Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

24 sal ji ser Komkujiya Hewlêrê derbasbû

24 sal ji ser komkujiya Hewlêrê derbas dibin ku têde 83 kesên birîndar, rojnameger, çalakvan û siyasetmedar hatin qetilkirin. Heta niha jî tawanbarên ku vê komkujiyê pêk anîn, nehatine cezakirin û heta niha cenazeyên qurbaniyan radestî malbatan nehatine kirin

Di 16’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê bi leşkerên tirk ên dibin navê Hêzên Aştiyê ku li herêmê li ser kar bûn re, êrîş birin ser gelek saziyên ku Heyva Sor a Kurdistanê jî di navê de bû û bi dehan kesên bêparastin qetilkirin.

Komkujiya Hewlêrê çawan pêk hat?

Du roj beriya komkujiyê yanî di 14’ê Gulana 1997’an dewleta tirk bi beşdariya zêdetirî 200 hezar leşker ku pêşmergeyên PDK’ê jî têde cih girtin, li ser xaka başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê dest bi êrîşek berfireh kir.

Li gorî hin zanyariyên ku hinek rayedarên artêşa tirk wê demê li ser çapemeniyê dan, Partiya Demokrata Kurdistan -Iraq (PDK) daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku li başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest bi êrîşê bike. Di dema êrîşê de jî pêşmergeyên PDK’ê mil bi milê leşkerên tirk cih girtin.

Li gorî hin çavkaniyê agahdar ji bûyerên wan rojan, roja destpêkirina êrîşa dewleta tirk, Mesûd Barzanî li gel rayedarekî PKK’ê yê Başûr civiya. Mesûd Barzanî di civînê de bi gora bavê xwe Mela Mistefa sond xwar ku ew ê tev li êrîşa dewleta tirk nebin.

Lê du roj piştî wê civînê yanî 16’ê Gulana 1997’an Komkujiya Hewlêrê pêk hat. Hêzên PDK’ê bi awayeke hemwext êrîşê Nexweşxaneya Dezgay Jiyan û Awedan (DJAK) a girêdayî Heyva Sor a Kurdistanê, Navenda Giştî ya Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê, Komeleya Yekitiya Jinên Azad a Kurdistanê (YAJK), êrîşê rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran van saziyan gulebaran kirin. Di êrîşên ku li ser van saziyan çêbû de gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Pêla binçavkirin û girtinê ya piştî êrîşê dan destpêkirin, bi mehan berdewam kir.

Li gorî belgeyan, di komkujiya Hewlêrê de, 83 kesên birîndar, rojnameger, siyasetmedar û hunermend jî di nav de hatin qetilkirin yan jî windakirin. Heta niha jî nayê zanîn kesên di komkujiyê de winda bûne, hatine şehîd xistin yan jî dijîn û di girtîgehan de ne?

Li gorî raportek ya Rojnameya Çetir a hejmara 56’an a sala 2011’an, cenazeyê beşek ji şehîdên vê komkujiyê li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê ku bi Maemel Qîr tê zanîn, hatine veşartin.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Ebdulwehab Ehmed, di derbarê komkujiyê de da zanîn ku rast e PDK’ê ew êrîş pêkanî lê di pişt wê êrîşê de dewleta tirk aktif tev li wê komkujiyê bû.

Heman komplo û plan

Ebdulwehab diyarkir ku PDK’ê û dewleta Tirk xwestin bi komkujiya Hewlêrê dawî li têkoşîna azadiyê bînin û gel teslim bigrin. Ebdulwehab got, lê gel xwedî îradeye û ti demê radestî wan hêzan nabe û ew ê hertim ji bo cezakirina tawanbarên vê komkujiyê têkoşîn bikin.

Ehmed destnîşankir ku niha jî PDK û dewleta tirk heman komplo û planan li ser gelê kurd dimeşînin û wiha got: “Ev sîstem ketiye di jêr kontrola dewleta tirk de. Ji bo wê ye tawanbarên van sûcan nayên cezakirin, belku ev cûre tawan dibe berdewam bikin û bi şêwazên cûda dubare bibin.”

Komeleya Qurbaniyên Şer hat avakirin

Piştî salên 2000’an û şûn de malbatên şehîdên komkujiyê ji bo ronîkirina komkujiyê û zanîna çarenûsa cenazeyên zarokên xwe, gelek hewl dan. Di sala 2010’an de jî Komeleya Qurbaniyên Şer hat damezrandin û bi awayek xurt dest bikarkirina li ser vê komkujiyê kirin.

Di sala 2011’an de jî Komisyona Mafê Mirovan a Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê bi daxwaznameyek ji Wezareta Karên Hundir a Herêmê xwest ku çarenûsa qurbaniyên komkujiyê aşkera bike.

Di sala 2012’an de jî Wezareta Karên Hundir a Herêma Federal a Kurdistanê di beyanameyek de bi awayek fermî îtiraf bi komkujiyê kir û da zanîn tu kesek ji wê komkujiyê sax nefilitine. Lê cihê ku cenaze lê hatine veşartin aşkera nekir û zelal nekir kê ew qetilkirine û çawan hatine qetilkirin. Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar