Di dîroka Kurdistanê de du peymanên girîng hene ku bi encam û rengvedana xwe bandoreke mezin li ser rewşa siyasî, civakî û erdnîgarî ya kurdan kiriye. Ji wan peymanan yek Peymana Qesra Şêrîn (1639) e, ya din jî Peymana Lozanê ye (1923). Bi peymana Qesra Şêrîn cara yekem Kurdistan bi awayekî fîîlî di navbera dewleta Osmanî û Safewiyan de wek du parçeyan hate dabeşkirin û di nava sînorê fermî yê her du dewletan de hate hiştin. Mîrektiyên kurdan di bin hikm û serweriya wan herdu dewletan de hatin bêbandorkirin, dabeşkirin. Bi Peymana Lozanê jî Kurdistan bi riza û piştgiriya dewletên emperyalîst, wek koloniyekê di navbera dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hate parçekirin. Kurd ji hemû mafên xwe yên bingehîn mehrûm hatin hiştin û pêvajoya asîmîlasyoneke sext û miqabilî wê jî berxwedaneke domdar a kurdan dest pê kir.
Di ser peymana Qesra Şêrîn re 382 sal, di ser Lozanê re jî 98 sal derbas bûn, lê pêvajoya kolonîzekirina Kurdistanê hîn jî li gorî daxwaz û mexseda dewletên serdest encam nedaye. Hewldana dewletên serdest îro jî bi hemû hêz û derfetan tê berdewamkirin. Hemû tifaq, karbeşî û lêgerîn ji bo berdewamkirina vê pergalê tên seferberkirin, hemû çavkaniyên mirovî û aborî ji bo qayîmkirin û mayîndekirina vê kolonîzasyonê tên terxankirin. Îro bi hemû hêza xwe hemû nakokiyên di navbera xwe de datînin aliyekî û dixwazin vê daxwaza xwe ya dîrokî bigihînin encamekê.
Her çend Kurdistan pêşî bi Qesra Şêrîn, paşê jî bi Lozanê bi awayekî fîîlî hatibe dabeşkirin jî, di navbera parçeyên Kurdistanê de têkilî û danûstandin bi awayekî xurt didomin, hestên xwebûn û nasnameya kurdî ligel vê jî tên parastin. Geşedanên her parçeyî, kavdanên civakî û siyasî yên her beşa Kurdistanê bandora xwe li ser rewşa parçeyên din jî dike. Di dirêjahiya dîrokê de gelek nimûne hene ku vê têkiliya piralî û dînamîk a parçeyan bi awayekî zelal nîşanî me dide. Bi taybetî em şopa vê têkiliya dînamîk, zêdetir di raperînên kurdan de dibînin. Nemaze di Serhildana Agiriyê û Serhildana Şêx Ubeydûllahê Nehrî de em dibînin ku tu hikmê sînorên ku bi mohra dewletên serdest hatiye avakirin, nîne. Bi taybet di van her du nimûneyan de, serhildana ku li parçeyekî dest pê kiriye, ji sînorê wî parçeyî derdikeve û dibe milkê parçeyên din. Nemaze di Serhildana Şêx Ubeydûllahê Nehrî de em dibînin ku ji parçeyên din jî beşdarî ji bo serhildanan çêdibe û tu hikmê wan sînorên portatîf namîne. Piştî têkçûna Serhildana Agiriyê, serhildêr û rêberên serhildanê berê xwe didin parçeyên din, nemaze jî Rojhilat.
Dîsa herî dawî di Şoreşa Rojava de me dît ku hem sînorên ji aliyê serdestan ve hatine avakirin, hem jî nexşeyên di navbera wan de hatine xêzkirin, di bin lingê serhildêrên kurdan de meftûn e, perçiqandî ye. Bi taybet ruhê ku li Kobaniyê derket holê, mobîlîzasyona ku li dor wê derê belavî herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê bû, peyameke girîng e ji bo serdestan. Kobaniyê careke din nîşan da ku, rast e welatê kurdan hatiye dabeşkirin, lê daxwaza azadiyê tu carî nehatiye û nayê tunekirin.
Ji ber van geşedanên dîrokî, taybetmendiyeke cuda ya her parçeyekî Kurdistanê derketiye meydanê. Ev taybetmendî, li gorî şert û mercên civakî û dînamîkên curbicur ên polîtîk teşe girtine. Di vê çarçoveyê de parçeyê Bakur, hem li gorî gelheya xwe, hem jî li gorî tecrûbeya siyasî û hêza polîtîk îro zêdetir rastî êrîşan tê. Hêza polîtîk a rehên wê digihêje serê sedsalê û tecrûbeyên 40 salên dawî îro hemû peyman û rêkeftinên serdestan serûbin dike. Ji bo wê jî ew hêzên serdest bi hemû hêz û derfetên xwe dixwazin vê dînamîzma polîtîk û civakî ya Bakur ji holê rakin û kolonîzasyonê temam bikin. Ji ber ku hemû sermayeya têkoşîna rizgariyê îro di Tevgera Azadiyê ya Kurd de kom bûye, loma jî dixwazin beriya her tiştî wê xeta têkoşînê ji holê rakin. Loma jî hemû plan û tifaq û lêgerînên wan li ser têkbirina hêza polîtîk a Bakur hatiye avakirin.
Ji bo têkbirina hêza polîtîk a Bakur bi taybetî ev 40 sal in, dewletê hemû îmkanên xwe seferber kirine. Hemû çavkaniyên xwe yên mirovî û aborî û ji bo têkbirina wê hêzê terxan kirine. Loma jî hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê siyasî ve dixwazin vî ruhê ku li Bakur derketiye meydanê bifetisînin. Ji bo wê jî heta îro bi operasyonên asmanî û bejayî, bi operasyonên qirkirina siyasî êrişî vî ruhî dikin. Ji ber ku ev ruh hemû planên wan ên mêtingeriyê hildiweşîne û li ber daxwaza wan a dagirkeriyê ev ruh dikare bisekine.
Di 38 salên derbasbûyî de, heta niha li dor konsepteke şer gelek caran li Başûr operasyon hatin lidarxistin. Nemaze û herî dawî piştî xelaskirina “pêvajoya aştiyê” ev konsept bi awayekî berfireh û sîstematîk cardin hate aktûelîzekirin. Bi taybetî bi qonaxa konsepta “plana têkşikandinê” (çöktürme planı) pêvajoyeke nû hate destpêkirin û ew konsept îro bi berfirehî tê berdewamkirin. Di nav vê konsepta têkşikandinê de em baş dizanin ku hilweşandina bajaran (Cizîr, Sûr, Silopiya, Şirnex, Kerboran, Hezex, Gever…) koçberkirina kurdan, qirkirina siyasî ku heta niha nêzî 20 hezar kes hatine binçavkirin, 10 hezar kes hatine girtin, desteserkirina şaredariyan û hemû sazî û dezgehên ku bi kedeke mezin hatine avakirin, dagirkirina Rojava, (Cerablus, Bab, Azez, Marê, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî) û dagirkirina Başûr heye. Ji ber ku aqilê dewletê yê heyî cardin li kodên xwe yên sedsalê vegeriye û li ser xeta dagirkeriya Sonda Neteweyî (Misaki-Milli) tevdigere, loma jî îro li Başûr operasyon daye destpêkirin.
Tam jî li ser vê berdewamiya kolonîzasyona dîrokî û şert û mercên dagirkeriya aktûel, piştî teşebisa operasyona Garê, di 24ê Nîsanê de hewldaneke nû hate destpêkirin û operasyoneke nû li Mêtîna, Avaşîn û Zapê hate destpêkirin. Di vê operasyonê de tiştê ku tê armanckirin helbet ne tenê Metîna, Avaşîn û Zap e. Piştî xelaskirina pêvajoya aştiyê û pêkanîna plana têkşikandinê, planek peyderpey xistine meriyetê û her sal dixwazin gav bi gav bi pêş bikevin. Di encama van operasyonan de dixwazin ji Silêmaniyê heta Efrînê serdestî û mêtingeriya xwe qayîm û mayînde bikin.
Li ber ronahiya tecrûbeyên dîrokî em dizanin ku geşedanên her parçeyekî Kurdistanê wek metastazê bandorê li ser parçeyên din jî dike û encamên girîng derdixe meydanê. Ji bo wê jî çawa serkeftina parçeyekî, serkeftina parçeyên din be, têkçûn û binketine parçeyekî jî têkçûna parçeyên din e. Lê li ber ronahiyê dîrokê em dikarin bi rehetî bibêjin ku yekûna hêza polîtîk a Bakur têk biçe û Bakur bikeve hemû Kurdistan wê bikeve û hêzên dagirker wê bigihêjin mexsed û mirazê xwe. Dîsa serkeftina Bakur jî serkeftina Kurdistanê ye. Ji bo wê îro li her parçeyî tiştê ku li ser kurdan ferz e, xwedîderketina vê hêza polîtîk û bilindkirina têkoşîna li dijî mêtingeriyê ye. Ev erkeke niştimanî û welatparêzî ya bingehîn e ku hem li ber ronahiyê dîrokê hem jî di şert û mercên îro de zêdetir aşkera ye.