Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Leyla Qasim: Bila ji keziyên porê min alayan çê bikin

Navenda Nûçeyan |

Leyla Qasim, jineke başûrê Kurdistanê ye. Ew 47 sal berê li dijî zilma hêzên dagirker serî rakir û bi berxwedana xwe bû yek ji pêşengên jinên kurd. Leyla Qasim di sala 1952’yan de li bajarê Xaneqîn a Başûr tê dinê. Di salên 1970’yan de li Bexdayê dest bi zanîngehê dike û li zanîngehê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) nas dike û piştgiriyê dide vê tevgerê.

Leylayê ku bi mijarên wekheviya civakî, pirsgirêka jin û kurd re mijûl dibe, di rojên herî dijwar de tev li pêşmergeyan dibe û bi berxwedana xwe di nava civaka kurd de dibe sembol. Lê Leyla Qasim di sala 1974’an de ji aliyê hêzên rejîmê ve tê girtin û di 12’ê gulanê de jî rastî cezayê darvekirinê tê.

Dema biryara darvekirina Leyla tê dayîn hêj 22 salî bû û agahiya darvekirina wê ji malbatê re nehatibû dayîn. Lê dayika Leyla çend roj berê bi navekî cuda û li ser dîtina girtiyeke din diçe girtîgehê û keça xwe dibîne. Di hevdîtina kurt de Leyla vê wasiyetê li dayika xwe dike: “Dayika min a delal; xeman nexwe, ez mirova dozê me. Ji bo gelê kurd û Kurdistanê şer dikim. Duh Sedam û hinek kesên din hatin gel min. Wisa difikirin ku dê min bixapînin û dev ji doza xwe berdim. Ji bo dev ji doza xwe berdim madiyatekê pêşniyar kirin. Lê bele min van tiştan qebûl nekir û min ji wan re got; ez miroveke birûmet im û gelê xwe nafiroşim. Piştî gotina min a ‘min xwe fedayê vê doza kurd û Kurdistanê kiriye, ji bo vê ez mirinê bi serbilindî pêşwazî dikim’, min dît ku ew Saddamê girs çawa dîn û har bû. Dayê bi mirina min dê bi hezaran kurd hişyar bibin û alaya me ya azadiyê her li ba be. Dema ez mirim ber nekevin, bila ji keziyên porên min alayan çê bikin.”

Dê bi hezaran kurd hişyar bin

Leyla Qasim beriya darvekirinê bi van gotinan bersivê dide rejîma Baasê: ‘Dibe hûn bi kuştinê min tune bikin lê bi mirina min re dê bi hezaran kurd şiyar bibin.’ Leyla piştî gotinên xwe bi sirûda Ey Reqîp bi ser bilindî diçe mirinê û dibe nemir.

Leyla Qasim bi gotin û sekna xwe hîn di nav jinên kurd de xwedî pêşengeke giranbûha ye.

Helbesta Cegerxwîn 

Ji aliyê din ve gelek hunermend û helbestvan piştî şehadesta Leyla Qasim ji bo wê gelek nivîs û helbestan nivîsandin. Yek ji van helbestan jî helbestvanê nemir Cegerxwîn e. Helbesta Cegerxwîn a ji bo Leyla Qasim wiha ye:

Leyla

Şêr, şêr e, mêr e yan jin e

Nîşan bi dest, Leyla min e

Polaye dil wek asin e

Leyla kî ye?

Leyla jin e.

Leyla min e.

Leyla min e…

Leyla keça Mît û Meda

Canê xwe da di ber me da

Bijîn heçî ko canfida

Xweş bin ji te jar û geda

Leyla kî ye?

Leyla jin e.

Leyla min e.

Leyla min e…

Divêm li pey te bêm e jî

Çibkim bi vê jîna rijî ?

Xwînê nerejî napijî

Leyla bijî, Leyla bijî !

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar