Li Amedê, li Fermandariya Bingehîn a Baregeha Jetan a 8’an teqîneke mezin rû da. Teqîna ku bi şev çêbû ji gelek deveran hat bihîstin. Hat destnîşankirin ku teqîn li Baregeha Jetan a 8’an çêbûye. Her wiha hat diyarkirin ku teqîn ji ber êrîşeke bi dronan çêbûye.
Li gorî hin çavkaniyan jî teqîn li devereke din çêbûye û hin kes behsa du teqînan dikin.Piştî teqînê gelek ambulans û zirîpoş li nav bajêr digerin.
Wezîrê Karê Navxweyî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku êrîş bi balafirên maket çêbûye û tu xisar peyda nebûye.
Walîtiya Amedê jî daxuyaniyek belav kir. Di daxxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro di dora saet 12 û nîvê şevê bi balafirên maket êrîş birine ser Fermandariya Bingehîn a Baregeha Jetan a 8’an. Balafirên maket hatine bêbandorkirin û li baregehê tu xisar peyda nebûye. AMED