Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Dagirkerî, dewleta tirk û hefsarê Amerîkayê

Şeva 23ê nîsanê vediguherî 24ê nîsanê artêşa tirk ji sînorê dewletê yê fermî derbas bû, êrîşeke berfireh bir ser herêmên Metîna, Avaşîn, Zap û Basyan ên qaşo di bin kontrola (bi navê xwe yê fermî) Herêma Federal a Kurdistanê. Kodên vê êrîş û dagirkeriyê yên taybet hene; roja 24ê nîsanê, destûra Amerîkayê û naskirina komkûjiya ermeniyan. Ev kod gişt bi hev ve girêdayî ne.

Roja 24ê nîsanê, qebûlkirina komkujiya ermeniyan û êrîş û dagirkirina Avaşîn, Zap, Metîna û Basyanê. Her yek bi serê xwe bûyer e lê nakokiyên dewleta tirk ên bi israr têkbirina kurdan hemû jî bi hev ve girê dane. Dewleta tirk tev çavkaniyên aborî seferber kirine, kirine riya xeyalê têkbirina kurdan. Hê serboriya têkçûna Garê nehatiye jibîrkirin di 24 nîsanê de careke din yekpare berê artêşa xwe da Qadên Parastinê yên Medya hem ji aliyêhewa hem ji aliyê bejahî ve. Ev dagirkerî heta niha bi berxwedana hêzên gerîla re rû bi rû maye û nikare pêş bikeve. Lê xeyalên serkeftinê dewleta tirk sews kiriye.

Sedsalan zêdetir e komkujiya ermeniyan pêk hatiye. Di serî de diasporaya ermeniyan gelek dewletên dinyayê ji bo komkujî bê qebûlkirin hewl didin. Heta niha ji ku derê dengek bihata  dewleta tirk qiyamet radikir. Lê îsal di 24ê nîsanê de serokê Amerîkayê Biden komkujiya ermeniyan bi awayekî fermî qebûl kir lê dewleta tirk mîna pisîka masîxwerî bêdeng ma. Gelo çima ev bêdengî?

Kodên dagirkerinê hin tiştî zelal dikin. Lihevkirineke eşkere heye. Tirkiye ji aliyê siyasî, dîplomasiya navneteweyî, aborî, nakokiyên hundirîn li quncikekî teng asê bûye. Ji kîjan aliyî ve dilebite ew alî dirûxe. Ji bo ku ji hundir û derve re çîrokeke serkeftinê bêje tu alternatîf nemane. Her tişt di dest de maye. Lê dîsa ji bo çîrokeke serkeftinê ji xwe re çêke berê xwe dide Kurdistanê û kurdan. Li Garê kêşa kîloya xwe hîn bû, lê dixuyê ku têr nebûye.

Derî bi derî li dewletên Ewrûpa, lava û minet Amerîka û serokê wê, Îsraîl û Rûsya weke parsek û bêrûyê dîplomasiyê ji bo destûra dagirkirina Qadên Parastina Medyayê tawîz ser tawîzan da. Tenê ji bo di hundirê welatê xwe de bêje, ‘aha ez ser ketim, we dît, em çi bêjin em dikin’. Lê îcar mîna Garê bi def û zirne, bi xwe bawer eşkere nekir. Çi dibe, çi nabe? Bila kevçiyê şîrê kelyayî qirka wî neşewitîne.

Şevekê telefona ku bi mehan e li bendê bû hat. Erdogan ricifî lê bi şabûna jî lingên wî erd nedigirt. Biden digot, guh bide min, yek; ez ê komkujiya ermeniyan fermî qebûl bikim, a din guhên te zêde dilivin bila haya te jê hebe, ew qas mal û milkê te heye baldar be. Erdogan got, ez benî, ya ji bo xwedê min ji vê tengasiyê xilas bike, gor û cehenema komkujiyê, min amadekarî kirine qet nebe destûrê bide ez herim kurdan têk bibim. Têkbirina kurdên berxwedêr ji bo Biden jî kewa pehtî bû. Biden got, ‘erê lê…’ Helbet axaftin yek bi yek ne wiha bûn lê ev gotin ne dûrî hiş in jî. Ji ber ku encama kodên derketine rastê van gotinan piştrast dikin.

Ka ew ‘serok’ Erdoganê ku diboriya, hilma wî havînê zivistan dianî, gef li serokwezîr Merkel, Rûtte, Îbadî dixwar digot, ‘hûn kî ne?’ Niha ew ‘pilingê daristanan(!)’ çûye, li dewsê maye pisîkekî masîdiz.

Hûn bawer bikin dewletên micîd (cidî) bi pisîkên masîdiz re plansaziyên dûvedirêj nakin. Biden destûra dagirkirinê da Erdogan, wî jî artêşên xwe ajotine ser Kardûkyayê, Zagrosên Îskender lê asê mabû. Lê Biden weke serokê Amerîkayê li gel heydadeya Tirkiyeyê komkujî fermî qebûl kir. Tirkiyeyê bi werzebayê dagirkirinê dengê bertekên li dijî komkujiyê vemirandin. Her duyan jî karê xwe li gorî dilên xwe pêk anî. Lê, ‘lê’ya Biden dibêrîkê de ye.

Ji bo Amerîkayê rastî ev e, bi gotineke pêşiyên kurdan; me erebe şandiye daran ku dar hatin kar e lê eger nehatin jixwe erebe dar e. Eger dewleta tirk bi ser ket Amerîka ji barekî mîna PKKê xilas dibe. Lê bi ser neket encama wê ji bo desthilatdariya Erdogan karesateke giran e ku ji bo Amerîkayê ne xem e. Ew na yekî din. Bi darekê du kew…

Dewletên emperyalîst tu car li ser lingekî nareqisin, planên wan ên di bêrîkê de jî hene. Jı bo hêsrê çavên dayika Erdogan destûr nedaye. Dibe ku Biden ji bo Erdogan kemînek jî danîbe. Îstihbarata  Amerîkayê her du aliyan jî nas dike. Herî dawî mînaka Garê ye. Bi dehan salan e siwarçûyîn û peyahatina artêşa tirk dîtiye. Şansek da dewleta tirk eger nebû helbet bersiveke wan wê hebe. Jixwe bi helwesta Biden gelek eşkere îspat bûye ku hefsarê Erdogan di destê Amerîkayê de ye. Bila Erdogan xwe zehf qure neke. Zêde jî şansê wî tune.

Çima?

Ji ber ku ew çiyayên bala  ji Îskeder re jî nebûne yar. Îskender fermandar û împaratorekî cîhanî bû. Ew çiya îxanetê ji parastvanên xwe re nakin, hê dîrok nebûye şahid. Dizanin ku serketina dagirkeran wê heybeta wan hilweşîne. Şervanên wan jî bi salan e bi av, hewa û erdnîgariya çiyan bûne pola. Tirsa dilê dijminên xwe ne û heybeta van çiyan in. Artêşeke têkneçûyî afirandine. Bi hev nas in, serî natewînin. Dimirin lê didin jiyandin.

Nûçeyên Têkildar