Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser berxwedana gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
“Li ser bingehê pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakiyên gerîlayên me yên li dijî dagirkeran bê navber dewam dike.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê; 3’yê Gulanê saet 14:00’an hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Mamreşo ya Herêma Avaşînê bicih bûne çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de hedefên hatin diyarkirin bi îsabet hatin lêdan. Piştî çalakiyê dagirkeran bi çekên giran dever bombe kirin.
Gerîlayê birîndar bûbû, şehîd bû
26’ê Nîsana 2021’ê me daxuyaniyek da bû û gotibû ku; 26’ê Nîsanê hêzên me dagirkerên ku li qontara girê Şehîd Serxwebûn a Herêma Zapê kiribûn di bin kontrolê de û bi xurtî li wan hatibû dayîn. Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatinbûn cezakirin, 2 dronên dagirkeran jî hatibû derbkirin.
Di dema çalakiyê de fermandarê fedayî Bawer Deyndar ê herî pêş bi ser dijimin ve çû û derbên xurt li dagirkeran da, di şerê qewimî de bi giranî birîndar bûbû. Hevrêyê me Bawer tevî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û 3’yê Gulanê tev li karwanê şehîdan bû.
Hevrêyê me Bawer li dijî êrîşên dagirker ên tirk ên bi mebesta îmhakirinê ji roja pêşî ve li eniya şer li herî pêş cihê xwe girtiye û bûye yek ji milîtaniya serkeftî ya pêşeng a Apoyî. Di serî de li Cîloyê Biçûk li Herêma Zapê di gelek çalakiyan de ku derb li artêşa tirk hatiye xistin cihê xwe girtiye. Bi wêrekiyeke zêde û ruhê fedayiyê Apoyî pêşengî li çalakiyên êrîşê kiriye, bi rengê fermandariya baskê êrîşê bi serkeftî bi rola xwe rabûye û xeta gerîla ya serdema nû bi serkeftî bi cih aniye. Bi kesayata xwe ya milîtanî û rawesta xwe ya leşkerî li çiyayên Zagrosan hevrêyê me Bawer ku bûyî peyrevên Reşît Serdaran, alaya şehîdên me yên pîroz bi layiqî hildaye. Bi lehengiya xwe bûye yek ji sembolê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê, ji bo me hevrêyên wî û hemû kurdan bûye şevçiraxa ku natefe ya berxwedan û serfiraziyê.
Di serî de ji bo malbata wî ya hêja serê hemû gelê me yê Kurdistanê sax be, em sond dixwin ku armanc û xeyalên hevrêyê xwe di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û pêk bînin.
Li dijî qeymeqamiya Çelê çalakiya hewayî
Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 3’yê Gulanê saet 16:10’an avahiya qeymeqamiyê ya navçeya Çelê ya Colemergê kirine hedef. Di encama çalakiyê de bi rengekî serkeftî derb li avahiya qeymeqamiyê hatiye xistin.
3’yê Gulanê saet di navbeyna 21:00-22:40’î de artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku êrîşeke giran a hewayî anî ser Mamreşo, Girê Şehîd Munzur, Mervanoz û Girê Şehîd Dilgeş ên herêma Avaşînê, leşker danîna qadan. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li bara berxwedana dîrokî ya gerîlayên me encam negirtî û bêgav mayî ku vekişe, rêbazên bi alçaxî ku sûcê şer e û derî mirovî ye sazkar kiriye û xwestiye ku wiha encamê bistîne. Dagirkerên ku 3’yê Gulanê ji hêla hêzên me ve paş ve hatin xistin, li dijî tûnelên şer ên li girê Şehîd Serdar û Şehîd Munzur gaza jehrî ya kimyewî bi kar aniye. Li gel hemû êrîşan jî hêzên me berxwedana dîrokî didomînin.
Bombebaran didomin
Bombebarana artêşa TC’ê ya dagirker a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didomin.
Bombebarên ku hatine kirin wiha ne;
3’yê Gulanê di navbeyna saet 23:00-01:00’ê de erdên gundê Kestê yê herêma Metîna, qadên Zendûra û Derarê bi balafir û helîkoptêran hatine bombekirin.
3’yê Gulanê saet 19:10’an qada Şamkê ya herêma Zapê ji hêla balafirên şer ve hatiye bombekirin.
Di van bombebaran de tu ziyan nehatiye ser hêzên me.”
Nasnameya şehîd
Nasnav: Bawer Deyndar
Nav û Paşnav: Umut Han
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê-Bav: Gonul – Dogan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 3’yê Gulana 2021’ê/ Herêmên Parastinê yên Medyayê