PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Neviyên xwe bi çîrok û mamikên kurdî mezin dike

Alî Alagoz ê 66 salî yê li Îdirê dijî, mîna zarokên xwe neviyên xwe jî bi çîrok û mamikên kurdî mezin dike û bang li malbatan kir ku di warê zimanê kurdî de bi hestiyar tevbigerin

Welatiyê 66 salî Alî Alagoz ê li bajarê Îdirê dijî, zarokên xwe çawan mezin kirine, hewl dide neviyên xwe jî wisan mezin bikin. Alagoz mîna zarokên xwe, neviyên xwe jî bi fêrkirina çîrok û mamikên kurdî mezin dike. Alagoz di nava rojê de, neviyê xwe yê 4 salî Rezzan, li pêş xwe dide rûniştandin, hem jê re çîrokan dibêje û hem jî mamikan jê pirs dike. Rezzan ê her tim guhdarî mamikên bapîrê xwe dike jî, cih de bersiva pirsên bapîrê xwe dide.

Alî Alagoz diyar kir ku wî îsal bi zarokên xwe re demên bi keyf derbas kirin û wiha got: “Zarokên me min bi vî awayî hem fêrî zimanê kurdî dibin û hem jî kêfxweş dibin. Hemû kesên ku girîngiyê didin hebûna xwe, divê xwedî zimanê xwe yê zikmakî derkevin û fêrî zarokên xwe fêr bikin. Heya ku em wisa bikin, dê kurdî tu carî tune nebe û neyê jibîrkirin. Yên ku zimanê xwe bîr dikin, hebûna wan jî tune dibe. Piraniya zarokên kurdan bi kurdî nizanin. Ji bo ku zarokên min zimanê xwe ji bîr nekin, ez her tim behsa girîngiriya ziman ji bo wan dikin. Di heman demê de, vê girîngiya ji neviyên xwe re jî vedibêjim. Bi çîrok û mamikên kurdî vê yekê xurt dikim. Neviyê min hemû pirsên mamikan dibersivîne. Sedema zanebûna wî jî perwerdeya li malê dest pê dikeye.”

Bang li malbatan kir

Her wiha Alagoz zextên li ser kurdî bi bîr xist û ev bang li malbatan kir: “Ji dîrokê ve li ser zimanê kurdî zext û êrîş hene. Berê kasetên kurdî hebûn. Bi veşartî me guhdarî wan dikir. Bi ser malan de digirtin. Dema ku kaset didîtin, li me dixistin. Di kasetan de kilamên dengbêjiyê hebûn. Ji bo vê bi rojan em di lêpirsînê de dihiştin. Ji me re digotin ‘Hûn çima guhdar dikin?’ Niha jî ev zext dewam dikin. Dema ku mirov bi tirkî bêje, qet nabe pirsgirêk, lê gava ku mirov bi kurdî bêje sûc tê dîtin. Ji bo ku karibin van zextan bişkînin, ez çîrok û mamikên bi urf û adetên xwe ji zarokên xwe re vedibêjim. Ez niha mamik û çîrokên kurdî fêrî neviyên xwe dikim. Divê hemû malbatên me jî di vê mijarê de bi hestiyar bin.” ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar