Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Metînayê 3 dagirker hatin kuştin, li Avaşîn û Zapê jî çalakiyên hewayî

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de yên li herêma Metînayê 3 leşkerên tirk hatin kuştin. Li Avaşîn û Zapê jî ji hewayê li dagirkeran hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta tirk a dagirker daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal;

13’ê gulanê saet di 13:00 de li Girê Şehîd Serxwebûnê li herêma Zapê ji hewayê ve bombe li dagirkeran barandin.

13’ê gulanê saet di 15:10’an li Girê Şehîd Serdar ê herêma Avaşînê ji hewayê çalakiyeke bombeyî li dijî dagirkeran hate lidarxistin.

Ev her du çalakî bi rengekî serketî pêk hat û derb li dijmin hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

14’ê gulanê saet di 10:00 de li herêma Metînayê, artêşa tirk a dagirker bi helîkopterên êrîşê li dijî gundên Kêste û Asûrî operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. Hêzên me, dagirkerên ku derketin operasyonê xistin bin kontrola xwe û bi xurtî lê dan. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin dagirkerek hate cezakirin.

Saet di 11:30’î de li dijî yekîneyeke cuda ya dagirkeran ji 3 baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakiya gerîla hate lidarxistin. Şerê li vê derê 45 deqeyan dewam kir û bi qasî ku hate zelalkirin 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Piştî her du çalakiyan, dagirkerên ku nekarîn bi pêş ve biçin obus avêtin qadê û ber bi Girê Zendûra ve xwe vekişandin. Saet di navbera 16:00 û 16:40’î de qada şer bi balafirên şer hate bombekirin. Artêşa tirk a dagirker saet di 21:30’î de jî bi helîkopterên êrîşê bombe li qadê barand û bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê bir.

Dewleta tirk îdîa kir ku di van çalakiyan de leşkerekî wan miriye û 2 gerîla şehîd bûne. Lê belê ev agahî rast nîne û bi qasî hatiye tespîtkirin 3 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye û tiştek bi hêzên me nehatiye.

15’ê gulanê saet di 18:00 de li qada Qela Mamreşo ya herêma Avaşînê, li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Hejmara dagirkerên di vê çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Êrîşên bi balafir û helîkopteran

Artêşa tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrîşan wiha ne:

14’ê gulanê saet di navbera 23:00-00:00 de qada Koordîne ya herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer hate bombekirin.

15’ê gulanê saet di 02:00 de qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

15’ê gulanê saet di navbera 21:20 û 01:30’î de li qadên Mamreşo, Aris Faris û Mervanosê yên Avaşînê liv û tevgera helîkopteran hebû.

16’ê gulanê saet di 06:20’î de qada Dola Konferansê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar