Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo her sê pêşengên PKK’ê name ji Blinken re hat şandin

Komîteya Rewşa Lezgîn a ji bo Rojava nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Anthony Blinken re nivîsî û jê xwest xelata ji bo girtina pêşengên PKK'ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan hatiye danîn, bê betalkirin

Cemîl

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Rewşa Lezgîn a ji bo Rojava ji bo sê pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan nameyek ji Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re şand.

Nameya bi îmzeya Seroka komîteyê Meredith Tax, Sekretera Giştî Debbie Bookchin û Dîrektora Îdarî Ozlem Gonder, ji Blinken re hate şandin. Di nameyê de ji rêveberiya Biden hate xwestin ku siyaseta durû ya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump a li dijî kurdan biterikîne.

Di nameyê de gotinên serokê Amerîkayê Joe Biden ên civîna çapemeniyê ya 4’ê sibatê hate bibîrxistin ku Biden hingî gotibû, polîtîkaya derve ya DYE’yê dê li ser bingeha mafên mirovan bê rûniştandin û hate ragihandin ku nûkirina biryara li dijî lîderên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan, ji bo sûîqestê rê dide Tirkiyeyê.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku stratejiya AKP’ê li dijî berjewendiyên DYE’yê ye, lewma divê bê terikandin.

Di nameyê de hat bibîrxistin ku polîtîkayên ku serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan dimeşîne, piştgiriyê dide DAIŞ’ê û hevkariya bi komên çete yên bi Ceyş el Îslam, Tûgayên Sûltan Mûrat bi belgeyan hatiye ispatkirin. Di nameyê de her wiha ev gotinên Brett McGurk jî hate bibîrxistin: “Gelek komên muxalîf ên sûriyeyî yên Tirkiye piştgiriya wan dike, li şûna ku li dijî DAIŞ’ê şer bikin, bi rengekî aşkera ragihandine ku ew dixwazin li dijî kurdan şer bikin, lewma komên tundrew e.”

Di nameyê de hat destnîşankirin ku PKK rêxistineke terorîst nîne, rêxistineke rizgariya neteweyî ye ku sala 1995’an mohra xwe daniye binê Konvansiyona Cenevreyê û hat xwestin ku xelata ji bo girtina lîderên PKK’î hatine danîn bê betalkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar