Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wên ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re dabû destpêkirin, di roja 57’an de li mala wan a li Pirsûsê didome. Malbatê li ser hesabên xwe yên medyaya dijital ev peyam parve kirin: “HEKE EDALET NEBE ZILM ÇÊDIBE. Em naxwazin di bin zilmê de bijîn. Em ê rojên ku dadger bi edaletê hikm bikin bi hev re ava bikin. Em ê wan rojan bi hev re bijîn.” RIHA