ser vê di 16’ê Gulanê de li Hewlerê PDK’ê êrîş bir ser gerîlayên PKK’ê ên ku birîndar. Di encama van êrîşê PDK’ê de, di nav de rojnameger, hunermend û welatparêz bi giştî 52 kes katin qetilkirin.
Ev şer heya 7’ê Tîrmeha sala 1997’an dewam kir. Artêşa tirk a ku vî şerî encam negirt vê carê bi hevkariya PDK’ê ji 25’ê Îlonê heya 15’ê Cotmeha 1997’an bi nave ‘Şafak Harakati’ dest bi tevgera duyemîn kir.
Di encama li hevkarina di sala 1997’an de hatî kirin artêşa tirk bi tank û topên xwe ve bi awayekî daîmî xwe li başûrê Kurdistanê bi cih kir. Niha li başûrê Kurdistanê ji 5 hezar zêdetir eskerên artêşa dagirker hene.
Dewleta tirk di çarçoveya li hevkarina bi PDK’ê re îmzekirine de, di Gulana sala 1998’an de vê carê bi navê ‘Murat Operasyonu’ li dijî başûrê Kurdistanê dest bi operasyonek nû kir. Peşmergeyên PDK’ê jî bi awayekî aktîf tev li vê tevgera îmhayê bûn.
Di 17’ê Îlona 1998’an de, bi pêşengiya Amerîkayê di navbera PDK û YNK’ê peymana Washingtonê hat mohrkirin. Bi vê peymanê ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navnetewî hat destpêkirin. Di 15’ê Sibata sala 1999’an Rêber Apo dîl hat girtin.
Artêşa tirk di Gulana sala 1999’an de vê carê bi navê ‘Sandeviç Harakati’ li başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest bi tevgerek nû kir. Pêşmergeyên PDK’ê jî tev li vê operasyonê bûn.
Di 15’ê Tebaxa sala 2000’an balafirên şer ên artêşa tirk Xinêre herêma Kendekolê bombebaran kirin. Di encama vê bombebaranên gundiyên li zozana bûn hatin qetilkirin. PDK’ê ji bo vê êrîşa li ser sivîla jî dengê xwe ji dewleta tirk re dernexist.
Ji sala 2000’î heya sala 2007’an PDK û artêşa tirk dem bi dem êrîş birin ser noqteyên PKK’ê. Ev êrîş demkurt û bêencam bûn.
Di 5’ê Mijdara sala 2007’an de li Washingtonê bi tevlêbûna serokwezîrê wê demê tê Tirkiyeyê Erdogan, Serokdewletê Amerîkayê George W. Bush û bi hevkariya PDK’ê li dijî PKK peymanek nû hat îmzekirin.
Di encama vê peymanê de, di 17’ê Kanûna sala 2007’an de balafirên şer ên dewleta tirk li dijî nokteyên gerîla êrîşên berfireh pêk anîn. Bi vê êrîşê ve rengê şer hat guhertin. Êdî artêşa tirk bi hevkariya hêzên navneteweyî li dijî gerîla şerê teknîkê da destpêkirin.
Di navbera 21-29’ê Sibata sala 2008’an de artêşa bi navê ‘Guneş Harekati’ li dijî Zapê dest bi operasyonek nû kir. Ev êrîş bi binketina artêşa dewleta tirk encam bû. Serfermandarê wê demê Yaşar Buyukanit bi gotina; “Kesên dibêjin artêşa tirk ji qadê zû vekişiyaye, bila biçin 24 saetan li wir bimînin” binketina xwe îtîraf kir.
Di 9’ê Mijdara heman salê de, di navbera PDK’ê û dewleta tirk de peymanek hat îmzekirin. Li gor vê peymanê diviya bû ku PKK di 6 mehan de bihata tasfiyekirin. Wê têkîliyên PKK’ê bi cîhana derve bihata qût kirin. Bi tevlêbûna kesên dijberiya PKK’ê dikin wê konferansek bihata li darxistin. Bi vê ve dê li dijî PKK’ê şerê psîkolojîk bihata meşandin. Lê ev jî bi serkeftî encam nebû.
Di navbera 10 û 31’ê Cotmeha sala 2009’an de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê yê wê demê Ahmet Davutoglu û Zafer Çaglayan serdana Hewlerê dikirin. Di naveroka van hevdîtinên bi PDK’ê re dihatin kirin de têkoşîna li dijî PKK’ê hebû.
Di navbera 11 û 21’ê Kanûna heman salê de vê carê Wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay serdana Hewlerê kir. Atalay di van hevdîtinên li gel Mesûd Barzanî peymanek îmze kir. Li gor peymanê wê peymanê li dijî PKK’ê tedbîrên nû bihatana girtin, dawî li hebûna PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê bihata anîn û wargeha Mexmûr bihata valakirin. Ji bo vê jî wê nexşerêyek bihata amadekirin. Lê ev jî vala derket û bêencam ma.
Di 12-29’ê Adara sala 2011’an de Serok Wezîrê Tirkiyeyê serdana Hewlerê kir. Di van serdanan de, di çarçoveya dijîtiya PKK’ê de bi rêvebiriya PDK’ê re hin peymanên tîcarî hatin îmzekirin.
Hevkariya dewleta tirk û PDK’ê bi tevlêbûna dewletên mîna Amerîka û Îngilistanê ve dihat xurtkirin. Li başûrê Kurdistanê di van çend salên derbabûyî de jî di çarçoveya vê hevkariyê de li dijî PKK’ê êrîşên tasfiyekirinê pêk hatin. Di encama îstixbarata PDK’ê daye endamên MÎT’a tirk de gelek wêlatparêzên bi dilsoziya Kurdistana azad rabûne hatin qetilkirin û li dijî endamên rêvebiriya PKK’ê sûîkast pêk hatin.
Di vê rewşa aloz a Rojhilata Navîn de ji bo di nav partî û rêxistinên kurdî de yekitî çênebe dîsa ev hevkariya antî kurd di dewrê de bû. Li başûr û rojavayê Kurdistanê ji bo destkeftiyên gelê kurd ji holê bên rakirin herdem di nav êrîşan de bûn.
Li Zînê Wêrtê, Heftanîn, Xakûrkê û gelek deverêndin bi rêdayîna PDK’ê artêşa dagirker xwe bi cih kir. Di encama vê hevkariyê de, artêşa tirk di 10’ê Sibatê de êrîşek berfireh bir ser herêma Garê jî. Beriya vê êrîşê Erdogan derket dîsa wek her carê qala mizgîniyê kir. Lê wek her car di vê êrîşê de jî artêşa tirk têk çû û xwesteka Erdogan a mizgîniyê jî di dilê wî de ma.
Artêşa tirk bi hevkarên xwe ve ji bo ser van binketinên xwe bigre di nav tevgerên êrîşkariyê de ne. Di 23’ê Nîsanê de li dijî Metîna, Zap û Avaşînê dest bi tevgerek ber fireh hat kirin. Ev demek e PDK û hevakrên xwe li herêmê amadekariyên vê êrîşê dikir. Wisa diyar e gerîlayên HPG û YJA-Starê vê carê jî planên dagirkera vala derxistine.
Divê li dijî vê êrîş û hevkariya heyî gelê kurd hişyar be. Ev êrîşên li ser herêmê pêş dikevin li ser hebûna kurdan dê bandora xwe hebe. Lewma divê li her qadê li dijî van polîtîkayên înkar û îmhayê di serî de gelê kurd hemû aliyên demokratîk dengê xwe bilind bikin.