Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Êrîşî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin

Komek ji 3 kesan pêk hat, duh bi şev êrîşî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin. HDP’ê derbarê êrîşê de daxuyanî da û wiha got: “Êrîşkar nehatin binçavkirin û faîlê êrîşê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye.”

Komek ji 3 kesan pêk hat, duh di saet yekê şevê de, êrîşî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. HDP’ê derbarê êrîşî de daxuyanî da û destnîşan kir ku di demeke ku têkiliyên siyaset-mafyayê aşkera bûn de, êrîşkirin ne tesaduf e.

Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navenda HDP’ê têkildarî êrîşê da, wiha ye: “3 kesên nasnameya wan ne diyar, duh bi şev saet 00.05’an êrîşî avahiya navenda me ya giştî kirin. Polîsên ku avahiya me diparastin, bi tu awayî mudaxileyî êrîşkaran nakin, weke ku ji bo wan bûne alîkar tevgeriyane. Ji ber vê êrîşkar li şûna ku bên binçavkirin, dest û milên xwe hejandine û ji cihê bûyerê çûne. Ev jî dide nîşandan ku kîjan hêzan ev kes ber alî kirine.

Bersûcê vê êrîşê desthilatdarî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye. Di demeke ku têkiliyên siyaset-mafya û hevkariyên tarî aşkera bûn de, êrîşkirin ne tesaduf e. Bi vê dixwazin hedefê berevajî bikin. Em ê tu carî welat terkî insafa vê hişmendiya tarî û êrîşkar nekin. Em ê bi têkoşîna hevpar Tirkiyeyê ji vê tarîtiyê rizgar bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar