Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cezayê nû yê dîsîplînê dane Ocalan!

Parêzer Rêzan Sarica aşkera kir ku cezayê nû yê disîplînê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Yek ji parêzerê Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica ku parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, got ku meha çileyê cezayekî nû yê disîplînê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û adarê ew ji vê agahdar bûne.

Sarica yê ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî wiha got: “Divê em hem parêzer û hem jî civak li dijî vê tercîda li Îmraliyê derkevin. Ji bo ku em bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin, ji 15’ê adarê û vir em her roj serlêdan dikin û em dixwazin biçin hevdîtinê bikin. Heta niha hemû serlêdanên me bê encam mane.

Ji ber vê yekê her roj mafê muwekilê me tê binpêkirin û li dijî wî sûc tê kirin. Me li Serdozgeriyê Komarê yê Bûrsayê gilî kir. Lê dozger tu bersiv neda me. Me serî li Hekîmê Înfazê ya Bûrsayê da, lê piştî demek dirêj em bi biryarek li dijî bêhiqûqiyê re rû bi rû hatin. Hemû mafên ragihandin, malbat, parêzer, parastin, serlêdan, azadiya ramanê û mafên bingehîn bi komî red kirin. Di bersivê de em fêr bûn ku di çileya 2021’an de cezayê dîsîplenê daye muwekilê me.

Dîsa di îlona 2020’an de em bi qedexek nû re rû bi rû man. Ev biryar û ev pêkanîn li dijî hiqûqê ne. Bêyî hincet, an jî bi hincetê li dijî hiqûqê prosedurekî dixin meriyetê. Li gorî vê yekê cezayê dîsîplînê didin. Dema vê yekê dikin jî agahiyê nadin parêzeran. Li gel ku cezayê dîsîplînê 1-3 meh in jî, lê ruxmê ku dema ceza qediya ye jî dîsa cezayê dîsîplînê didome û bê dem dixin meriyetê. Bi vê hincetê mafê ziyareta parêzeran asteng dikin.”

Heta niha tu daxwazên wan nehatiye qebûlkirin

Parêzer Sarica anî ziman ku heta niha hem tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin û hem jî hemû qedexe bi komî didomin û wiha lê zêde kir: “Tecrîda Îmraliyê tenê bi Azadiya Ocalan dikare bi dawî bibe. Ji bo ku ev pêvajoya tecrîdê bi dawî bibe, em serî li hemû saziyên muxatab ên pergalê didin. Yek ji van saziyan jî Wezareta Dadê ye. Lê hemû serlêdanên me bê encam man. Dîsa di pêvajoya dawî de me 2 caran serî li CPT’ê da. Lê heta niha CPT tu bersiv nedaye me. CPT berê gotibû ji bo tecrîd bi dawî bibe xebatan dikin. Lê heta niha tu daxwazên me li ber çavan nehatine girtin.”

Helwesta darazê

Di axaftina xwe de Sarica bal kişand ser helwesta darazê ya li dijî parêzerên Ocalan jî û wiha got: “Bi taybetî rewşa dadgehan balkêş e. Her girtî bi awayekî zagonî dikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Dikare ziyaret bike û biparêze. Girtî dema mafê wî hat binpêkirin dikare bi rêya parêzer mafê xwe biparêze. Dema cezayê dîsîplînê da, divê bi parêzeran re bê parvekirin. Divê agahî bidin parêzeran û wan agahdar bikin. Lê tu agahiyê nadin parêzeran. Ji ber ku naxwazin em têkoşîna hiqûqî bidin. Ji ber hiqûq li holê tune ye. Cezayê ku didin Ocalan dixwazin veşêrin. Gelek cezayê dîsîplînê ji ber Birêz Ocalan mafê xwe yê sporê bi meşê derbas dike, didin wî. Ji ber ku Birêz Ocalan li hewşê diçe û tê tûran davêje, ceza dide wî. Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber li hewşê tûr (volta) avêtiye ceza lê hatiye birîn. Di wextê wê de ev yek îtîraz jî kiriye. Mafê tûran (volta) mafekî gerdûnî ye. Ev nîşan dide ku cezayekî keyfî dane.”

Bersiva îtîrazên wan nadin

Parêzerê Ocalan, Rêzan Sarica, diyar kir ku bi hin muwekilên xwe re îtîraz kir û wiha berdewam kir: “Piştî em fêr bûn ku ceza dane, me mînakên dosyayan xwestin. Lê ev daxwazên me yên xwestina dosyayan red kirin. Heta niha bersiva îtîraza der barê muwekilê me de nehatiye. Dema bersiv bê em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirk bidin. Bersiva hin îtîrazên me hatin, îtirazên me red kirin. Em ê serî lê bidin. Gelek biryarên ku didin teblîgî me nakin. Agahiyê nadin me. Ji ber vê yekê em nizanin cezayê dîsîplînê li gorî çi û ji bo çi didin.”

Pirsgirêka herî mezin

Her wiha Sarica diyar kir ku heta encamê bistînin dê hemû mafê xwe biparêzen û serî li hemû rêyên neteweyî û navneteweyî bidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em naxwazin mafê muwekilê me yê hiqûqî bi tu awayî bê asteng kirin. Jixwe dixwazin mafê muwekilê me yê hiqûqî asteng bikin. Lê li dijî vê bêhiquqiyê têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome. Heta em encam bistînin em ê hemû mafê xwe yê hiqûqî biparêzin û em ê serî li hemû rêyên neteweyî û navneteweyî bidin. Dem dema têkoşîna hiqûqî ya demokratîk e. Divê em hişmendiya demokratîk zindî bikin. Bi temaşekirin û bendemayînê pirsgirêk çareser nabe. Îro çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê pêk tên, tecrîdkirina Birêz Ocalan û helwesta li dijî gelê kurd e. Pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka azadiyê ye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar