Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komxebata helwesta neteweyî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê destpê kir

Komxebata bi pêşengtiya KNK’ê ji bo helwesteke neteweyî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bê nîşandan hat organîzekirin, destpê kir

Navenda Nûçeyan |

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Konferansa ‘Helwesta Neteweyî ya dijî dagirkeriya dewlewa tirk’ destpê kir.

Zêdetirîn 200 kes tev li konferansa bi rêya online, bernameya zoomê bûn.

Komxebata ku gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistin, siyasetmedar û rewşenbîr cihê xwe girtine, bi axaftinên hevserokên KNK’ê Ahmed Qeremûs û Zeyneb Mûrad destpê kir. Hevserokên ku berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya 23’ê Nîsanê ya li dijî herêmên gerîlayê Azadiya Kurdistanê hatiye destpêkirin silav kir.

Di komxebata tevahî rojê dom bike de, dê hewl bê dayîn ku helwestekî hevpar a neteweyî ya Kurdistanê bê nîşandan.

Komxebat piştre bi axaftinên nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên hatine vexwendin dom kir.

Karayilan: Hedefa me têkbirina mêtirgeriya tirk e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan peyamek bi dîmen ji bo komxebatê şand.

Karayilan ji bo derfetek wiha hate avakirin ku tev li komxebatê bibe spasiyên xwe kir û wiha got: “Silav ji bo Rêveberiya KNK’ê ku ev derfet da em beşdarî komcivînê bibin. Ji bo vê em spas dikin. We hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Hemû endam û beşdarvanên konferansê bi rêzdarî silav dikim, ji bo wan di têkoşîn, jiyanê de serketinê dixwazim.”

Temamiya peyama Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan wiha ye:

“ Hevalên Hêja;

Îro li herêma li Rojhilatan Navîn weke tê zanîn, şerek heye. Ev şer bi rêbazekî nû, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Her kes dizane ku piştî vî şerî wê herêm ji nû ve bê dîzaynkirin. Niha em dinêrin, dewletên dagirker û mêtingerên Kurdistanê, ketine nava hewldaneke girîng ku di dîzayna nû de kurd cih negirin. Cardin, peymana Lozanê temenê xwe 100 sal bû, va 2 sal ma, 2023’an êdî hikmê xwe namîne. Dewleta Tirkiye ya dagirker, dibêje; ‘Li Lozanê heqaret hate kirin,’ va Erdogan vê yekê bi xwe anî ziman. Niha ew amadekarî dikin ku dema peymana Lozanê biqede, mijarê sînorên Mîsaqî Mîllî hem siyasî, hiqûqî û hem leşkerî bixin rojevê. Niha di amadekariyek wisa de ye, stratejiya Tirkiye li ser vî esasî tev digerin. Ji bo wê, ji Efrînê heta Sîdekan, Xakûrkê dixwazin herêmek tampon ava bike. Hem ji Rojava û hem jî başûrê Kurdistan dixwaze ax dagir bike, heta hîn jî pêş ve biçe. Ev bi esasê avakirina bingeha stratejiya Mîsaqî Mîllî, daxwaz bike ku wisa tev li axa xwe bike. Li hemberî van kiryarên dewletên serdest, dagirker pêwîst e ku em kurd jî xwedî stratejîiyek hevbeş û netewî bin. Ev mijareke gelekî girîng e. Eger ku em van serdemên stratejîk, rast nexwînin û siyaseta netewî, bi yek destî nedin pêş, ji bo dahatûya gelê kurd, ji bo destketiyên gelê kurd ên niha heyî xeteriyek mezin heye. Ji bo vê em van mijarên komcivînan û hewldanên yekitiya neteweyî pir girîng dibînin.

Niha êrîşên ser Herêma Behdînanê pêş ketin, bê guman bê hêzên navdewletî pêk nehatine. Ji ber ku em dizanin, bê Amerîka balafir nikare li ser vê axê bifirin. Ya din a girîng hikûmeta Herêma Kurdistanê heta roja îro, bêdeng e û helwestên xwe ne zelal e. Niha ev bêdengî, rewabûnekê ji bo van êrîşên dewleta Tirkiyeyê re çêdike. Ango wekî piştevaniyekê ye. Ji ber ku dewleta tirk destdirêjî axa Kurdistanê dike. Bi top, tank û êrîşê diçe kîjan cihî ne demkî, ji bo mayînde bibe, cih û war rê çêdike. Ne ji bo salekê tê. Ji bo demdirêj tê. Ji bo vê yekê bi rastî ev helwesta raber dike, rayedarên Hikûmeta Herêmê bi gotinên dewleta tirk bawer dikin. Ango dewleta tirk dibêje ‘ez ji bo kurdan nayêm, bi kurdan re tu pirsgirêkên min nîne. Ez ji bo PKK’ê têm.’ Ji seknê niha dixuyê ku ew ji vê bawer dikin. Ev bi rastî mijareke pir girîng e.

Niha bi rastî mêze bikin, tirk 950 sal in li herêmê, li Anatoliyayê ne. Ji wê çaxê heta niha, dewleta tirk çiqas car soz dane ku gelê kurd, mîrên kurd. Tu demê sozên xwe pêk neanîne. Di serdema osmanî û serdema Komara Tirkiyeyê de jî, dema ku serhildanên kurd radibin, hinek kurd dixe gel xwe, dike hevpar û tev diçin ser serhildanê. Demê serhildan îmha kirin, ew ên hevpar jî îmha kirine. Nimûneyên vê di dîrokê de ne yek û du ne, bi dehan nimûne hene. Dema ez zarok bûm, ixtiyarên gundê me digotin; ‘Ev dewleta tirk ku dema bibe ker jî divê mirov lê siwar nebe.’ Ji ber ku weke çiqas xwe baş bike, wê lîstikek bike û te bixe. Gotinek heye dibêjin; ‘Li gel Osmaniyan lîstik naqedin’. Gotinê dewleta tirk bawerkirin, şaştiyek pir mezin e. Divê mirov bawer neke. Niha dibe ku birêz rêveberên Hikûmeta Herêmê pişta xwe bi dostên germ dikin, weke Amerîka, Yekitiya Ewropa bi wan bawer dikin. Di aliyê me de ev jî ne di cih de ye. Lê binêrin; dewleta tirk di sala 1974’an de tevî ku Amerîka li dijî bû, YE bi temamî li dijî bû, çû Qibrisê dagirkir û jê derneket û hê jî têde ye. Cardin li ber çavê Amerîkayê, li ber çavê Ewropa û cîhanê tev di sala 1957’an de li hember rûman wisa êrîşek li Stenbol û hemû deveran mal û milkên wan dagirkirin, qetilkirin û sirgunî Yewnanistanê kirin. Ev hêz li hember Tirkiyeyê çi kirin. Di dema Qibrisê de Amerîka ambargo çêkir, çend salan doma kir û piştre têkiliyê xwe baş kir. Yanî Tirkiye di biryarên xwe yên stratejîk de tu kesî guhdar nake. Ev dewlet jî berjewendiyên xwe dinêrin. Ji bo xatirê kurdan wê li dijî kurdan li ber xwe bidin, dê bi tirkan re şer bike. Herî zêde şermezar bikin, ambargo û cezayên aborî li ser bisepîne. Ji xwe Tirkiye ev yek hemû daniye ber çav. Tirkiye van guhdar nake. Ji bo dahatuya xwe destkeftiyên gelê kurd xeter dibîne. Xeter dibîne li Rojhilata Navîn kurd xweser bin û xwedî statû bûn. Vê ji bo xwe xeter dibîne. Ji bo wê guh nade kesê. Di vê çarçoveyê de pêwîst e mirov guh nede tu kesî. Em bi xwe bi yekitiya xwe bawer bikin û em divê wisa tevbigerin.

Niha dema ku em vê dibêjin, birader dibêjin; PKK bi Tirkiye re şer dikin, dixwazin em hemû beşdar bibin û alîkar bibin. PKK van tiştan ji bo xwe dibêjin. Ji ber ku wisa difikirin, ev gotinên me yên derbarê Tirkiye, zêde nadin ber çavan, me guhdar nakin. Dewleta tirk guhdar dikin. Halbûkî dewleta Tirkiye bi dehan car kurd xapandine. Ne cihê baweriyê ye. Hinek heqîqet hene. Heqîqet çi ye? Divê mirov vê heqîqetê nas bike. Dewleta Tirkiyeyê, xeta xwe ya îdeolojîk, stratejiya xwe çi ye, çi difikire? Divê mirov li vê binêre. Lê biraderên me piranî di çarçoveya siyasetê de dewleta tirk nas dikin. Di warê kûr de pir li ser ranawestin. Ji bo vê dewleta Tirkiye li hember gelê kurd di êrîşekê de ye. Di nava lîstokeke mezin de ye. Divê em vê xeteriyê bibînin.

Hevalên hêja;

Tevahî endamên Kongreya Netewî ya Kurdistan; em hewldanên we, xebatên we girîng dibînin û bi rastî xebatên ji bo yekîtiya netewî, xebatek pîroz e. Em rêz nîşan didin. Em bawer in ku teqez hûnê encam jê bigirin. Lê divê ku mirov, heqîqetên heyî bi her kesê bide famkirin. Hewldanên mezin pêş bixin. Bi rastî divê em vegerin dîrokê, dibêjin, ‘îro di dîrokê de veşartiye.’ Ji bo tu îro nas bikî, divê dîrokê bixwînî. Ji bo wê jî di van serdemên girîng de, bi rastî hewldanên ji bo yekîtiya netewî, pir zêde girîng e. Ez bawer im, Birêz Kek Mesûd vê rewşê wê bibîne. Dema ku hewldan pêş bikevin, teqez wê xeteriya li ser dahatûya gelê Kurd bibîne. Cardin, hevserokên YNK’ê Rêveberiya YNK a Siyasî, Rêveberiya Tevgera Goran ez bawerim ew jî di şik û gumanan dene, wê heqîqetê hîn zêdetir bikarin, bişopînin û helwestên pêwîst pêş bixin. Jixwe di Başûrê Kurdistanê de, rêxistinên ne di nava desthilatê de ne, hinekan helwestên xwe diyar kirine, weke Partiya Komunîst, Zehmetkêşan û saziyên sivîl helwestên xwe danîn, di wê bweriyê de ne ku yên nedanî jî wê danin. Pirsgirêk di vir de ne tenê Başûrê Kurdistane, divê her çar parçeyên Kurdistan, partiyên siyasî, kesên rewşenbîr, hunermed, nivîskar teqez divê demê stratejîk de, divê di nava hewldanên yekîtiya netewî de bin. Di vê xisûsê de xebatên bê kirin, em wek PKK bi her awayî ji fedekariyê re em ê amade bibin. Tiştên dikevin aliyê me em ê pêk bînin.

Hevalên hêja;

Niha li gorî peyamên ji aliyê we ji bo me hatiye. We gotiye, rewşa şer çi ye? Ji bo civakê bê îzahkirin. Em dixwazin li ser vê mijarê jî hinek tişt bêjin;

Ev êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê pêk anî, ne weke operasyonake ji rêzê ye. Bi leşkerekî mezin, di nav de çeteyên ji Sûriyeyê jî hene. Cardin bi teknîkeke pir berfireh, bi daîmî bomberdûman weke ku li hember dewletekê êrîş bikin, dewleta Tirkiyeyê di şeva 23’ê Nîsanê de êrîşa xwe da destpê kir. Ew jî pir balkêş e, gelek hate nirxandin. 24’ê Nîsanê Roja Qirkirina Ermeniyan e. Weke ku me çi anî serê ermeniyan em ê wê bînin serê we jî. Dewleta Tirkiyeyê tiştên wiha pir girîng dibînin. Hemû hewldanên xwe di rojên wisa de ji bo peyam bidin ên beramberî xwe dike. Ev operasyon jî wisa amadekirine, wisa dixuyê. Bi vî hewayî êrîş destpêkirin, lê amadekariyên me hebûn. Di demeke em nava hêzên parastinê de, di nava hewldanên nû de ne, nûjenbûnê pêk tînin. Em hewl didin ku hêzekî bi vîn, bi cesaret bi aqil, hostayî pispor tev bigere, bikare wisa teknîka dijmin vala derxîne. Cardin li ser erdê kûrahî û firehî baş bikar bîne, em bikarin dijmin têk bibin. Li ser vê hewldanên me hene. Di vê çarçovê de hêzên me 20 roj in li ber xwe didin. Berxwedaneke bi rastî girîng dikin. Li gelek cih dijmin hîn yekem lê bûne, hê li wir in, nikare pêş ve bê. Li hinek cihan çend kîlometreyan pêş ve hatine. Şer heye, şer dewam e. Li ser nexşê jî dikarim destnîşan bidim. Ji bo baştir bê famkirin.

Niha li herêma ku şer lê heye, ev der Metîna ye. Ev der herêma Zap e, ev der jî Avaşîn e. Ev yên sor hemû yên dewleta Tirkiye ne. Yên zer jî gerîla lê ne. Wisa ev nexşe hatiye amadekirin.

Niha em derbasî Metîna bibin. Li Metîna dijmin hatiye Girê Zendûra, li wir çend cih girtine. Ev der wisa xwe dirêj kiriye. A niha li vir şer heye. Di vê xetê de şer heye û hevalên me hîn di Girê Zendûra de hene. 20 roj in nikarin hevalên me derxînin. Hevalên me hê li wir in. Ji bo Metîna ez dikarim vê bêjim. Dem pir kin e.

Niha derbasî Zapê bibin. Niha li Zapê dijmin dixwaze du baskan de bê. Yek xeta Cîloyê Biçûk yek jî ya Kela Bêdewê ye. Heta niha heta vir hatine, li van xetan şer heye. Dixwaze pêş ve bê lê ji ber ku berxwedan heye, nekarîne pêş ve bên.

Em derbasî Avaşîn bibin. Niha şerê herî berfireh li Avaşîn pêş ket. Ji ber ku li vir dijmin di baskekê de ji aliyê Şemzînan Rûbarok ve hat. Hêza leşkerî ya mezin heye, ji vir êrîş anî ser Mamreşo. Girê Mamreşo ev der e. Yek ji aliyê Gever ve êrîş anî ser xeta Mervanos. Wisa ji du baskan ve hat. Avaşîn wisa di navberê de diçe heta Oremarê. Li vir sêgoşeya avê heye. Ava Basya heye. Dijmin niha li vir dixwaze, hevalên me yên di vir de bixin dorpêçê. Ji bo wê şerekî pir mezin û giran li Mamreşo çêbû. Li vir dewleta tirk çekên kîmyewî bikar anî. Bi pêşengtiya hevrê Serhat Giravî de hevalên li vir bi rastî destanekî nû avakirin.

Yanî di vî şerî giştî de cesaret û fedekariyên ku gerîla azadiya Kurdistanê raber dike, bi rastî em jî pir rêzdarî nîşan dikin. Di astekî pir bilind de ye, keç û xortên kurd li qada şer, vînek mezin raber dike. Niha dijmin li Mamreşo girtiye, lê şer heye, niha li Aris Faris, li Mervanos hene, lê şer heye. Dixwaze Marvanos û Aris Faris kontrol bike. Ji bo hevalan tev bixin dorpêçê. Wê şereke dijwar li vê sêgoşeyê pêş bikeve. Ji ber ku gerîlayên li dorpêç jî bibe wê venekişin û li ber xwe bidin. Niha li seranserî eniyê şerekî wisa berdewam dike. Bi esasî 20 roj derbas bû, ji bo gerîla serketineke û encamekî mezin e. Em di vê mijarê de ji xwe bawer in, em vê jî bêjin, eger alîkarî ji bo gerîla hebe, wê teqez gerîla dagirkeriya Tirkiyeyê li vir bişkîne. Divê mirov ji vê bawer bike. Alîkarî nebe jî, belkî dirêj bajo lê hedef ew e ku em dagirkeriya Tirkiye bişkînin.

Berxwedana gerîla li ser vî bingehî ye. Ji bo wê em dibêjin, eger ku em weke kurd dixwazin li ser erdê cih bigirin, bibin xwedî statû, divê em li hember dagirkeriya Tirkiyeyê, bibin xwedî vîn. Heta ku em vîn raber nekin, dagirkeriya Tirkiyeyê nasekine, hemû destkeftiyên kurd bikin hedef. Bîr û baweriya me ev e, ji bo wê em pir girîng dibînin, vê mijarê weke mijareke ji bo gelê kurd, ji bo siberoja gelê kurd mijareke hebûn û tunebûnê dibînin.

Em di vê çarçoveyê de hewldanên ji bo avakirina stratejiyeke hevbeş pir û pir girîng dibîni. Di vê xisûsê de ji we ji bo hemû beşdarvanên civînê, ji bo rêveberiya KNK’ê bi dil û can serketinê dixwazin. Birêzdar we tevan silav dikin, ji bo we tevan gelek spas dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar