PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Ji bo zimanê kurdî mal bi mal digerin

HDP’iyan, di çarçoveya kampanyaya ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermê hatibû dest pê kirin de, li navçeya Rezanê mal bi mal digerin û îmzeyan kom dikin

Kampanyaya zimanê kurdî tevî şert û mercên dijwar ên pandemiyê didome. Komîsyona 21’ê Sibatê xebatên kampanyaya ziman dimeşîne û komîsyon sînorên xebatên kampanyayê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê  berfirehtir dike. Rêvebir û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi awayekî çalak di nav xebatên kampanyayê de cih digirin û tevî hemû astengî û qedexekirinan xebatên kampanyayê bi rê ve dibin. Her wiha hat destnîşankirin ku bi xebatên li navçeya Rezanê ya Amedê heta niha 15 hezar îmze hatin berhevkirin.

Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Sumeyye Kirici der heqê xebatan de axivî û wiha got: “Me ji bo destpêkê li 110 gundan dest xebatên xwe kir. Her wiha me piştre li 12 taxên navenda navçeyê xebatên xwe domandin. Me xebatên xwe bi şev û bi roj kirin. Me xwe bi van xebatan re, xebatên xwe yên siyasî jî bi rê ve dibirin. Me li gundan komîsyon ava kirin. Heta niha me 10 hezar îmze teslîm kirine û niha li ber destê me 5 hezar îmze hene. Em mal bi mal geriyan û me îmze berhev kirin. Me li her derê behsa îmzeyên ji bo kurdî kir.”

Li Rezanê armanc 100 hezar îmze ye

Kirici bal kişand ser girîngî û pêdiviya fermîbûna zimanê kurdî û wiha dewam kir: “Ji bo zimanê me bibe zimanê fermî em mal bi mal geriyan û me behsa girîngiya kampanyaya ziman kir. Welatiyan bi dilgermî em pêşwazî kirin û bertekên erênî ji bo kampanyayê nîşan dan. Herî zêde dayikan piştgirî dan kampanyaya me. Dayikekê hêsir barandin û got ev zimanê kurdî ye, ji bo em azad bijîn divê em xwedî lê derkevin.”

Kiricî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e em li Rezanê 100 hezar îmze kom bikin. Em ê vê armancê bi ser bixin. Niyeta me heye em bi milyonan îmze bişînin meclisê.”

Xebat tên astengkirin

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê di 22’ê sibatê de dest bi kampanyaya îmzeyan kiribû. Ji aliyê her du dezgehan ve ji bo birêvebirina kampanyaya îmzeyan ‘Komîsyona 21’ê Sibatê’ hatibû damezirandin û komîsyonê xebatan bi rê ve dibir. Komîsyonê ji bo balkişandinê û agahdarkirinê çend civîn pêk anîbû û daxuyanî dabû çapemeniyê. Lê belê ji ber şert û mercên pandemiyê, qedexeya derketina kolanan û operasyonên siyasî xebat tên astengkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar