Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Helwesta neteweyî: Parastina Zap, Avaşîn û Metîna parastina hemû Kurdistanê ye

KNK'ê helwesta neteweyî û niştimanî ya li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, bi daxuyaniyek bi sernavê 'helwestname'yê aşkera kir. Di helwestnameyê de hat gotin ku parastina Zap, Avaşîn û Metîna parastina hemû Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan |

Li ser bang û vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nûnerên bi dehan partî, rêxistin û saziyên kurdistanî, ji hemû pîşeyan bi sedan kesayetên serbixwe (nivîskar, hunermend, ronakbîr, akademîsyen, rojnameger, siyasetmedar, nûnerên pêkhate û dîn û dînza) yên kurdistanî ku xwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin, ji bo helwestgirtin li hember êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, ji bo xwedîderketina li berxwedana hêzên parastina gelê Kurdistanê, di 15’ê Gulanê de konferansek berfireh li ser tora ‘Zoom’ ê pêk anî.

KNK’ê têkildarî encamên vê konferansê daxuyaniyek da. Encamnameya ku bi sernavê ‘Helwestname’ hate weşandin, wiha ye:

“Dewleta tirk di roja 24’ê Nîsana 2021’an de li başûrê Kurdistanê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonek berfireh da destpêkirin. Niha li van herêman, şerê giran rû dide. Hêzên gerîla bi qehremanî û fedakariyek mezin li ber xwe didin. Ev êrîşên mezin ne tenê dijê hêzên HPG’ê ne, dijî hemû destketiyên kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. 24’ê Nîsanê salvegera fermana (jenasid) dijî gelê ermenî ye. Destpêkirina operasyonê di vê rojê de, ne tesadüf e. Peyam vekiriye û peyama jenosîdê ye.

Armanca wan ji aliyê me ve kifş e. Dewleta tirk dixwaze kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê (asûrî-suryanî-kildanî û yên din) li ser axa xwe azad nebin, dîl bin û welatê wan jî dagirkirî be. Dewleta tirk, netewevebûna tirkî, li ser tunekirina gelên din ava dike.

Dewleta tirk dijî hebûna kurdan e, dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta tirk di êrîş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xirab û plankirî, demografî û jingeha (ekoloji) Kurdistanê, hedef digire û xira dike.

Dewleta Tirkiyeyê sala 2017’an de, di êrîşa Iraqê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên din ên dabirayî de, piştevaniya hikûmeta Bexdayê kir.

Di êrîş û dagirkeriya DAIŞ’ê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî êrîşa Kobanê da, dewleta tirk xwedî roleke sereke bû û hevkariya DAIŞ’ê dikir.

Dewleta tirk, dijî kantonên rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji serî heta heta niha di pozisyoneke êrîşkar de ye. Her wiha li başûrê Kurdistanê jî bi dehan baregehên leşkerî û sîxurî danîne û wan baregehan dijî destketiyên gelê me kar tîne.

Niha jî li devera Metîna, Zap û Avaşînê, dest bi êrîşeke mezin kiriye. Li hember vê operasyona mezin heta niha, di asta neteweyî û navneteweyî de, weke tê xwestin deng bilind nebûne û bertek kêm in. Pêwîst e ev bêdengî, bê şikandin û li hember dagirkeriyê bertekên mezin derkevin holê. Divê hêzên berxwedêr, helwest û hevkariya me, li gel xwe bibînin. Bi yekitiyek xurt û bi piştgiriya dostan, em dikarin van êrîşan têk bibin. Dewleta tirk ne ewqas xurt e, mînaka serketina Gareyê li ber çavan e. Bi berxwedanekî neteweyî, em dikarin hêza wan têk bibin.

Di sêrî de, divê helwestekî neteweyî û niştimanî derkevi holê. Ji bo vê jî divê hemû hêzên kurdistanî, li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin û di asta herî bilind de, zirekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin. Helwesta yekgirtî dikare bêdengiya aktorên siyasî yên navdewletî jî biguhere.

Şêwira Helwesta Neteweyî ya Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk, bi girîngî û lezgîn vê bangê dide gelên Kurdistanê û cîhana humanîter û demokratîk:

⦁ Di salvegera (24.04.2021) jenosîda dijî gelê ermenî de, êrîşkirina başûrê Kurdistanê, peyama dubarekirina jenosîdê ye. Ew dixwazin gelê kurd jî, bi jenosîdê re derbas bikin. Em beşdarên civînê, li ser vê helwesta hovane ya dewleta tirk bi hesasî nêz dibin, bi hemû derfetên xwe dijî vê êrîşê radiwestin û li gel hêzên parastinê cihê xwe digirin.

⦁ Bêtifaqiya navxweyî ya kurdistaniyan, çeperê parastina destkeftên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike. Ev herî dawiyê di dagirkirina Kerkûk, Xaniqîn û Şengalê de hate dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrîşên dijminan dişkîne û rê li ber serketina navxweyî vedike ku ev jî di parastin û serketina Kobanê de hate dîtin. Civîn, tifaqa navxweyî şertê man û nemanê dibîne û banga yekitiya neteweyî dubare dike.

⦁ Divê li Kurdistanê, li derveyî welat piştevaniyeke xurt li Hêzên Parastinê bête kirin û bi germahiya parastina Kobanê, dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê bê rawestan. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat, divê xebateke xurt a dîplomasiyê ya hevgirtî, neteweyî û niştimanî bê kirin.

⦁ Civîn, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, banga seferberiya neteweyî û niştimanî radighîne û bang li kurdistaniyan dike ku şev û roj bi hemû şêweyên kar û xebatê, di nava çalakiyan de cihê xwe bigirin û di tenîşta hêzên berxwedêr de rawestin.

⦁ Civîn, bang li serokatî, parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagirkeriya dewleta tirk derkevin û hêzên artêşa tirk ji başûrê Kurdistanê derxin.

⦁ Civîn, bang li dewleta federal a Iraqê dike ku peymanên sînor derbaskirinê yên dewra Sadam de bi Tirkiyeyê re hatin çêkirin betal bike, dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar bike, qada hewayî ya Iraqê ji firokên şer ên dewleta tirk re qedexe bike û ji bo derketina hêzên dewleta tirk ji nav tixûbên dewleta federal a Iraqê, tedbîrên pratîk bigire.

⦁ Civîn, bang li Komkara Dewletên Erebî dike ku dijê êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê, helwest bigire û şermezar bike.

⦁ Civîn, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û hem^y hêzên peywendîdar dike ku li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê kurd bêdeng nemînin û helwest bigirin.

⦁ Civîn, bang li dostên gelê kurd û bi giştî cîhana demokratîk û xwedî wijdan dike û dibêje “di şerên Kobanî, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, we helwestek baş nîşan da, hêviya me ew e hûn wê helwesta xwe, di vî şerî de jî nîşan bidin. Pêwîstiya gelê kurd bi pişgirtina we heye”.

⦁ Civîn, daxwaz ji kurdistanî û dostên Kurdistanê dike ku muameleyên aborî li gel Tirkiyeyê nekin, turîzma Tirkiyeyê boykot bikin.

⦁ Ji bo xebatek hevbeş dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bê meşandin û ji bo biryarên konferansê bêne pratîkkirin, di asta jor de ‘Maseyek Krîzê’ tê avakirin û ev mase wê li welat û herêman kom û komîteyên xwe yên jêr ava bike.

⦁ Em kes û nûnerên li vê kombûnê amade, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta tirk helwest digirin û xwedîderketina xwe ya Hêzên Parastinê careke din dubare dikin û dibêjin ‘parastina deverên Metîna, Zap û Avaşînê, parastina hemû Kurdistanê ye, em ê bi hemû îmkanên xwe ve xwedî li vê berxwedanê derkevin. Her wiha em heman helwestê ji hemû partî, rêxistin, sazî, kesayetên kurdistanî û ji hemû gelê Kurdistanê jî dixwazin.’”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar