Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Seferên dagirkeriyê ku ev 38 sal in didomin – III

Li nîvê salên 2000'î dewleta tirk dîsa li dijî başûrê Kurdistanê dest bi seferên dagirkeriyê kir. Êrîşên Zap û Garê ku digotin, 'Vê carê heta ku PKK neyê qedandin veger nabe' dê bibûna têkçûnên wan ên herî mezin

Ber bi sala 1999’an ve li gorî daneyên fermî dewleta tirk 24 caran ‘operasyonên dersînor’ biriye ser başûrê Kurdsitanê. Armanca vê sefera dagirkeriya dewleta tirk ku biharê dest pê dikir û heta bi nîvê havînê dewam dikir ku navê ‘Operasyoan Sandivîç’ dayê, ew bû ku gerîlayên kurd li ser xeta Bakur û Başûr tasfiye bike. 2’yê Tebaxa 1999’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gorî guherîna paradîgmayê wê banga vekişîna ji gerîlayên li Bakur bikira, ev sefera dagirkeriyê parçeyek ji wê planê bû ku dixwaze operasyonê beriya bangê bike. Bi desteka hêza başûriyan wê qadên gerîla bihata dorpêçkirin.

Lê li gel navê xwe yê bi îdîa jî, ‘Sandvîç’ weke li ser nexşeyê hatî xêzkirin nebû û bi giranî bi êrîşên hewayî yên li ser xeta Lolan-Xakurkê sînodar ma. Li gel pêvajoya agirbest û bêşer a li ser hêzên dewleta tirk jî dewleta tirk 4’ê Gulana 2000’î vê carê êrîşa dagirker bire ser Heftanînê. Yekîneyên tirk ku PDK’ê jî destek dida wan, piştî çar rojan bêgav man ku vegerin.

Vê navbeynê jîgehên sivîl ên başûrê Kurdistanê jî ji bombebaran hewayî yên balafirên şer ên tirk nesîbê xwe didît. Balafirên şer ên tirk ku 15’ê Tebaxa 2000’î herêma Kendaklê ya di navbeyna Lolan û Xakurkê de bombe kirî, koçerên eşîra Herkiyan kir hedef. Bi kêmanî 30 sivîlên başûrî bi bombeyên tirk hatin qetilkirin, ev ne cara pêşî bû ku balafirên şer ên tirk koçerên Herkî dikirin hedef. Di êrîşên hewayî yên sala 1992, 1995, 1997 û 1999’an de jî gelek koçerên ji vê eşîrê bi balafirên şer tên tirk hatin qetilkirin.

Pêvajoya ber bi şerê Zapê ve

Bi guherîna stratejiyê ya Tevgera Azadiyê ku ber bi dawiya salên 2000’î ve bûyî xwedî gewe, 7 salan ‘operasyona dersînor’ li ser başûrê Kurdistanê nehate kirin. Piştî sala 2007’an wê du geşedanên krîtîk rûbida. Meha sibatê Serekerkanê tirk Yaşar Buyukaanit çû Amerîkayê û di rojeva wî de palan têkoşîna dijî PKK’ê hebû. Buyukanit ku ji bo ‘operasyona dersînor alîkarî ji DYE’yê xwestî, 12’ê Nîsana 2007’an derkete pêşberî çapemeniyê, operasyona ku haziriya wê bi mehan domandî û wê ‘derba mezin’ li gerîlayan kurd bida ragihand.

Buyukanit ku got, ‘Ez bi leşkeriya xwe dema ku dinêrim divê operasyona li bakurê Iraqê were kirin. Ji bo ku ev operasyona dersînor were kirin hewceyî bi biryara siyasî heye’ û peyam dide AKP’ê ya li desthilatê da ku zû bike. 4’ê Gulana 2007’an Buyukatik û Erdogan li qesra Dolmabahçayê hatin cem hev û li ser îmha û înkara kurdan li hev kirin, ji bo ku şerê li Kurdistanê were kûrkirin ‘vîna siyasî’ ku Buyukanit behs dikir derketibû ser dikê, însîyatîf bi temamî bi dest artêşa tirk ve hatibû hiştin.  Qonaxa pêşî ya plana ‘operasyona mezin’ a di hişê Buyukanit de wiha temam dibû, 17’ê Cotmeha 2007’an tezkereya ku ji meclisa tirk re hatî şandin bi 507 dengî hate qebûlkirin.

Serokwezîrê tirk ê demê Recep Tayyîp jî bi gotina, ‘DYE dema ku ji hezaran km dûr hatî Iraqê û li Iraqê dayî destûr ji kesî nexwest’, tam destek dida ekîba Buyukanit ku li dijî têkoşîna azadiya kurd wê şer rê ve bibire. 21’ê Cotmeha 2007’an gerîlayan li Oramarê bi ser Tabûra Komando ya tirk de girt û Enqere bi vê re hebitî. Di vê serdegirtina gerîla de bi dehan leşker hatin kuştin, 8 leşker jî dîl ketibûn destê gerîla, 4’ê Mijdarê jî KCK’ê weke niyeta baş leşkerên esîr serbest berdabû.

Erdogan xwe avêt bextê Bush…

5’ê Mijdara 2007’an Recep Tayyîp xwe avête bextê serokê Amerîkayê George Bush, soz jê re dan ku li dijî PKK’ê destkê bidinê. DYE’yê ji parvekirina îstîxbarî bigirin heta bi desteka teknolojîk hemû derfet da dewleta tirk, ji bo êrîşeke nû ya dagirkeriyê ya li ser başûrê Kurdistanê jî rê çav lê şikand. Piştî hevdîtina 5’ê Mijdarê ji bo êrîşa nû bi destpêkirina firîna Amûrên Hewayî yên Bêmirov ên DYE û Israîlê pê li bişkokê hate kirin.

2’yê Kanûna 2007’an ji ser xeta sînor ya Çelê ya Colemergê, qereqol û baregehên leşkerî yên artêşa tirk bi hawan û obûsan êrîş bir ser qada Zapê û Çemço ya Zapê û bi vê jî gava pêşî ya dagirkeriyê avêt. Piştî vê, 16’ê Kanûnê saet 01:00’ê bi 50 balafirên şer ji Qendîlê heta bi Zapê qadên gerîla hatin bombekirin.

Roja dît vê carê artêşa tirk li herêma Geliyê Reş a Xakurkê bi yekîneyeke ji 500 leşkerên taybet pêk hatî, bi tang, helîkoptêrên kobra û balafirên şer operasyoneke bejahiyê da destpêkirin. Artêşa tirk ku bi topan dixwest korîdorekê veke û bi pêş ve biçe dema ku li gelek cihan li rastî berxwedana gerîla hat, 19’ê Kanûnê bêgav ma ku vekişe. Ji serê kanûna 2007’an heta nîvê sibata 2008’an êrîş û hewldanên dagirkeriyê weke haziriya şerê mezin a artêşa tirk dihate şîrovekirin.

‘Weke mûyê ji nav rûn, em vekişiyan’

Eniya gerîla jî wan rojan gelek caran ragihand ku ew ji cengêre re hazir in, pêla pêşî ya êrîşê sibaha 20’ê Sibata 2008’an saet 09:30-10:00’an bi êrîşa hewayî ya balafirên şer ên tirk ên bi ser qada Zapê de ku Biryargeha HPG’ê lê bû, dest pê kir. Li gorî daneyên fermî yên tirk bi çarçoweya ‘operasyonê’ ku 19:00’an destpê kirî, saetên pêşî yên 21’ê Sibatê yekîneyên artêşa tirk sînor bezandine û ketine nav xakên başûrê Kurdistanê.  Li gel 10 hezar ‘yekîneyên komando yên çiyê’ û ‘tîmên tevgera taybet’ anga M60 Patton ên bi kamerayên termal û 20 balafirên şer ên F-16 jî di êrîşa dagirkeriyê de hazir bûn. Çawa ku hate ragihandin ku şer dest pê kiriye generalên malnişîn ên tirk û ‘pisporên stratejiyê’ li ser çapemeniya tirk gotin, ”Vê carê heta ku PKK neyê qedandin veger nîne, artêş wê paqijiya biharê bike.”

Lê ‘serfiraziya’ artêşa tirk tenê di li ser manşêtên çapemaniya tirk ma. Li Çiyayê Reş artêşa tirk derba xwe ya pêşî xwar, li vir gelek leşker hatin kuştin,  eniya êrîşa pêşî hate şikandin. Pê re di nav çend rojan de li ser hev artêşa tirk li çiyayên Kurdistanê asê ma. Leşkerên tirk ji serdegirtina ‘şok’ê kete pozîsyona xweparastinê, tenê rêyek li ber wan mabû, ew jî xwevekişandin bû.

Li Enqereyê piştî civîna dewletê 29’ê Sibata 2008’an bi bayê biryar hate standin ku leşkerên tirk werin vekişandin. Buyukanit ji bo vekişînê got, ‘Weke mûyê ji nav rûn, em vekişiyan’, piştre 3’yê Adarê di brîfîngê de got, ‘Dema vekişînê ziyan negihaşte yek leşkerê me’, bi vê gotinê li xwe mikur hat ku serkeftina sereke ne di operasyonê de lê di vekişandinê de dîtine. Çapemeniya kurd jî bi manşêta ‘Siwar hatin peya çûn’, destana gerîla ya Zapê ragihand. Li gorî bîlançoya HPG’ê ya operasyonê 125 leşkerên tirk hatin kuştin, bi sedan leşker birîndar bûn, helîkoptêreke kobrayê hate xistin, 9 gerîla şehîd bûn.

‘Şerê şoreşgerî yê gel û seferên nû yên dagirkeriyê’

Ber bi sala 2011’an ve hevdîtinên Oslo ku tiştek jê derneketin û li gel hemû gavên bi niyeta baş a aliyê kurd jî operasyonên leşkerî yên tirk, provakasyon û bi navê ‘operasyonên KCK’ê operasyonên qirkirina siyasî rê li şerekî mezintir vedikir. Têkoşîna azadiya kurd di qada leşkerî de 1’ê Hezîrana 2010’an pêvajoya ‘Şerê Şoreşgerî yê Gel’ da destpêkirin, havîna 2011’an jî li qada sivîl projeya ‘xweseriya demokratîk’ ragihand.

14’ê Tîrmeha 2011’an hema di pey ragihandina Xweseriya Demokratîk de 16’ê Tîrmehê Îranê li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşan da destpêkir, hêzên dewleta tirk jî wê vala nemane û 17’ê Tebaxê wê xwe li ‘operasyoneke dersînor’ a berfireh rakişanda. Êrîşên dewleta tirk di roja pêncan de bûne komkujî. 21’ê Tebaxa 2011’an li ser rêya Kortek-Ranyayê, balafirên şer ên tirk wesayîtek li nêzî gundê Bolê kir hedef. Di wesayîtê de ji heman malbatê 4 jê zarok 7 sivîl hatin qetilkirin.

Tezkereya ji bo sefera dagirkeriyê ya nû ya li ser başûrê Kurdsitanê 5’ê Cotmeha 2011’an li meclisa tirk hate qebûlkirin. Lê gerîlayên azadiyê ne li nav xakên Başûr, li nav sînorên Bakur hêzên artêşa tirk dorpêç kirin. Yekîneyên artêşa tirk piştî bi 19 rojan 24’ê Cotmeha 2011’an biryara vekişanê dan, ‘Şerê Şoreşgerî yê Gel’ ê gerîlayên kurd heta Kanûna 2012’an li Elkê, Çelê, Şemzînan û Geverê bidomiyan. Lê ne tenê li ser xeta sînor li Botan, Amed, Dêrsim û Serhedê jî bi çalakiyên dorpêçkirinê qad bi dest dixistin. Ji aliyekî ve ev gava gerîla ya ku nedihate payîn, ji aliyê din ve berxwedana greva brçîbûnê ku li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê belav dibûn, rojên dawî yên sala 2012’an bû sedem ku rayedarên dewleta tirk dîsa li deriyê Îmraliyê bidin.

Êrîşa hewayî ya 24’ê Tîrmeha 2015’an…

Ji ber diyalog û muzakeryan ku jê re ‘Pêvajoya çareseriyê û aştiyê’ dihate gotin û bi Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan re dihate rêvebirin, heta havîna 2015’an li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê di êrîş çênebû. Piştî 2012’an bombebaran pêşî ya hewayî 30’ê Hezîrana 2015’an hate kirin. Bombebaran dihate maneya bidawîbûna agirbesta yekalî ku ji 2013’an ve dom dikir. Êrîşa hewayî ya herî mezin a dewleta yirk a li ser xaka naşûrê Kurdistanê êvara 24’ê Tîrmeha 2015’an pêk hat.

Li gel ku tu têkiliya xwe bi hêzên kurd re nebû jî beriya bi rojekê 23’ê Tîrmehê li ser sînorê Sûriyeyê ji ber leşkerê tirk Yalçin Nane ku bi fîşekên çeteyên DAIŞ’î hatî kuştin, navê ‘Operasyona Şehîd Yalçin’ li vê êrîşa hewayî kirin. Bêguman lingekî girîng ê şerê psîklojîk û şerê gemarî bû ku dewleta tirk wê bikira.

Hema hemû qadên Qendîl, Metîna, Heftanîn, Avaşîn, Xakurkê, Xinêrê û Garê yên Qadên Parastinê yên Medyayê bi 50 balafirên şer hate bombekirin, ji 24’ê Tîrmehê û pê de her şev êrîşan domand û jîgehên sivîl jî kirin hedef. Balafirên şer ên tirk 1’ê Tebaxa 2015’an seat 04:00’an gundiyên Binarê Qendîlê bombe kir. Di bomberanê de yek ji gundê ku bûyî hedef jî gundê Zergelê bû. Balafirên şer ên tirk êrîşa pêşî bir ser mala Mam Xidir ê ji gundê Zergelê. Di êrîşê de hevjîna Mam Xidir Eyşe şehîd bû, hin gundî jî birîndar bûn. Piştî ku bûyer hate bihîstin, gelek kes çûn alîkariya Mam Xidir. Lê balafirên şer vê carê jî bombe bi ser gundiyan de ku çûbûna hawarê barand û di bombebarana dauyan de 7 sivîlên din jî şehîd bûn.

Seferên dagirkeriyê yên di navbera 2016-2019’an ku asta xwe guhert

Êrîşên hewayî yên havîna 2015’an ên li ser xakên başûrê Kurdistanê bû serê konsepta şer a nû ya dijî kurdan. Li bakurê Kurdistanê bi operasyona qirkirina siyasî êrîş dane destpêkirin, ji aliyê din ve şerê bajêr dom dikir, ji 2016’an û pê de seferên dagirkeriyê asta wan guhert. Êdî bêyî ku ferqê têxin navê wê svîl û pêşmerge jî bibûna hedefa êrîşên tirk.  Operasyon û şerê ku bi berxwedana gerîla bihara 2016’an dest pêkirî, li qada Ertûşê ya Çelê û Geliyê Dostkî yê Geverê di navbera Çarçele û Cîlo de heta dawiya salê wê dom bikira.

Artêşa tirk 14’ê Kanûna 2017’an li navçeya Şemzînanê ya Colemergê dîsa kete nav xaka başûrê Kurdistanê. Helîkoptêran li Geliyê Reş, Çiyayê Sîro, Çiyayê Evdilkofî, Ava Hecîbegê leşker danî. Li başûr heta bi 30 km hate dagirkirin, li Lêlikan, Çiyadêl û gelek qadan barehên nû yên leşkerî hatin danîn. 2017-2018’an di êrîşên tirk de bi kêmanî 30 sivîl şehîd bûn. Bîlanço ne tenê ev bû. Li gorî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ji 1’ê Çile ya 2015’an heta 31’ê Kanûna 2018’an balafirên şer 398 caran bi balafiran êrîş anîne 425 caran top hatine avêtin, 288 gund jî bûne hedefa êrîşan.

Dema hewldana dagirkeriyê ya bi navê ‘Pençe’ ya 27’ê Gulana 2019’an a li ser başûrê Kurdistanê di êrîşa balafirên şer de gelek sivîl şehîd bûn. 24’ê Hezîranê li herêma Goşînê ya bi ser navçeya Soran a Hewlêrê de wesayîtek sivîl hate bombekirin, ji 2 birayan yek jê şehîd bû, yek bi giranî birîndar bû. Bi berdewamî 27’ê Hezîranê êvarî li navçeya Ranya ya Silêmanî li qada Korter malbateke ku ji ser baxçeyê xwe vedigeriya di wesayita xwe de bûne hedefa moşekên balafirên şer ên tirk.

Êrîşên bi ser Heftanîn, Garê û yên 24’ê Nîsanê

Sala 2020’an artêşa tirk bi çarçoweya konsepta şer û îmhakirinê planên nû yên dagirkirinê danî. Di navbera 14-15’ê Hezîranê de artêşa tirk a dagirker êrîşeke berfireh bi ser herêma Heftanînê de bir. Hema hema hemû deverên Heftanînê hatin bombekirin. Li gel vê jî gerîlayan derbên giran li artêşa tirk xist.

Piştî şerê Heftanînê de ku bi navê ‘Cenga Heftanînê’ derbasî dîroka gelê kurd bû û tevahiya havîna 2020’an domandî, 10’ê Sibata 2021’an sibehê artêşa tirk bi 41 balafirên şer, amûrên hewayî yê bêmirov ên biçek û helîkoptêran êrîş bir ser çiyayê Garê, cihê bicihbûna gerîla. Di van êrîşan de ku şeva 13’ê Sibatê qediyayî HPG’ê ragihand ku 15 gerîla şehîd bûne, 37 leşkerên tirk hatine kuştin. Di şerê Garê de 12 leşkerên tirk ên di dest HPG’ê de bi bombeyên tirk hatin kuştin,  di salvegera 13’an a şerê Zapê de derbeke giran xwar.

Dewleta tirk a dagiker 24’ê Nîsanê salvegera 106’an a Qirkirina Ermanan êrîşa hewayî û bejahî li ser Qadên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Balkêş e piştî hevdîtina Recep Tayyîp a bi Serokê DYE’yê Joe Bîden, a Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglu a bi hevtayê xwe Antony Bilînken êrîşên dagirker ên li ser Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kir. Bombebaran ku bi balafirên şer, helîkoptêr, amûrên hewayî yê bêmirov dest pê kirî bi topên Qereqolên Rûbarok, Elemon, Kopkî û Otluca yên li ser sînor domand.

Piştî bombebaran zêde artêşa tirk xwest ku leşkeran li ser girê rajor deyne lê gerîlayên HPG’ê û YJA Starê berxwedaniyek kirin. Wiha xuya dike dewleta tirk ku ji 1983’an ve êrîşên dagirker li ser başûrê Kurdistanê didomîne vê carê jî wê têkçûnê ji dest gerîlayan tehm bike. (dawî)

Çavkanî: ANF

Seferên dagirker ên 38 salan – I

Seferên dagirker ên 38 salan – II

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar