Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Talankirina daristanan hevsengiyê xera dike

Li gorî lêkolîneke di kovara Natûra Clîmate Changeyê hatiye weşandin, daristanên Amazonê ya ku wekî ‘pişika dinyayê’ tê zanîn, ji rêjeya ku digire zêdetir karbondîoksîtê berî nav atmosferê dide

Navenda Nûçeyan |

Li gorî lêkolîneke di kovara Natûra Clîmate Changeyê hatiye weşandin, daristanên Amazonê ev 10 sal in ji rêjeya ku digire zêdetir karbondîoksîtê bera atmosferê dide. Li gorî lêkolînên di navbera salên 2010-2019’an de bi qasî 4,45 milyar ton karbondîoksît tev li nav atmosferê kiriye.

Di vê pêvajoya 10 salan de jî karbondîoksîta ku daristanê girtiya nava xwe jî 3 milyar û 780 milyon ton e. Daristanên Amazonê bi qasî ji sedî 18’ê zêdetir ji rêjeya ku karbondîoksît girtiye nava xwe, karbondîoksît bera nav atmosferê daye.

Lêkolîner diyar dikin ku daristan herî kêm ji çar paran pareke karbondîoksîtê digirin nava xwe lê li gorî daneyên dawîn ev rewş berevajî bûye.

Ji ber ku daristan tên tunekirin ev rewş wisa bûye. Tê diyarkirin ku ji qirkirina daristanan ji çar paran sê par karbondîoksît zêdetir bûye.

Ji bo kêmkirina gazên serayê yên ku dibin sedema germa global bandora daristanan gelekî zêde ye. Lê li gorî lêkolînên dawîn ev hevseng berevajî dibe û daristan nikarin vê rola xwe pêk bînin.

Piştî ku li Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro hate ser peywirê qirkirina daristanan zêde bûye. Li gorî lêkolînan di sala 2019’an de 3,9 milyon hektar daristana Amazonê hatiye qirkirin. Ev jî li gorî salên 2017 û 2018’an dibe zêdebûneke bi qasî çar qatan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar