Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’

Endama Komîna Fîlm a Rojava û prodîksera belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ Safînaz Evdikê diyar kir ku ew di belgefîlmê de behsa stranên evînê yên di nav şer û komkujiya li Şengalê hatine gotin dikin û got ku dê ev fîlm beşdarî mîhrîcana cîhanî bibe

Komîna Fîlm a Rojava her tim bi rêya belgefîlman çand û dîroka pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re parve dike. Di sala 2019’an de Komîna Fîlm a Rojava bi derhêneriya Şêro Hindê li Şengalê dest bi kêşana belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ kirin. Belgefîlm der barê stranên evînê yên di nav şer û komkujiya li Şengalê hatine gotin, amade dibe. Bi rêya van dengbêjan dîroka qirkirinê û fermanên ku kurdên êzidî pê re rû bi rû mane tê gotin. Têkildarî mijarê Endama Komîna Fîlm a Rojava û prodîksera fîlmê Safînaz Evdikê axivî.

Safînaz Evdikê bal kişand ser amadekariyên belgefîlmê û wiha got: “Belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatiye amadekirin, derhênerê belgefîlm Şêro Hindê ye.  Kesên di belgefîlmê de cih girtibûn, dengbêjên Şengalê û mamosteyên dîroknas û lîkolînerên der barê dengbêjiyê û dîroka kurdî de têgihîştî ne. Belgefîlm beşek ji wan fîlmên me dixwest der barê  dîroka devokî ya li herêmê de bêjin, bû. Di sala 2019’an de me dest bi kêşana belgefîlmê kir, di 2020’an de montaja wê hat kirin û di 2021’ê de êdî me da nîşandan. Belgefîlm 52 deqe ye. Naveroka fîlmê jî behsa stranên evînê yên di nav şer û komkujiya de li Şengalê hatine gotin dike, ji ber pir zehmet e mirov dîroka Şengalê bi devokî bêje û parve bike. Bi rêya wan dengbêjan dîroka qirkirinê û fermanên ku kurdên êzidî pê re rû bi rû mane hatiye gotin loma me jî belgefîlmê bi navê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ pêşkêş kir.”

‘Armanca belgefîlmê parastina çand û dîrokê ye’

Di axaftina xwe de Evdikê bal kişand ser armanc û zehmetiyên çêkirina belgefîlmê û ev tişt anî ziman: “Armanca me ya kişandin û nîşandana belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’parastina û nûjenkirina çand û dîroka kurdî ye. Ji ber her dem derbas dibe mirovên bi temenmezin ên dengbêj û dîroknas dema diçin ser dilovaniya xwe vê dîrokê bi xwe re dibin, di encamê de ev çand tê windakirin. Loma em dixwazin bi derfetên di destên xwe de vê yekê biparêzin. Di van salên ku me belgefîlmê amade dikir de em rastî gelek zehmetiyan hatin, yek jê hîn me kêşana belgefîlmê bi dawî nekiribû rêya Şengalê hat girtin êdî em nikaribûn derbasî Şengalê bibin vê yekê pir astengî ji me re çêkir. Her wiha di aliyê îknakirina dengbêjên ku beşdarî fîlmê bibin me dîsa pir zehmetî kişandin.”

Beşdarbûna belgefîlmê ya ji bo mîhrîcana cîhanê

Her wiha Safînaz Evdikê da zanîn ku belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ beşdarî mîhrîcana cîhanî ya belgefîlman bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di destpêka sala 2021’ê de me belgefîlmê xwe nîşan da. Pêşandana fîlm a yekemîn li mîhrîcana Impact Fîlm li Barcelonayê bû, nîşandana duyemîn li mîhrîcana Global Kurdish li Londonê bû. Em pir bi xwestek bûn ku belgefîlm li Rojava jî bê nîşandan lê mixabin rewşa belavbûna koronayê bû asteng ku neyê pêşandan lê di demek nêz de li tevahî bajarên Rojava dê were nîşandan. Em wekî Komîna Fîlm a Rojava ne tenê çêkirina fîlman wekî erk ji xwe re dibînin, em perpirsyarên parastina vê çandê ne. Niha du fîlmên me tên amadekirin di demên pêş de jî gelek projeyên me yên amadekirina fîlman hene.” Çavkanî: NÛJINHA / QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar