Dewleta tirk a dagirker li derdora Eyn Îsayê baregehên nû yên leşkerî ava dike. Li baregehan çekên cuda tên bicihkirin û karê keşf û çavdêriyê tê kirin
Ajansa ANHA’yê li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî wergirtî ragihand ku dewleta tirk li gundê Mualekê yê li rojavayê bajêr baregehek ava kiriye.
Dewleta tirk beriya niha jî li nêzî gundê Mualekê baregehek çêkiribû.
Hate ragihandin ku bi avakirina baregehên nû dewleta tirk a dagirker dixwaze dagirkeriyê berfireh bike û lê mayinde bibe. EYN ÎSA