Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hejmara nû ya Newaya Jin gihişt ber deste xwîneran

Hejmara meha gulanê ya kovara jinan Newaya Jin gihîşte ber destê xwîneran. Hejmara 194'an bi manşeta ‘Soza me ya ji bo dayikan, welatekî bi kulîlkan xemilandî ye’ hate weşandin

Navenda Nûçeyan |

Hejmara 194’an a Newaya Jin bi manşeta ‘Soza me ya ji bo dayikan, welatekî bi kulîlkan xemilandî ye’ gihîşt ber destê xwendevanan.

Di hejmara vê mehê de Zîlan Diyar dayiktiya li Kurdistanê nirxand û bal kişand ser polîtîkayên ku dewlet li dayikên kurd ferz dike. Zîlan Diyar daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar bi bîr xist û destnîşan kir ku zalim wê li ber lingê dayikan bigerin û lêborînê bixwazin.

Girîngiya zimanê dayikê zikmakî

Yek ji rojeva bingehîn a hejmara meha gulanê jî hebûna zimanê zikmakî û berxwedana kurdî ya li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ye. Ji rêveberên Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava Viyan Cûdî qala serpêhatiya perwerdeya bi zimanê zikmakî kir ku bingeha wê sala 2007’an hate danîn. Roza Metîna jî bal kişand ser avaniya etîmolojîk a kurdî.

Civaka êzidî amade ye ku xwe biparêze

Gefên li ser Şengalê yên Hewlêr-Bexda û dewleta tirk dewam dikin. Endama Tevgera Jinên Azad ên Êzidî Soham Şengalî li ser rewşa Şengalê ya berî û piştî fermanê bersiv da pirsên rojnameyê û destnîşan kir ku civaka êzidî amade ye ku xwe li dijî êrîşan biparêze.

Jinan fedayê malbatê dikin

Ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag jî li ser betalkirina Peymana Stenbolê nivîsî û diyar kir ku rakirina peymanê tê wateya peyama ‘Dewama malbatê ji jiyana jinan girîngtir e.’

Zerya Gul jî di rêzenivîsa xwe ya têkildarî polîtîkayên li dijî beden û zayentiya jinan de vê mehê polîtîkayên ku jinan dike meta û mêtingeriya li dijî jinan dinirxîne.

Di rûpela jineolojiyê de jî gotara Sarah Marcha ya li ser danasîna karên Enstîtuya Andrea Wolf a li Rojava heye.

Festîvalên ‘Taca Zêrîn’

Rojnameger Bêrîtan Zagros jî balê dikişîne ser mijareke balkêş û girîng. Zagros detayên li ser Festîvala Taca Zêrîn parve dike ku bi pêşengiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji sala 2015’an ve li başûrê Kurdistanê tê lidarxistin. Zagros diyar dike ku jinên ciwan ên bi ‘turban’ ên navbera 13-20 salî tev li van festîvalan dibin û dikevin pêşbirkê.

Dîplomasiya bi jinan re

Di hejmara nû de têkildarî tevna têkiliyê, tifaq û lêgerîna dîplomasiyê ya Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd hevpeyvîn hatiye weşandin ku buroya navborî di meha Gulanê ya sala 1999’an de li Almanyayê ava bû.

Mizgîna me

Muzîsyena kurd Bermal Çem li ser biyografiya hunermend û şoreşger Gûrbet Aydin nivîsî.

Di kategoriya hunerê de jî albûma destpêkê ya muzîsyen Yildiz Arslan a bi navê ‘Qirayîş’ hate nasandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar