Desthilata AKP-MHP’ê di 14’ê nîsana 2020’an de qanûna înfazê guhertin û rê li ber berdana gelek girtiyan vekirin. Ji ber ku di nav girtiyên hatin berdan de Serokê Rêxistina Sûc a Organîzekirî Alaatîn Çakici ku Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî li girtîgehê serdana wî kiribû jî hebû ev guhertin di nav raya giştî de weke ‘Qanûna Efûyê’ hat binavkirin.
Bi guhertina Qanûna Înfazê ya Nû re ku di çileyê de ket meriyetê bi hinceta ku ‘rewşa wan a baş’ tuneye berdana gelek girtiyên siyasî tê astengkirin. Ji 6 mehan carekê ji aliyê rêveberiyên girtîgehan û lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan ve ‘rewşa baş’ a girtiyan tê nirxandin û bi hinceta ku ‘rewşa wan a baş’ tuneye girtiyên siyasî yên ku cezayên wan qediyane nayên berdan. Herî dawî Fahrettîn Şahîn ku 30 sal in girtî ye, berdana wî heta 6 mehan hate taloqkirin.
Qawiş dibin mijara ‘rewşa baş’
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) parêzer Destîna Yildiz ku têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî, bal kişand ser pirsên ku di hevdîtinan de ji girtiyên tên kirin. Parêzer Yildiz diyar kir ku rexmî ji hêla girtîgehan ve biryara ku girtî li kîjan qawişê bimîne tê dayîn jî mayîna girtiyan a li qawişan dibe mijara ‘rewşa baş’ û berdan girtiyan tê astengkirin.
Pirsên hevdîtinan
Di berdewamê de Yildiz destnîşan kir ku di hevdîtinên bi girtiyan re tê kirin de pirsên wiha ji wan tê kirin: “Hûn Abdullah Ocalan weke lîderê rêxistinê dibînin?, Roj ji bo we tê çi wate yê?, Rêberê we kî ye?, Hûn çima li qawişa ku lê ne?, Hûn poşman in, ne poşman in?”
Her wiha Yildiz da zanîn ku mekanîzmayeke ku van pirsan kontrol bike û hîn bibe pirsên çawa kirin tuneye û got ku tu eleqeya vê pêvajoya kêfî bi edaletê re nîne. STENBOL