PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PZK: Divê kurd hê bi hêztir li zimanê xwe xwedî derkevin

PZK’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û xwest zimanê kurdî bibe xwedî statu û bi awayekî aşkera di qanûnan de were naskirin

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Platformê bi bîrxist ku di 15’ê Gulana 1932’an de li bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kirin û wiha got: “Ev kovara ku xwedî gelek nirxên hêja bû bi salan xizmetên giranbûha ji doza gelê me re kirin. Em baş dizanin ku îro jî xebata ziman, wêje û çanda kurdî li ser mîrata Hewarê pêş ve diçe, dibişkive, geş dibe û berheman dide. Platforma Zimanê Kurdî xebata Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzgirtin bibîr tîne.”

Platformê da zanîn ku Roja Zimanê Kurdî ji sala 2006’an û vir tê pîroz kirin û ev tişt got: “Platforma Zimanê Kurdî di vê roja watedar de dixwaze bala gelê xwe bikşînê ser pirsa zimanê dayîkê. Zimanê dayîka me divê were parastin û bikaranîn. Dê û bav, xort û qîz, jin û mêr divê zimanê kurdî bi hevudû re biparêzin. Em dizanin ku zimanê kurdî nasnameya me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Di pirsa zimanê kurdî de divê em bi hişmendi tevger bikin. Ji ber wan sedeman divê miletê kurd di her qada jîyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikarbîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve.”

Divê kurd di hemû bîyavan de zimanê xwe bi kar bînin

Platformê hin daxwazên xwe yê têkildarî zimanê kurdî wiha rêz kirin: “Di xebata siyasî de divê kurd civînên xwe bi kurdî bikin, di çalakiyan de bi kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi kurdî binivîsînin, hunermendên me divê bi kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahîyan de bi kurdî biaxivin. Bila TV, rojname û malpêrên kurdan bi kurdî weşanên xwe bikin. Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikarbînin, li mizgeftan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikarbînin. Li balafirgehan, li otogaran, di otobûs û minîbûsan de, li sûk û qeyseriyan bi kurdî biaxivin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.”

Bila di qanûnan de were naskirin

Platformê destnîşan kir ku hin daxwazên wan ji berpirs û rayedarên dewletê jî hene û wiha berdewam kir: “Zimanê kurdî bila bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu. Divê zimanê kurdî bi awayekî eşkere di qanûnan de were naskirin û pejirandin.”

Daxwaza ji gel

Platformê herî dawî bal kişand ser kampanyaya îmzeyan a ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî û bi van gotinan bi dawî kir: “Me kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin. Di vê kampanyayê de daxwaza me ji gelê me ev e; him li ser online û him ji li ser kaxizê em îmzeyan berhev dikin. Hemû kes bîla li gora derfetên xwe beşdarî vê kampanyayê bibe. Zimanê kurdi rûmeta hemû Kurdan e. Ji ber vê yekê jî em dibêjin;  Bila Roja Zimanê Kurdî pîroz be! Bila ji kurdan re her roja bibe Roja Zimanê Kurdî!” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar