Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP û DBP’ê şoreşgerên şehîdên meha gulanê bi bîr anîn

HDP û DBP’ê bi daxuyaniyek şehîdên meha gulanê bi bîr anîn û diyar kirin ku şehîdên meha gulanê nîşan da têkoşîna yekbûyî tekane hêz e ku dê faşîzmê têk bibe

Navenda Nûçeyan |

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP û DBP’ê têkildarî yek ji qedroyê pêşeng ê Tevgera Apoyî ku 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê şehîd bûyî û yek ji lîderê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya ku 18’ê Gulana 1973’an li zindana Amedê bi îşkenceyê hat qetilkirin û şoreşgerên di meha gulanê de şehîd bûne daxuyaniyeke nivîskî weşandin û şehîdan bi bîr anîn.

Daxuyaniya ku HDP’ê ya ji bo kesên di meha gulanê de şehîd bûne wiha ye:

“Pêşengên şoreş û demokrasiyê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karker, lehengên çalakiya agirê çaran û berxwederên Nûrhaqê ji bo ev xaka ku pêşengiya şaristaniyê kiriye azad bibe û ji bo biharê ji gelan re bînin têdikoşiyan û di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan.

Îbrahîm Kaypakkaya ji ber ku ser dida lê qet sir nedida û tu car ji mengiya azadiyê paş ve gav nediavêt di 18’ê Gulana 1973’an de bi îşkenceyên giran hate qetilkirin. Lê ew bi helwest û berxwedana xwe ya bêhempa îro jî rêya têkoşerên azadî û wekheviyê ronî dike. Peyhatiyên zîhniyeta ku li Kaypakkaya îşkence kir û wî qetil kir îro jî şer û xizaniyê wekî qederekî dispêre gelan û li ser kedxwarî û xwinxwariyê desthilatiya xwe didomînin.

Ev hişmendiya reştarî herî pir ji têkoşîna hevpar a gelan a di rêya avakirina pêşerojeke wekhev û azad de ditirsin. Di 18’ê Gulana 1977’an de, bi qetilkirina Hakî Karer a di encama komployekî de, xwestin ku tevgera şoreşê ya Tirkiyeyê û tekoşîna azadiyê ya gelê kurd ji hev veqetînin û hevkarî û hevgirtina wan bişikênin.

Mîrateya têkoşîna bêhempa

Agirê ku Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner li dijî hovitiya 12’ê Îlonê li zindana Amedê pêxistin wekî çalakiya çaran kete dîrokê û di têkoşîna azadiyê de bûn meşaleyên nevemirî. Her wiha bi sedan cangoriyên azadiyê di meha Gulanê de ji nav me koç kirin û wê axa ku ji bo biharê jê re bînin têdikoşiyan hembêz kirin. Di meha Gulanê de me gelek kesên ku tu car cîhên wan tije nabin winda kirin, lê meha Gulanê di heman demê de mîrateya têkoşîna bêhempa ya hatiye hiştine û xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Li dijî êrîşên faşîzan kevneşopiya berxwedanê jî didome. Ev zext û zordarî îro bi destê AKP’ê bi awayekî bênavber tê meşandin. Lê ew kesên ku ji dîlgirtina siyasetmedaran, ji tayînkirina qeyûman û ji polîtîkayên tasfiyeyê serkeftinekî hêvî dikin duh jî têk çûn niha jî têk diçin û wê tu carî bi ser nekevin.

Em ê armanc û xeyalên wan pêk bînin

Ruhê Kaypakkaya, Hakî Karer, Sînan Cemgîl, Denîz û ruhên lehengên çalakiya agirê çaran bang li me dike da ku em xeta têkoşînê bilindtir bikin û dawî li vê pergala faşîzan bînin. Xwedîlêderketina mîrate û armancên wan cangoriyan, mezinkirina têkoşînê û bi dest xistina azadî , wekhevî û demokrasîyê ye. Em, di serî de têkoşerên ku di meha Gulanê de jiyanên xwe ji dest dane, hemû cangoriyên azadî û wekheviyê bi rêzdarî û bi minnet bi bîr tînin. Em ji wan pêşengên şoreşê re soza xwe dubare dikin; em ê armanc û xeyalên wan pêk bînin.”

Daxuyaniya DBP’ê

Di daxuyaniyê de DBP’ê de jî hat diyarkirin ku zindana Amedê bûbû arênayeke ku têkoşîna manûnemanê lê dihate dayîn, di rewşeke wiha de ku cuntaya leşkerî tarîtî serwer kiribû, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner agir berdena bedena xwe, ji bo gelan bûne şevçirax û ‘Bûne neferê têkoşîna demokrasî û azadiyê û di dîrokê de cihê xwe girtine.’ û wiha hat gotin: “Şehîdên meha Gulanên nîşan dane ku ew têkane hêzan e ku dikare faşîzmê têk bibe. Em jî bi baweriya dilsoziya bi bîranînên wan, em sond dixwin ku coşiya şoreşê bi siyaseta demokratîk tacîdar bikin. Em şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin, em careke din diyar dikin têkoşînên azadiye bi têkoşîna yekbûyî wê bi ser bikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar