Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Gerîlayên YJA Starê: Dê fedayiyên Rêber Apo rê nedin dagirkeran

Gerîlayên YJA Starê li ser pêngavên gerîla yên ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk dane destpêkirin axivîn û destnîşan kirin ku dê berxwedana Garê ji xwe re bikin esas

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê û berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê dewam dike. Gerîlayên YJA Starê li ser êrîşan û berxwedana tê nîşandan ji ajansa ANF’ê re axivîn.

Ji gerîlayên YJA Starê Rojbîn Berfîn Can bal kişand ser berxwedana meha sibatê ya li Garê û wiha got : “Gerîlayên YJA Starê mîna hevalê Şoreş û gerîlayên din ên li Garê li ber xwe dan, em ê li ber xwe bidin. Em ê tunelên şer û teknîkên şer ên modern ku di berxwedana Garê de hate meşandin em ê ji xwe re bikin esas. Ne tenê li Zap, Avaşîn û Metînayê em ê li her qadê li dijî dewleta tirk a faşîst bi rengekî bi heybet bersivê bidin.”

Gerîla Rojbîn Berfîn Can diyar kir ku ger dewleta tirk şer giran bike dê gerîla jî berxwedanê mezin bike û wiha dewam kir: “Em ê xeta berxwedanê ya hevalê Rustem û hevalê Esmer ji xwe re bikin esas ku li Heftanînê bi rêbaza fedayî şehîd bûn. Em ê heta dawiyê li ber we bidin û tola hevalên xwe yên şehîd bûne hilînin.”

Banga ‘Bêdeng nemînin’ li gel hat kirin

Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Berfîn Can ragihand ku dewleta tirk li hemberî berxwedana gerîla bi her rê û rêbazê êrîş dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê divê gelê me baldar be û li hemberî qewimînan bêdeng nemîne. Dibe ku di destê wan de derfetên teknolojiyê hebin, lê belê em ê jî bidin ser şopa Şoreş û hevalên din ên li Garê bi rêbaza şer ê gerîlayê modern derba mezin li hêzên mêtinger xistin. Em, gerîlayên azadiyê heta azadiya Rêberê xwe em ê berxwedana xwe dewam bikin.”

Em ê bersiva pêwîst bibin dagirkeran

Gerîlaya YJA Starê Viyan Egîd jî diyar kir ku li dijî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û wiha got: “Dewleta tirk ji bo xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê bi her awayî teknolojiyê bi kar tîne. Em jî weke gerîlayên HPG û YJA Starê, bi berxwedana Garê em ê bersiva pêwîst bidin wan. Bi hêza ji Garê wergirtî em ê wan têk bibin.”

Bazên Zagrosê û Cenga Heftanînê

Gerîlaya YJA Starê Serhildan Can jî li ser berxwedanê nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser pêngavên ‘Bazên Zagrosê’ û ‘Cenga Heftanînê’ yên gerîla ku li Avaşîn, Zap û Metînayê dane destpêkirin.

Gerîla Serhildan Can ragihand ku ji ber berxwedana Garê serokkomarê tirk Erdogan nekariye bigihêje armanca xwe û ev nirxandin kir: “Fedayiyên Rêber Apo wê rê nedin ku mêtinger bikevin nava Kurdistanê. Em ê li ser şopa hevalên xwe Şoreş, Rojhat û Avareş bin ku bi rêbaza fedayî bersiva pêwîst dan hêzên mêtinger. Fedayiyên Rêber Apo ne tenê li Garê li her devera Kurdistanê ne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar