Navenda Nûçeyan |
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di 28 û 30’ê Nîsanê de li Efrînê û Şêrawayê çalakî hatine lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê di van çalakiyan de 5 dagirker hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:
“Hêzên me 28’ê Nîsanê li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî çeteyên dagirker operasyonek kirin. Di vê operasyonê de 2 çete hatin kuştin û du wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin.
Heman rojê li Efrînê li dijî çete û leşkerên dagirker operasyoneke din hate kirin. Di vê operasyonê de jî leşkerek û çeteyek hatin kuştin, leşkerek û 3 çete jî birîndar bûn.
30’ê Nîsanê li gundê Xîlalka yê Efrînê di çalakiya dijî çeteyan de çeteyek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Di van çalakiyan de bi giştî leşkerek û 4 çete hatin kuştin, leşkerek û 5 çete jî birîndar bûn.”