Şînda Ekrem |
Roj derbas dibin û rêjeya ziwabûnê bilind dibe, digel wê tirsa ku şerekî avê di pêşerojê de rabe, di demekê de herkes çavên xwe bi dawîkirina terorê li cîhanê û bi taybet li bakur û rojhilatê Sûriyeyê vedikir. Lê xuya ye em ê bibin şahidê şerekî cîhanî yê ser avê, bi taybet li Rojhilata Navîn ku beriya niha gelek analîstan aniye ziman.
Şerê avê şerekî mezin e ku dê di pêşerojê de li cîhanê serdest bibe. Av ji bo jiyana xwezayî ya li erdê çavkaniya herî girîng e, lewma jiyanek bê av nabe û şerê avê şerê hebûn û tunebûnê ye.
Heger em vegerin hin raporên neteweyî ya derbarê avê de, raporeke berê ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve 10 sal berê hatibû weşandin piştrast kir bû ku ji sedî 47 nifûsa cîhanê dê di 2030’an de li hîn deveran di bin zexta avê de bijîn. Ji ber vê yekê tê payîn ku di navbera 24 û 700 milyon mirov bêne koçberkirin. Vêga ji sedî 80’ê nexweşî li welatên pêşkeftî bi avê têne çêkirin, her roj 5 hezar zarok ji ber îshalê dimirin, li aliyekî din jî dê gelek welat kapasîteya xwe ya ewlehiya xwarinê û hilberîna enerjiyê winda bikin.
Di asta Rojhilata Navîn de jî her kes dizane Çemên Firat û Dîcleyê çavkaniyên jiyana gelên Kurdistanê û Mezopotamyayê ne. Gundên ewil li dora van çeman hatine avakirin, şaristanî ji vê derê belavî dinyayê bûye. Girîngiya van her du çeman roja me ya îro jî didome û jiyanî ye.
Dewleta tirk a dagirker ji 1998’an ve ye ava Firatê wek çekekê li dijî gelên Rojava û Sûriyeyê bi kar tîne. Bi taybetî piştî krîza li Sûriyeyê ya 2011’an, ava bêtir qut dike û peymanên navneteweyî binpê dike.
Dewleta Tirk ji 27’ê Çileya îsalê ve para Sûriyê ji ava çemê Firatê kêm dike ku miqdareke pir kêm ku ne zêdetirî 200 metrekab di saniyekê de berdide.
Di encamê de asta herikîna avê û asta ava gol û bendavên li ser çem gelekî kêm bûye ku bûye 5 metre.
Li gorî peymana di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de ku di sala 1987’an de hatiye îmzekirin, divê Tirkiye di saniyekê de 500 metrekab ava çemê Firatê berde Sûriyeyê û para Iraqê ji vê yekê ji sedî 60 be.
Li ser vê kêmbûnê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyariya rûdana karesteke mirovî li herêmê da ku zêdetir 5 milyon mirov lê hene û debara xwe ya ava vexwarinê, avdan û kehrebeyê bi çemê Firatê dabîn dikin.
Lê bi kêmbûna ava Firatê gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê li pêşberî karesteke rasteqîn in. Ji ber ku kêmkirina asta avê bû sedema qirêjbûna avê û derketina sedef û kevziyan ku bi xwe re nexweşiyên xeter mîna kolerayê tînîn, ev nexweşî jî di havînê de derdikeve ku niha herkes li pêşberî wê ye.
Zêdetirî 30 stasyon ji xizmetê derketine
Zêdetirî 30 stasyon ji xizmetê derketine û ji wan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, Reqqa ,Tebqa, Kobanê û stasyona Elok a bajarê Hesekê ku ji dema dagirkirina dewleta tirk a Serêkaniyê ve her tê qutkirin ku zêdeyî milyonek kes ji ava vexwarinê bêpar in.
Li hember vê bêdengiyê, gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyanî û çalakiyên cûr be cûr bang li civaka navneteweyî kirin ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku para Sûriyeyê ya ava çem berde.
Li aliyê din, ji bo herêmên ku stasyonên avê lê naxebitin, aliyên têkildarî bi rêya sarîcan avê li şêniyan belav dikin, hinek din jî ava vexwarinê dikirin.
Ev ne tenê berpirsyartiya Rêveberiya Xweser e
Di dawî de dikarim vê bêjim mijara qutkirina ava Firatê û stasyona Elokê jiyanî ye û herêm bi xeteriyên mezin re rû bi rû ye. Ev erk û berpirsyartiya rejîma Sûriye, Iraqê û di serî de hêzên navneteweyî ku di sala 1993’yan Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de biryar da ku her sal roja 22’ê Adarê li seranser dinê wekî Roja Avê ya Cîhanê werê pîrozkirin. Ji ber av ji bo jiyana xwezayî ya li erdê çavkaniya herî girîng e. Ev ne tenê berpirsyartiya Rêveberiya Xweser e ger herkes bi erka xwe ranebe dê fikara ku gelo şerê avê dê di pêşerojê de li cîhanê serdest bibe? derkeve holê.