Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Gerîlayên azadiyê bi şêwaza xwe ya nû teknîka dijmin pûç dikin’

Gerîlayên li Garê diyar kirin ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi şêwaza xwe ya nû teknîka dijmin pûç dikin

Berxwedana gerîlayên Tevgera Azadiya ya li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta tirk a li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya Pêngava Bazên Zagrosan û Pêngava Cenga Xabûrê de dewam dike.

Gerîlayên li Garê têkidarî êrîşên dagikeriyê û berxwedana gerîlayan axivîn û diyar kirin ku şer divê li her cihî belav bibe ne tenê li çiyê be.

Gerîlayê HPG’ê Agir Botan tevgera dagirker a tirk a li ser Herêmên Parastinê Medyayê bi bîr xist, diyar kir dagirkeriya tirk bi teknîka pêşketî dixwaze Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û wiha got: “Li dijî vê operasyona dijmin pêngav hatine destpêkirin, Pêngava Cenga Xabûr û her wiha ya Bazên Zagrosan, çalakiyên karîger têne kirin. Dijmin pişta xwe bi teknîka xwe xurt dike, bi vê dixwaze jiyanê ji gerîla asteng bike. Ji her alî ve dixwaze gerîla asteng bike. Gerîla bi rengekî xurt çalakiyan dike lê dewleta tirk qet behsa vê nake. Ew çi qas veşêrin jî cîhan hemû dizane ku gerîla derbên çawa li dijmin dixe. Niha li Zap, Metîna û Avaşînê gerîla çalakiyên pir bi bandor lidar dixin. Di vê pêvajoya de dijmin neçar maye. Gerîla bi şêwaza xwe ya nû teknîka dijmin pûç dike. Dijmin li Zapê her tim têk çûye, em bawer dikin ku wê dîsa têk biçe.

Ruxmê balafirên keşfê jî hevalên me li Zapê çalakiyên karîger dibin ser dijmin. Dijmin li vir neçar ma ku paş ve bikişe. Şêwaza ku hevalên me pêş dixin teknîka dijmin pûç dike. Her wiha tecrûbeyên ku rêxistinê 43 sal in daye me wek gerîla em bi vê tecrûbeyên xwe dijmin pûç dikin, heman demê heval derbên giran li dijmin didin.”

Îro şer gihiştiye her derê

Gerîla Agir Botan destnîşan kir ku îro şer gihiştiye her derê û wiha domand: “Şer li her derê belav bûye kî çi destê wî tê  pêwîst e bike. Pêwîst e çalakiyên xurt li ser dijmin verin kirin. Em gerîlayên HPG’ê operasyonên dijmin li çiyayan  li ku derê dibe bila bibe em ê weke mertalan li dijî wan bisekinin. Em  fedaiyên Rêber Apo her tim wê li pêşiya operasyona bisekînin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî em ê şerê xwe berdewam bikin. Bila her kes vê bizanibe, heta ku em li wan çiyan bin heta ku fikir û ramanên Rêber Apo di cîhanê de hebe, heta ku fedaîyên Rêber Apo hebin dewleta tirk vê tu carî sernekeve. Ciwanên me yên ku li bajaran, metrepolan dijîn, pêwîst e çalakiyên xwe, serhildanê xwe geş bikin. Em berxwedaniya ku niha li zindanan jî tê kirin pîroz dikin. Rast e em bedel didin lê bila ev bê zanîn her ku em bedel didin em serbilind dibin û têkoşîna xwe geş dikin. Çi tişta ku ji me tê xwestin em her tim amade ne ku bikin.”

Serkeftin hîme xwe ji Ocalan û morale xwe ji berxwedana zindanan digire

Gerîlayê HPG’ê Botan Silêmanî jî got ku dewleta tirk tim xwestiye Kurdistanê dagir bike û diyar kir ku dewleta tirk dixwaze çiyayên Kurdistanê jî dagir bike da ku qira kurdan bîne.

Gerîla Silêmanî bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya tirk û destnîşan kir ku ev berxwedan û serkeftin hîmê xwe ji Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire, moralê xwe ji berxwedana zindana digire.

Gerîlayên serdema nû

Her wiha gerîla Silêmanî da zanîn ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li artêşa tirk a dagirker didin, dagirkeriya tirk bi teknîka xwe dixwaze encam bigire lê di Cenga Siyanê de derketiye holê ku hêzên wan ên taybet û teknîka wan kêrî tiştekî nayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû têk çûn, xeyalên wan nehatin cih. Gerîlayên serdema nû ev kirin û xewnên dewleta tirk nehatin cih. Encama ku dixwestin bi dest wan ve nehat. Niha jî li Zap, Metîna, Zagrosan eynî ruh, eynî berxwedan, eynî gerîlayên azadiya Kurdistanê, eynî pêvajo ku dijmin dixwaze çiyayên Kurdsitanê dagir bike. Hevalên me li ber xwe didin, çalakiyên karîger li ser dijmin dikin û nahêlin ku yek bihosta xaka Kurdistanê dagir bikin.

Ev berxwedanî ev hêz ev moral bingehê xwe ji fikir û ramanê Rêber Apo, ji paradigmaya Rêber Apo digire. Şikefta Mamreşo dijmin tirsand, xwedêgiravî hêzên wan ên taybet newêrin biçin şikefta hevalan, kûçik şandine, fener xistine serê wan. Dijminê me ew çend biçûk û qels e.Tenê bi teknîkê dixwaze encamê bigire. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi şêwaza xwe ya nû teknîka dijmin pûç dikin. Heta ku gerîlayekî azadiyê yê Kurdistanê li van çiyan be, heta ku kurdek dilsozê ax û welatê xwe be dewleta tirk tu caran nikare Kurdistanê dagir bike. Bi berxwedan PKK’yî û Apoyiyan ev gelek carna hatiye ispatkirin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe çi tişta ku ji dest me hat em ê bikin û em ê dijmin tertûbelav bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar