Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi mekîneya 100 salî wêneyan digire

Haji Meerzaman jî yek ji wan e û ew li hember wextê nûjen bi mekîneya xwe ya wênegiriyê ya 100 salî li ber xwe dide û hîn jî bi mekîneya xwe ya kevnar wêneyan dikişîne

Dîroka wênegiriyê dûr û dirêj e. Mekîneyên wênegiriyê yên berê, pir mezin û giran bûn. Berê bi saetan li benda ronahiyê disekînin da ku karibin wêneyekî bigirin. Di destpêkê de girtina wêneyê ewilî yê cîhanê 8 saetan domandibû. Lê îro wêneyek di çirkekê de tê girtin û di nav kêliyekê de jî ew digihîje ber destê me. Mekîneyên wênegiriyê yên mezin û giran hemû winda bûn û çûn. Niha kes qala wan jî nake. Ew hatine jibîrkirin.

Wênegirî di sedsala 20’an de bi saya teknolojiyê pir zû bi pêş ket û bû hunerekî berbiçav. Li gel mekîneyên DSLR, telefonên vê dawiyê ku megapîkselên wan zêde ne, êdî weke mekîneyeke wênegiriyê ne û pêdiviya mirovan bi mekîneyên wênegiriyê namîne. Lê hin mirov hene, teknolojî her çiqas bi pêş bikeve jî dev ji amûrên kevn bernadin û ji tiştên kevn hez dikin. Haji Meerzaman jî yek ji wan e û ew li hember wextê nûjen bi mekîneya xwe ya wênegiriyê ya 100 salî li ber xwe dide û hîn jî bi mekîneya xwe ya kevnar wêneyan dikişine.

Mekîneya wênegiriyê ya Meerzaman yek ji wan ên mezin û giran ên berê ye. Di sedsala 19’an de bi formatên fireh wêne dihatin girtin. Ji bo karibin wêneyekî bigirin wan bala xwe dida ronahiyê û di qutiya tarî de wêneyên xwe saz dikirin, diviyabû ronahî nekeve wê qutiyê da ku negatîfek baş derkeve holê. Ji lewre têgeha “odeya tarî” ji bo vî karî hatibû bikaranîn. Meerzaman jî heman tiştî dike, bi heman rêbazê wêneyan digire. Mekîneya wî ya wênegiriyê ya 100 salî wek “odeya tarî” hîna jî karê xwe baş dike.

Haji Meerzaman li paytexta Afganistanê Kabîlê dimîne. Wek zemanên berê, hîna jî portreyan digire. Meerzeman dibêje, wî ev mekîneya xwe ya wênegiriyê ji bo debara xwe bike, beriya 65 salan kiriye û ji wê rojê ve dev ji vî karî bernedaye û bi awayekî çalak wêneyan digire. Li Kabîlê ji Meerzaman pê ve kes vî karî nake, ew dibêje li Kabîlê ez tenê mam. Dibe ku li dinyayê jî ew tenê mabe, ji lewma êdî ev mekîne nayên bikaranîn. Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar