Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi rêya vegotina çîrokan zarokan perwerde dikin

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Helebê bi rêya dayikên temen mezin çîrok ji zarokan re dibêjin û armanc zanakirina zarokan û vegerandina çanda çîrokbêjiyê ye

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Helebê bi armanca vegerandin çanda çîrokbêjiyê, îro li parka Arîn Mîrkan ya taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê zarok kom kirin û ji zarokan re çîrok vegotin. Dayika bi navê Fatma Hesen çîroka bi navê jiyana zarokan ji wan re got, ev çîrok jî destnîşan dike li ser exlaqên perwerdeya dayik û bav a rast ji bo zarokan û guhdarkirina zarokan ji şîretên mezinên xwe re.

Têkildarî mijarê dayika Fatma Hesen behsa girîngiya gotina çîrokên berê ji zarokan re kir.

Girîngiya gotina çîrokan

Çîrokvan dayik behsa bandora çîrokan li ser jiyanan zarokan kir û wiha got: “Çîrokên niha ez ji zarokan re dibêjim, min jî ji dayika xwe guhdarkiriye, me xwest em îro ji zarokan re jî bêjin da ev çand zindî bimîne.  Di dema niha de teknîk bi pêşketiye, piraniya zarokan demên xwe ser telefonan derbas dikin û pêre mijûl dibin. Vê yek bandoreke neyînî li ser jiyana zarokan dike û dihêlê di aliyê mêjî de paşde bimînin.  Dema berê her çîrokeke ji me re dihate gotin ji bo jiyana me perwerdeye bû, çîrok mirovan hînî her tişteke baş dike. Mixabin ev çand niha ber bi helandinê ve çûye û zarok dûrî lîstokên xwe ketine, ev tişteke pir şaş û xetere ye. Divê dayik roleke wan pir mezin hebe û ji zarokên xwe re çîrokan bibêjin û bi wan re şopedar bin. Dema zarok bi rêbazên gotina çîrokan bên perwerdekirin, dê nifşekî xwedî exlaq û civakek saxlem ava bibe.”

Vegerandina çanda gotina çîrokan

Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Helebê Yesmîn Mihemed jî bal kişand li ser armanca wan ji vê çalakiyê û ev tişt anî ziman: “Em weke navenda jineolojî her dem di nava lêkolînan de ne, em zêdetir dîrokê lêkolîn dikin. Di encamê de em dixwazin tiştên bi berhem derbixin û girêdanekê di navbera zarokan bi xwe de ava bikin. Her wekî din em dixwazin ev çîrokên me bi rengê şîretan bin ji zarokan re. Zanekirina zarokan bi gotina çîrokan bingeheke rast ava dike. Çalakiyên me yên bi vî rengî wê di civakê de dewam bikin.”   HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar