Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Mikurhatina têkçûyînê

Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ji bo operasyona dersînor a 11 roj didome wiha got: “Danîna û rabûna li van çiyayan û kendalan pir zor e. Helîkopter nikarin tekere xwe deynin erdê.” Axaftina Akar wek mikurhatina têkçûyîna dewleta tirk hat şîrovekirin

Operasyona dersînorî ya ji aliyê artêşa tirk ve li deverên Metîna, Avaşîn û Zapê yên girêdayî başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, di roja 11’emîn de didome. Li van deveran di navbera artêşa tirk û Hêzên Parastina Gel (HPG) şerên dijwar diqewimin. Şer bêtir li cihên ku helikopter leşkeran datînin gûr dibe. Tê diyarkirin ku dema helîkopter leşkeran datînin dibin hedefên hêzên gerîla û artêşa tirk li wan deveran di zorê de ye.

Her çiqas Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê leşkerên hatine kuştin de hejmar wek 7 leşkeran jî nîşan bide, lê belê li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî yên li devera şer radigihînin hejmara leşkerên kuştî zêdetir in. Her wiha li gorî daxuyaniya wezaretê dîsa tê gotin ku heta niha 53 gerîla jiyana xwe ji dest dane. Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê ku rojane bîlançoya şer radigihîne di van 11 rojan de bi sedan leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Tenê li gorî daxuyaniya HPG’ê ya duh hat aşkerakirin, 17 leşker hatine kuştin.

Piştî neserketinê kerbûn

Di derbarê operasyonên beriya niha de çapemeniya tirk eleqeyek mezintir nîşan dida. Lê di vê operasyonê de ev çapemeniya tirk tenê bi daxuyaniyên rayedaran re bi sînor dimînin. Medyaya îktîdarê ku roja ewil a operasyonê heta piştî nîvro jî hevokek derbarê operasyonê de derbas nekir, piştî hevokek Wezareta Parastinê, cih dan daxuyaniya serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku xwe bi telefonê girê da navenda operasyonê û wisa operasyon ragihandin. Di dem ango operasyonên berê de şerên li wan deveran bi rojan li manşetên rojnameyan digeriyan, lê vê carê medyaya îktîdarê xwe ker kiriye. Lê balkêş e ev kerkirina medyayê dikeve bi dû daxuyaniya ‘Neserketî bû’ ya Erdogan ku ji bo operasyonê Garê gotibû.

Akar: Danîna li wan çiyayan zor e

Di gotinên ku ji devê Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ku çû ser sînorê bakur û başurê Kurdistanê derdikevin ka artêşa tirk çiqas di operasyonê de zehmetiyan dikişîne. Akar piştî ji sînor vegeriya çû serdana navenda rêvebirinê ya operasyonê ku li Eskîşehîrê ye, daxuyanî da û wiha got:  “Danîna û rabûna li van çiyayan û kendalan pir zor e. Helîkopter nikarin tekere xwe deynin erdê. Heta îro tişta pêwîst ku divê bihata kirin, pêk hat. Di hicûma hewayî de helîkopterên me, 300-500 sortî kirin. Lê mixabin hin welatên me digotin dostên me ne, fuzeyan dane PKK’ê. Ji ber vê yekê her yek ji van ji bo me xetere ne.”

13 sal berê Buyukanit gotibû

Vê daxuyaniya Akar, daxuyaniya Serferndarê Giştî yê wê serdemê Yaşar Buyukanit a 13 sal berê ku dîsa ji bo operasyona Zapê gotibû ‘Yên ku dibêjin zû vekişiyan e, bila biçin li wir 24 saet bimînin. Mîna ku mû ji nava mast were kişandin, bi rastî jî em pir xweşik vekişiyabûn’ bi bîr xist. Piştî van gotinên Buyukanit bûbû lixwemikûr hatina ku leşker çiqas di Zapê de zehmetiyan kişandine. Çavkanî:  MA / Erdogan Altan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar