Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pulsarên milîsaniyeyê li keviya rêya kadiz

Stêrkên ku weke pulsar tên binavkirin, stêrkên noytronan in. Mezinahiya wan bi qasî bajarekî be jî, hecmê wan herî kêm car û nîvê ji yê roja me mezintir e. Ji wan, ên ku serê çend milîsaniyeyan tîrêjên radyo diweşînin, pirr kêm in

Stêrkên ku weke pulsar tên binavkirin, stêrkên noytronan in. Mezinahiya wan bi qasî bajarekî be jî, hecmê wan herî kêm car û nîvê ji yê roja me mezintir e. Ji wan, ên ku serê çend milîsaniyeyan tîrêjên radyo diweşînin, pirr kêm in. Ji wan re pulsarên milîsaniyeyê tê gotin. Ev stêrk tenê gava tîrêjên xwe yekser diweşînin ber bi dinyayê ve, xuya dikin. Bi pirranî gava stêrkek dimire, diteqe, ji tişta ji ber mayî ev pulsar çêdibin.

Pirraniya wan di saniyeyekê de çend caran dizîvirin. Lê herçî pulsarên milîsaniyeyê ne, ew bi sedan caran di nava saniyeyekê de dizîvirin.

Di lêkollîneke nû de Dr. Alessandro Ridolfi, lêkolerê li Çavdêriya Astronomîkî ya Cagliari ya li Îtalyayê û zanyarên di tîma wî de teleskopa radyoya MeerKAT bi kar anîn û li keviya galaksiya me Rêya Kadizê, di nava 5 komikên kurewî (globular clusters) de 8 pulsarên milîsaniyeyê dîtin. Bi vî awayî ev bû lêkolîna herî mezin a li ser pulsarên milîsaniyeyê. Teleskopa radyo ya MeerKAT bi xwe 64 sêlikan bi kar tîne da ku daneyan berhev bike.

Pulsarên milîsaniyeyê têra xwe kêm in. Ji ber ku ji bo ku karibin qutbên xwe evqasî bi lez biguherin, divê sîstema wan “biner” be yanî ji dû pêkhateyan be. Du hecmên stêrkî yên li dor hev digerin lazim in. Ji bo pulsaran pêkhateya duyê gelek caran stêrkeke weke roja me ye, carinan stêrkeke jê re qambostika spî tê gotin, stêrkeke din a noytronan jî dibe û heta carinan jî kuneke reş dibe.

Diyar e ku di nava komikên kurewî de sîstemên bîner rehettir pêk tên û ji ber wê pulsarên di nava van komikan de dikarin bibin pulsarên milîsaniyeyê. Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar