Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gunay: Guh bidin banga girtiyan

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Guh bidin banga girtiyên ku 162 roj in li ber xwe didin. Ji vê şaşitiyê vegerin, deriyên Îmraliyê vekin.”

Navenda Nûçeyan |

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Gunay diyar kir ku hinceta hebûn û tunebûnê ya vê desthilatdariyê, li hunidir êrîşa li ser gel e li derve jî şer û operasyon e û wiha got: “Careke din li herêmên Rêveberiya Xweser a Kurdistanê dest bi êrîşê kir. Ev êrîşên ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê bi navên cuda hatin meşandin, gefê li ewlehiya can û malê gelê kurd dixwe. Kurd neçar tên hiştin ku cih û warê xwe biterikînin. Di vê operasyona dawî de jî gund careke din hatin valakirin. Ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Şengalê heta sînorê Îranê li qada ji 1200 kîlometreyî ya sînorê Rêveberiya Kurdistanê ya Herêmî tê xwestin ku herêma tampon bê avakirin. Hinceta bingehîn a vê yekê jî dijminatiya li kurdan e. Me ev dijminatî di dema referandûma başûrê Kurdistanê de bi rengekî aşkera dîtin.

Dixwazim bang li gelê kurd bikim; li ku dibe bila bibe destketiyên kurdan yek e. Ne tenê erdnîgarî di heman demê de qedera kurdan jî hevpar e. Yekane rêya jiyana li warê xwe ya bi rengekî bi rûmet, yekitiya kurdan e. Her wiha dixwazim bang li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bikim; Bendewariya me ew e ku nekeve xefika polîtîkayên ku kurdan li ber hev radikin, van destketiyan nekin qurbanê hevkariyên herêmî. Ev yek berpirsyariya dîrokî ya ji bo gelê kurd e.”

Bal kişand ser tecrîdê

Her wiha Gunay bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev demeke dirêj e agahî jê nayê girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her ku Ocalan qala modelên çareseriyê dike, nexşerêyên ji bo çareseriyê amade dike û balê dikişîne ser maseya çareseriyê ya pirsgirêka kurd, tecrîd tê şidandin. Çima? Ji ber ku dixwazin ku şer dewam bike, cenaze bên û kes li ser pirsgirêkên rastî yên li Tirkiyeyê neaxive. Dixwazin ku hişyariyên Ocalan ê di vê mijarê de negihêje civakê. Tecrîd tê vê wateyê. Tecrîd gihîştiye asteke giran û metirsîdar. Di axaftina herî dawî de ya bi telefonê kir Ocalan got, ‘dewlet şaşitiyê dike’. Dewlet û desthilatdarî di şaşitiyê de israr dikin.

Bi tecrîd, dek û dolaban û birîna rêyên têkiliyê hûn nikarin vê rêveçûnê dewam bikin, hûn nikarin civakê mijûl bikin. Tenê dikarin şer giran bikin û bîra civakê biherimînin. Em careke din dibêjin û em ê her tim bêjin. Bi vê wesîleyê guh bidin banga girtiyên ku 162 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem de ne, ji vê şaşitiyê vegerin û deriyên Îmraliyê vekin.”

HDK: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye

Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajarê Aydinê têkildarî berxwedana li zindanan û hilweşîna aboriyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi tedbîrên bi bahaneya şewbê hewl tê dayin civakê tecrîd bikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatiye birîn, nayên dermankirin, mafên mirovan tên binpêkirin û wiha hat gotin: “Polîtîkaya tecrîdê di şexsê Ocalan de li girtîgehan hemûyan hate belavkirin. Li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan greva birçîbûnê dewam dike. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê bi dawî bibe.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêvajoya şewbê veguheriye kuştina civakî û bûye sedema hilweşîna aborî û îşaret bi zêdebûna kuştina jinan hate kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar