Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di malbata demokratîk de perwerde

Ez bawer dikim ku gelek kes ji we çîroka Thomas Edison a wek çîroka motîvasyonê jî tê naskirin bihîstiye, lê ez ê dîsa bi kurtasî ji were behsa çîroka Edîson bikim.

Rojekê ku Thomas Edîson ji dibistanê vedigere tê malê û pelek dide dayika xwe û dibêje, “Mamosteyê min ev kaxiz da û ji min re got ku ez gerek wê bidim te.”

Dayika wî, bi girî, wê rûpelê bi dengekî bilind ji kurê xwe re dixwîne û dibêje: “Kurê te zana ye. Ev dibistan ji bo wî (zanebûna wî) qîm nake û mamosteyên me yên ku em wî perwerde bikin tune ne. Ji kerema xwe kurê xwe bi xwe perwerde bike.”

Gelek sal şûnde, dema ku dayika Edîson wefat dike, ew êdî yek ji dahênerê sedsalê ye. Thomas Edison rojekê li nav tiştên kevn ên malbatê digere û li quncikê dolabê de, kaxizek qatkirî dibîne û vedike.

Di wê pelê de ev hevok hatiye nivisandin: “Kurê we zarokek gêjomêjoye. Em destûr nadin ku ew êdî were dibistana me.”

Edison piştî vê nivîsê dixwîne bi saetan digirî. Piştre, van rêzikên jêrîn di rojnivîska xwe de dinivîse:

“Thomas Alva Edison zarokek ‘gêj’ bû ku ji hêla dayikek qehreman ve hate veguheztin û bû dahênerê sedsalê…”

Belê weke tê fêmkirin, dayika Thomas Edison bawer kir ku kurê wê pêşbikeve û ev fikir pêkanî.

Thomas Edison mirovek kêmdibihîstî bû, ji ber vê yekê dibistanê wî wek mirovek handîkap destnîşan dikir. Lê belê, dayika wî Nancy Matthews Elliott pêbawer kir ku zaroka wê rojek serkeftî be.

Wan nêrînan bingehek ji Thomas Edison re çêkir ku karê xwe wekî dahêner dest pê bike.

Her kes xwedî firasetên bêhempaye ku ew dikare li cîhanê pêk bîne. Faktora diyarker vîna mirov e!

Perwerdeya zarokan rewşek wisa ye. An mirov di serî de dev jê berdide. An jî mirov li ber xwe dide, ji xwe re armanca datîne û li duh wan xewnên xwe dikevin.

Ev mijarek dûr û kûr e. Ez dixwazim vegerim mijara perwerdeya malbatê.

Gelo di malbata demokratîk de mirov dikare çawa perwerdeyê bide zarokan û utupya wan çawa fireh bike?

Malbata demokratîk çawa tevdigere? Malbata demokratîk çî ye?

Jixwe peyva demokratîk şêwaza mezinbûnê bi nisbetek zelal destnîşan dike. Di malbata demokratîk de digel perwerdekaran ango dê û bav zarok bi xwe di biryarên tên girtin de aktîf rol digirin.

Perwerdekar ango dê û bav bi gelemperî xwe wekî beşek ji komê dibînin û ji ferzkirina qaîdeyên hişk li ser zarokan xwe dûr dixin û di girtina biryarên girîng de îradeya zarokan nas dikin.

Ji ber vê yekê, biryar di axaftina bi zarokan de, têne nîqaş kirin û çareser kirin. Raman û dîtinên zarokan tê de cih digirin û têne hesibandin da ku di nîqaşê de çareseriyên alternatîf derkevin holê. Nêrîna hemû kesên têkildar girîng in û wekhev têne ditîn.

Di vê mezinbûnê de, pêdivî pê heye ku zarok fikar û nêrînên xwe bîne ziman, ji bo biryaran bibe alîkar û her wiha dikare rêzik û rênimayan bike nîqaş. Lê belê, ev nayê vê wateyê ku zarok dikarin her tiştên ku dixwazin bikin. Dê û bav hin qaîdeyên bingehîn datînin. Ev qaîde ji bo hemû endamên komê derbas dibin û ji bo misogerkirina tenduristî û başiya her kesî ne. Her wiha, dê û bav timûtim rêyek didin pêş xwe û pêşniyariyan dikin. Lê zarok jî bi dîtin û hewcedariyên xwe re tev li wan biryaran an jî planan dibin.

Dê û bav li dû wê armancê ne ku zarok bikaribin bi pîvanên azad pêşve bikevin. Dema çarçoveyên bingehîn tên danîn perspektîfên zarokan tên guhdarkirin û di biryaran de ev perspektîf rol dilizîn.

Têkiliyên dê û bav û zarok di malbatên demokratîk de germ û baş in. Dê û bav piştgirî didin zarokên xwe, wan teşwîqê karan dikin. Alîkarî didin wan, pêkû karên ku zarok didin pêşiya xwe bikaribin bi cih bînin an jî gavan biavêjin.

Ev tê vê wateyê ku di malbatên wisa de tu cezayên zor li ser zarokan nayên sepandin.  Li vir jî, axaftin bi nîqaşkirina tevger û bi encam derdikevin holê. Têkiliya nav malbatê bi gelemperî germ, vekirî, qebûlker û dilzîz e.

Belê em werin ser avantaj û dezavantajên şêwaza malbata demokratîk. Em dikarin bêjin ku avantajên malbata demokratîk zêde ne gorî malbatên otorîter. Di malbatên otorîter de rêbazên hişk hene. Malbat bi sîstemek-hiyerarşîk tên birêvebirin û zarok tên cezakirin.

Di şêwaza perwerdehiya malbata demoktarîk de bixwebawerî, xwe rûmet, xwe bandorbûna zarokan heye û dikare zêdetir were xurtkirin. Ev di heman demê de dikare înîsiyatîf û çalakiya zarokan zêde bike. Ji ber ku ew hewceye ku nêrîna xwe zelal bike.

Di nîqaşên devkî yên bi dê û bavan re, zarok pir caran peyvên mezin û cûrbecûr bi nisbeten zû peyda dikin û fêr dibin ku bi yên din re bi awayekî têkildar bibin. Lê belê, ji ber ku zarok her gav nikarin fikrên xwe tam di nîqaşan de bi dest bixin û bicih bînin. Dilxwaziya lihevkirinê, giyana rûbirûbûna pevçûnan û giyana xebata di komek de têne xurtkirin û perwerdekirin. Kesayet an jî zarok hîn dibin ku ramanên din jî qebûl bikin . Di komê de entegrasyon û tevlibûn jî tê fêrkirin. Zarok fêrî berpirsiyariyê xwe dibin. Ev bi gelemperî li dibistana, ji bo zarokan avantajan çêdike û alîkariya wan dike ku li vir rêya xwe bibînin.

Em werin ser dezavantajên şêwaza perwerdehiya demokratîk. Dibe ku zarok bixwazin her tiştî nîqaş bikin. Ev jî dê û bav dide westandin. Lê pêşiya van nîqaşan bi rêgezên bingehîn ên ji bo hemûyan hatiye çêkirin, dikare bê girtin.

Di heman demê de ew tê wê wateyê ku dê û bav zarokan xwe wekî şirîkên nîqaşê yên wekhev binirxînin û bibînin.

Bi tevahî, şêwaza perwerdehiya demokratîk bi gelemperî di navbera rêgezên hişk û serbest de ji bo zarokan metodek navîn e. Ji ber vê yekê ye ku ev şêwaza dê û bavtiyê di nav gelek malbatan de tê bikaranîn.

Ji bo civakek demokratîk, hewcayetî bi perwerdehiyek demokratîk heye. Ev jî bi hevkariya nêz a malbat û dibistanê dibe. Pêkanîna tevgerên demokratîk û bingehek zexm dibe sedem ku civaka demokratîk bi rêk û pêk be. Ev jî dibe encam ji domandina demokrasiyê mîsoger.

Di giyana komunal de mezin, biçûk, zarok, jin, mêr wek kesayet gerek bên qebûlkirin. Divê herkes wek xwe nas dike, kesayetên din jî nas bike.

Ji bîr neke, azadî bi te destpê dike!

Nûçeyên Têkildar