Li Parka Salih Ozdemîr a Taxa Cûdî ya Êlihê, duh bi şev, polîs û notirvanan bi hinceta qedexeya derketina kolanan a di çarçoveya bergirtiyên vîrûsa koronayê hat îlankirin de, zarokekê 15 salî bi erdê re dirêj kirin, tundî û îşkence lê kirin. Tundiya polîs û nobedaran, ji aliyê welatiyan ve bi telefonê hat qeydkirin.
Di dîmen de, xuya dike ku zarokekê 15 salî yê navê wî nehat zanîn, ji aliyê polîs û notirvanan ve bi erdê re tê dirêjkirin, kes ser zarok rûdine, polîsê sîvîl ê gomlekê wî spî zarok dide ber peyin û kulman.
Welatiyên derdorê bertek nîşanî îşkenceya polîs û notirvanan dan. Polîs û nobedaran li ser vê yekê heqaret li welatiyan kirin û gule berdan esmanan.
Hat diyarkirin ku polîsan zarokê ku îşkence lê kirin, dûre birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê. ÊLIH