Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

‘Serkeftin a gerîlayan e’

Jinên kantona Qamişloyê destnîşan kir ku heya nefesa xwe ya dawîn li berxwedana gerîlayan re ne û diyar kir ku dewleta tirk çawa li Garê têk çû, dê dîsa têk biçe

Çalakiyên gerîlayên azadiyên yên li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk bênavber didomin. Jinên Qamişloyê têkildarî êrîşa dagirkeriyê û berxwedana gerîlayan axivîn û diyarkirin ku serkeftin a gerîlayan e.

Welatiya ji navçeya Amûdê Nesrîn Başo, êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û wiha got: “Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk êrişî herêmên Kurdistanê dike, her tim hewl dide komkujiyên xwe dubare bike. Em ne wekî berê ne, haya me ji tevahî siyasetên dewleta tirk heye.”

Berxwedana gerîla silav kir

Hemwelatiya bi navê Hizbiyê Yûsif jî berxwedana gerîla silav kir û ev tişt anî ziman: “Em ê bi şev û roj heya nefesa xwe ya dawî ji bo Rêber Abdullah Ocalan û hêzên gerîla û tevahî şervanên li eniyên şer li hemberî dijmin şer dikin, li ber xwe bidin.”

Hizbiyê Yûsif piştrast kir ku dewleta tirk dê nikare bigihêje serfiraziyê, ji ber ku gerîla xwedî maf û ax e û serfirazî dê her tim para wan be.

Hêzên gerîla hêzên vîn û têkoşînê ne

Hediya Remo jî diyar kir ku hêzên gerîla hêzên vîn û têkoşînê ne û wiha got: “Çawa ku dewleta tirk di hemû êrîşên xwe de têk çû, dê li çiyayên Zap, Avaşîn û Metînayê jî têk biçe.”

Hediya bang li gelê kurd kir ku piştgiriyê bidin berxwedana hêzên gerîla ji ber ku ev êrîş gerîla û gelê kurd dikin armanc û wiha bi dawî kir: “Em soz didin heya nefesa dawîn piştgiriya hêzên gerîla û şehîdên xwe bikin, ji ber ku raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wekî parçeyekî jiyana me ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar