Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Mexmûrê Saziya Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn hat vekirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Saziya Çand û Huner a Kevana Zêrîn hate vekirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Saziya Çand û Huner a Kevana Zêrîn hate vekirin.

Merasima Saziya Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn ku bi dehan şêniyên wargehê beşdar bûn. Têkildarî vekirina saziyê Endama Meclisa İştarê Fadîle Tok axivî.

Tok di şexsê Hozan Mizgîn de tevahî şêhîdên meha gulanê  bi bîr anî û wiha got: “Hozan Mizgîn bilbila Botanê bû. Şoreşa me şoreşa şehîdan e. Heval Mizgîn di sala 1962’yan de li gundek Batmanê ji dayik bû. Di sala 1992’yan hem xebatê çandê hem jî xebatên şoreşgerî da meşandin. Di şoreşa  Kurdistanê de keda Şehîd Mizgîn xwedî ciheke bi nirx e. Heval Mizgîn bi stranên xwe êşa Kurdistanê û bindestiya gelê kurd aniye ziman. Gelê Botanê bi dengê Mizgîn û Sefkanan rabû ser pêyan. Şehîd Mizgîn di sala 1992’yan de li Tetwanê di şerekî de tev li karwanên şehîdan dibe. Tu caran dengê Şehîd Mizgîn ji nava dilê şoreşê neçûye û wê her tim di dilê me de bijî.”

Piştî axaftinê deriyê saziyê hat vekirin.

Her wiha merasîm bi stran û govend gerandinê bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar