Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Mêrsînê nijadperestan êrîşî malbateke kurd kirin

Malbateke kurd ku ji başûrê Kurdistanê hat Mêrsînê, ji ber kurdbûna xwe bûn hedefa êrîşa nijadperestên tirk. Yek jê giran 2 kes birîndar bûn

Malbateke kurd a ji Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê hat Mêrsînê, li herêma Gozsuzce Sirtlan a navçeya Bozyaziyê bû hedefa êrîşa 3 kesên nîjadperest.

Êrîşkaran bi îşareta ‘Gurê Boz’ ku hêza paramîlîter a nijadperestên dewleta tirk e, êrîş kirin. Di encamê de yek jê giran 2 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Dîmenên êrîşa nijadperestî li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin. Di dîmen de tê dîtin ku yek ji birîndaran ji ser hişê xwe çûye û di nava xwînê de li erdê dirêjkirî ye. Yek jî çend caran dibêje, ‘Mêr kuştin.”

Nayê zanîn ku êrîşkar hatine binçavkirin an na. Rayedarên tirk tu daxuyanî di vê de barê de nedane.

Hewl dan ji zinar biavêjin

Şahidê bûyerê Cîhan Kûtlûk têkildarî bûyerê ev tişt anî ziman: “Bi kevir êrîşî zilam û kurê 12-13 salî kirin û kevir li serê wan xistin. Zilam ber bi bendên rê ve ket û ji ser hişê xwe çû. Hewl dan ku zilam ji zinar biavêjin. Dibe ku weke şerê rênedana rê bê nîşandan, lê belê rastî ne bi vî rengî ye. Dema ku îşareta gurê boz kirin û sixêf li kurdan kirin, min fêhm kir ku êrîşeke nijadperestî ye. 5 deqeyan sixêf li kurdan kirin. Min rahişt zilam, xist cîpa xwe û bir nuqteya jendermeyan. Piştre jî me bang li ambûlansê kir û rakirin nexweşxaneyê.”

Êrîşkar bi wesayîteke bi plaqeya 01 YG 428 hatin

Kûtlûk di îfadeya xwe de ya li Qereqola Jendermeyan a Tekelî got ku êrîşkar ji wesayîteke Honda Civic a reş a bi plaqeya 01 YG 428 peya bûn, ji êrîşkaran kesê bi navê Mehmet Fatîh Oflaz rahişt kevirekî mezin û avêt serê ajokarê wesayîta malbata kurd tê de bû.

Li gorî agahiyan, heman êrîşkarî gefa kuştinê li şahidan jî xwariye û Kûtlûk wiha got: “Kesê bi navê Mehmet Fatîh Oflaz vegeriya û got ‘Yên ku ev bûyer dîtine ez ê li pêş li benda wan bim û bikujim. Kê ev bûyer dîtibe… Ez ê vê derê li we teng bikim… li Kurdan.’” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar