Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cuma - 4 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Têkoşîna li dijî faşîzmê divê li her derê be’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku faşîzma ku êrişî Başûr û Rojava jî dike, ji her derê xwe xwedî dike û got ku berxwedan jî divê li her derê be

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî. Dûran Kalkan di destpêka axaftina xwe de di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha gulanê û şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî.

Dûran Kalkan bi berfirehî qala wate û girîngiya meha gulanê kir ku weke ‘Meha Şehîdan’ tê pênasekirin û bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ku vê dema dawiyê giran kiriye.

Dûran Kalkan axaftina bi telefonê ya Serokê DYE’yê Joe Biden a bi Tayyîp Erdogan re bi bîr xist û wiha got: “Serokê DYE’yê bi mehan sekinî û rabû di 23’ê Nîsanê de bi telefonê li Tayyîp Erdogan geriya. 23’ê Nîsanê rojeke ji rêzê nîne, roja avabûna Meclisa Tirkiyeyê ye. Lewma roja avabûna dewleta tirk e, axaftina wê rojê bi serkêşê wê dewletê Tayyîp Erdogan re tê wateya peyamekê. Peyama ‘Em bi te re ne’ da û xwedî li vê êrîşê derket. Gotina ‘Em bi te re ne’ hat wateya ‘êrîşî kurdan bike’. Yekser ev gotin negotibe jî aliyê din bi vî rengî fêhm kir û heman piştî axaftina telefonê kete nava liv û tevgerê. Êrîşên li ser Metîna, Zap, Avaşîn û Zagrosê bi vî rengî dest pê kir.

Em têdikoşin, tehdeyê lê dikin, siyaseta zîhniyeta mêtinger faşîst tengav dikin, bi sînor dikin, tînin ber hilweşînê, yekser Ewropa, Amerîka, Rûsya destê xwe dirêj dikin û hewl didin rizgar bike. Ev sîstem faşîzmê li ser pêyan dihêle.”

Ji bo qirkirina kurdan hewl didin PKK’ê tasfiye bikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê bi tunekirin û tasfiyekirina PKK’ê ya ku azadiya kurdan dixwaze, hewl dide pêşî li qirkirina kurdan veke û ev tişt anî ziman: “Êrîşî PKK’ê dikin, ji ber ku yê li ser xeta azadiyê û hebûna kurdan dimeşe PKK ye. Yê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan rast fêhm dike û bi her awayî berdêlan dide PKK ye. Lewma dixwazin PKK’ê tune bikin.

Faşîzma AKP-MHP’ê hemû hêza xwe bi kar tîne. Bi her awayî hêza xwe seferber dike. Derfetên xwe yên teknîkî hemûyan bi kar tîne. Her tişt daye pêş çavên xwe. Ji bo tunekirinê dike. Dixwaze gerîla bieciqîne. Di şexsê gerîla de dixwaze xeta PKK’ê lawaz bike, bi vî rengî kurdan qir bike. Ji bo qirkirina kurdan jî dixwaze hevkarekî hîn bi bandor çêbike. Em dibêjin êrîşa dagirkeriyê. Belê, lê li pişt vê qirkirin heye. Ev êrîşeke qirkirinê ye. Êrîşa tunekirinê ye.”

‘Parlamentoya Kurdistanê dê kengî biaxive?’

Dûran Kalkan bal kişand ser piştgiriya global, herêmî ya ji dewleta tirk re û wiha domand: “Yên ku bi rengekî aşkera piştgiriyê nadin, bi awayekî veşartî piştgiriyê didin. Bi bêdengiyê piştgiriyê didin. Ji Bexda û Hewlêrê deng dernakeve. Gelo Parlamentoya Kurdistanê dê kengî biaxive? Eger di dema dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê de bêdeng dimîne, wê kengî biaxive? Wê di kîjan rewşê de biryarê bide? Gelo ev parlamento tenê ji bo biryaran li dijî PKK’ê bide, ava bûye? Li dijî PKK’ê nîqaşan dike, li dijî PKK’ê biryaran dide. Ji sala 1992’an û vir ve li dijî PKK’ê gelo çend biryar hatiye dayîn? Bila carekê jî li dijî dewleta tirk biryarê bide ku em jî bibînin. Hinek hene bi vî rengî piştgiriyê didin. Lewma divê ev yek sivik neyê dîtin, rewşeke cidî ye. Rewşenbîr, hunermend, jin û ciwan divê her kes bi vê zanibe. Siyaset û zîhniyeta dewleta tirk a faşîst, qirker îro di şexsê AKP-MHP’ê de dixwaze encamê werbigire. Li ser vê bingehê êrîş dike. Bi ser bikeve yan jî bi ser nekeve ew meseleyeke cuda ye. Ev êrîş êrîşa qirkirin û tunekirinê ye. Hesabê wê dikin ku dema gerîla bêbandor bikin dikarin encamê werbigirin. Di vî hesabî de ne neheq in. Her kes divê vê mijarê rast fêhm bike û bi rengekî cidî nêzîk bibe.”

Şer di her astê de dewam dike

Dûran Kalkan destnîşan kir ku li dijî van êrîşan gerîla xwedî berxwedan û parastineke gelekî girîng e û wiha pêde çû: “Li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê şerekî giran diqewime. Diyar e ku wê hîn jî dewam bike. Bi hêza xwe ya teknîkê xwe danîne hin herêman. Ev yek serketina artêşê nîne. Me negot, ‘kes nikare ji aliyê leşkerî ve bê’. Hatin lê derketina ji vê derê cihê nîqaşê ye. Cihê nîqaşê ye ku li wir çawa dikare bimîne, yan jî wê karibin bimînin yan na. Em balê dikişînin ser vê yekê. Jixwe li gelek qadên Kurdistanê bi cih bûne. Lewma dikare xwe bigihîne hin deveran, lê belê her der wê bibe qada şer. Ev rewşeke welê ye ku jêderneketin nîne. Di rewşa heyî de hêzeke leşkerî ya li wê cografyayê bi cih bibe wê timî bibe hedefa êrîşên gerîla. Sala 2016’an jî bi vî rengî li ser hin girên li Çelê bi cih bûn. Timî bûn hedefa êrîşên gerîla. Gerîla timî lê da. Niha jî wê gerîla lê bide. Rewş bi vî rengî ye. Şer di her astê de dewam dike. Li hin deveran artêşa tirk dikeve xefika gerîla, li ser vê bingehê çalakî tên lidarxistin. Li gorî bîlançoya dawî 147 kes ji wan hatine kuştin, gelek jî birîndar bûn. Hate aşkerakirin ku zirar li çend helîkopteran bûye. Hêza ku şer bike wê şehîdan jî bide. Em tevgereke welê ne ku şer û şehadet dane pêş çavên xwe… Her qad veguheriye qada şer.

Em weke partî, gerîla û gelê ku dilxwazê PKK’ê ne, li dijî dagirkeran li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Em li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. PKK xwe weke hêza xweparastinê ya Kurdistanê, îradeya azadiyê dibîne. Vê dagirkeriyê jî weke hêza hilweşandinê dibîne û li dijî vê jî 40 sal in şer dike. Ev berxwedan 220 sal in dewam dike. Gelê kurd ne tenê bi PKK’ê li ber xwe da, berê jî li ber xwe da. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava li ber xwe da. 200 salên din jî derbas bibin ev şer, ev berxwedana gel dê dewam bike.”

Werin em Kurdistanê bi hev re biparêzin

Kalkan bi bîr xist ku wan beriya niha banga ‘Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzin. Li ber dagirkeriyê rabin, azadiyê bi hev re biafirînin, demokrasiya kurd bi hev re ava bikin’ li hêzên kurd kirin û ev tişt anî ziman: “Ev banga me li hêzên siyasî yên kurd hemûyan bû. Me bang li partî û rêxistinên li Başûr, Bakur û Rojava kir. Ev banga me dewam dike. Em di wê baweriyê de ne ku ya rast ev e. Di demekê de ku qirkerî, dagirkerî, qetilkirina gel û hewldanên ji bo tunekirina hêzên azadiyê dewam dike, rawestandin gelo xizmetê ji kê re dike? Rûniştin, jinedîtî hatin gelo tê çi wateyê? Parlamentoya Başûrê Kurdistanê wê kengî biryarê bide? Parlamentoya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê kengî biryarê bide? Meclisên li Bakur wê kengî biryarê bidin? Divê niha biaxivin. Gotin divê niha bên gotin, biryar divê niha bên dayîn. Helwesta azadîparêziyê divê niha bê nîşandan.”

Duran Kalkan diyar kir ku ew heman bangê li hêzên demokratîk ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî dikin û wiha got: “Ev berxwedan berxwedana ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk e. Em bang li gelên Rojhilata Navîn, gelên ereb û fars, şoreşger û hêzên siyasî dikin; werin em bi hev re li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Bi hev re demokrasiyê ava bikin. Jiyana biratiyê ya demokratîk bi hev re ava bikin. Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk bi hev re ava bikin.”

Têkoşîna li dijî faşîzmê divê li her derê be

Her wiha Dûran Kalkan di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir:

“Têkoşîna li dijî faşîzmê divê li her derê be. Gotina; ez piştgiriyê didim berxwedana gerîla têrê nake. Her kes divê li cihê lê ye berxwedana li dijî faşîzmê geş bikin. Êrîşa faşîst li her cihî ye û faşîzm xwe ji her cihî xwedî dike. Yên ku êrîşî Mamreşo û Zendûra dikin ji tûrîzma li Mersîn û Antalyayê pereyan qezenç dikin, ji filan karî pere qezenç dikin, wan pereyan dikin çek, pê êrîşî gerîla dikin, zilmê li gelan û mirovan dikin. Yanî hedef li her derê ye, faşîzm li her derê ye, berxwedan jî divê li her derê be. Eger wê piştgiriyê bidin berxwedana gerîla ya li Mamreşo bila peydakirina derfetên madî yên çek û cebilxaneya li wir kom dikin asteng bikin. Mînak bila nehêlin ku li Antalya, Mersîn û Îzmîrê pere bê qezençkirin. Tenê bi vî rengî dibe.

Di serî de jin, ciwan bang li karker, kedkar, gelên me dikim ku li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li her derê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, ji bo hilweşandina vê siyaset û zîhniyeta mêtinger qirker a faşîst têkoşînê mezin bikin. Wezîfe û ya pêwîst ev e. Roj ew roj e ku ji bo hilweşandina faşîzmê bi her awayî derfet bên bikaranîn û li her derê têkoşîn bê meşandin. Serketin bi vî rengî dibe. Bi taybetî divê ciwan nesekinin. Tevlibûna li nava gerîla li nava têkoşînê nayê wateya hatina Mamreşo. Şer û faşîzm ne tenê li Mamreşo tê kirin, li her derê tê kirin. Li Stenbol, Îzmîr, Antalya, Çûkûrova, Deryaya Reş, bakurê Kurdistanê, li Efrînê, li Başîkayê ye. Li her derê heye. Divê her kes vê bibîne û ya rast bike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar