Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Wekîlên swîsreyî li ser tecrîdê pêşnûmeyek pêşkêş kir

Parlamentera Federal a Swîsreyê ya ji Partiya Sosyalîst Fehlmann Rielle Laurence têkildarî tecrîda li ser Ocalan bi sernavê ‘Divê em lîderê kurd Abdullah Ocalan ji nava tecrîdê derxînin’ pêşnûmeyek pêşkêşî Meclisa Federal kir

Navenda Nûçeyan |

Parlamentera Partiya Sosyalîs a Swîsreyê Fehlmann Rielle Laurence roja 5’ê gulanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşnûmeyek pêşkêşî Meclisa Federal kir.

Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku divê Konseya Federal ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bi rayedarên dewleta tirk re dest bi hevdîtinan bike û wiha hat gotin: “Konseya Federal tekildarî guhertina bazirganiya serbest a bi Tirkiyeyê re karek danî pêşiya xwe. Divê hurmeta li mafên mirovan li bîra vî welatî bê xistin.”

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku Buroya Hiqûqê ya ku bi doza lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan ve eleqedar dibe li ser tenduristiya Abdullah Ocalan daxuyanî dane.

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku parêzeran diyar kirine, ji sala 2011’an ve nikarin muwekîlê xwe bibînin û pêşnûmeyê wiha dewam kir: “Parêzeran di Tebaxa 2019’an de hevdîtinek kirin, lê belê têkildarî wê jî erkê wan nebû ku agahiyê bidin. Biryarên bi vî rengî têne wateya binpêkirina mafên destûra bingehînî yên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş. Her çar jî bi salan e tecrîdkirî ne. Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye, binpêkirina peymanên navneteweyî ye. Derfetên Abdullah Ocalan gelekî kêm in ku karibe ferdên malbata xwe bibîne.”

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku heyetek ji CPT di Gulana 2019’an de serdana Girtîgeha Îmraliyê kir û fikarên xwe yên mezin ên li ser rewşa li wir parve kir.

Wekîla swîsreyî diyar kir ku Rewşa Awarte di Tîrmeha 2019’an de hate rakirin lê belê hîn jî serdana parêzeran û malbatan têne astengkirin û  wiha got: “CPT diyar kir ku di mijara ‘ewlekarî’ û hurmeta li mafên mirovan divê hevsengiyek pêk were. CPT di heman demê de hişyarî da ku ji bo serdana parêzeran û malbatê bê kirin derfet bên dayîn.”

Pêşnûme ji aliyê van wekîlan ve hate îmzekirin: Crottaz Brigitte Dandrès, Christian de la Reusille, Denis Fridez, Pierre-Alain Friedl, Claudia Funiciello, Tamara Gysi, Barbara Locher, Benguerel Sandra, Marti Min Li Molina, Fabian Munz, Martina Pillier Carrard, Valérie Prezioso Batou Stefania, Plut Jon, Schneider Schüttel Ursula.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar