PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Barîkat derbaskirin û gihiştin Taksîmê

Karker û kedkar ên li gel qedexeyê ji çar aliyan ve meşiyan, rexmî hemû mudaxaleyên polîsan jî gihiştin Qada Taksîmê

Polîsan mudaxaleyî kedkar û karkerên ku li gel qedexeyê jî ji çar aliyan ve meşiyan Qada Taksîmê û xwestin 1’ê Gulanê pîroz bikin, kirin û bi sedan kesî binçav kirin. Komên ji Mecîdiyekoyê meşiyan li gel hemû mudaxaleyan jî gihiştin Qada Taksîmê. Li gel ku gelek caran mudaxale hat kirin jî endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) di ketina Elmadagê de hatin gel hev. Polîsan li vir bi awayekî tund mudaxaleyî endamên BMG’ê kirin. Welatiyan jî ji şaneşîn û paceyên xwe deng derxistin û bertek nîşanî mudaxaleya polîsan dan.

Endamên BMG’ê û Malên Gel (Halkevleri) ên ku careke din li ser Kolana Cûmhûriyetê ya li Elmadagê hatin gel hev ji bo 1’ê Gulanê pîroz bikin ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan. Polîsan pêşiya girseya ku bi berzkirina dirûşma “Bijî Yekê Gulanê” dimeşiya girt. Piştî gengeşiya li vê derê girseyê bi dirûşmeyan mudaxaleya polîsan şermezar kir. Polîsan jî bi gaza îsotê mudaxaleyî girseyê kir û gelek kes binçav kirin.

Di erebeya binçavkirinê de derb

Komeke BMG’iyên ku li Harbiyeyê jî hatin gel hev ber bi Taksîmê ve meşiyan. 35 kesên ku polîsan pêşiya wan girtin, ew derb kirin û binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin di erebeyê de jî hatin derbkirin. Girseyê jî berdewama berzkirina dirûşmên ‘Zext nikare me têk bibin’ û ‘Bijî Yekê Gulanê’ kirin. Piştî mudaxaleyê vê carê jî BMG’î li ser Kolana Abîde-î Hurriyet a li Şîşliyê dîsa hatin gel hev û careke din bi dirûşmên ‘Bijî şoreş û sosyalîzm’, ‘Bila bimire faşîzm bijî têkoşîna me’ ber bi Taksîmê ve meşiyan. Polîsan bi gaza îsot û guleyên plastîk mudaxaleyî girseyê kir. Di vê navberê de polîs ji bo berzkirina dirûşmeyan asteng bikin qirika çalakgeran şidand. Li gel qêrîna çalakgeran a “ez nikarim bêhnê bistînim jî” êrîşa polîsan berdewam kir.

Jinên ku polîsan dorpêç kirin jî demekî dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin û bertek nîşanî mudaxaleyê da. Pişt re polîsan tundî li jinan kir û ew binçav kirin.

‘Nikarim bêhnê bistînim’

Endamên Komeleyên Şoreşger û Tevgera Şoreşger ên di nav kolanên Taxa Asmali Mescît a li Taksîmê de hatin gel hev, derketin ser Kolana Îstîklalê. Polîsan mudaxaleyî girseya ku li vir demekê meşiya kir. Di mudaxaleyê de polîsan ciwanek li erdê dirêj kir û pê li serê wî kir. Ciwanî jî bi gotina ‘ez nikarim bêhnê bistînim’ qîr kir.

Polîsan mudaxaleyî xwendevanên Kaldiraçe ku ji Bûlwara Barbarosê ber bi Taksîmê ve meşiyan jî kirin û 30 xwendevanên Kaldiraçê binçavkirin. Li gel hemû mudaxale, barîkat û binçavkirinan girse gihişt Qada Taksîmê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar