Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakiyên HRE’yê: 14 dagirker hatin kuştin

HRE ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li gundê Basûfanê ya li dijî baregeheke artêşa tirk a dagirker de 11 çete û 3 leşkerên tirk hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê duh li gundê Basûfanê yê Efrînê li dijî baregeheke artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke bibandor li dar xist. Di çalakiyê de 11 çete û 3 leşker hatin kuştin, her wiha gelek cebilxane hate desteserkirin.

Têkildarî çalakiyê HRE’yê ev daxuyanî da:

“Roja 19’ê gulanê li derdora gundê Basûfanê yê Efrînê, hêzên me li hember baregeheke çeteyên dagirker çalakiyeke berfireh a serdagirtinê li dar xist. Çalakî bi şev saet di 01:00’an de dest pê kir. Di pêvçûnên destpêkê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî bi awayekî birîndar ji baregehê reviyan. Di nav 15 deqeyan de kontrola baregehê ket destê hêzên me. Di berdewama pêvçûnan de 4 çeteyên din hatin kuştin û çeteyek hat birîndarkirin.

Her wiha doçkayek hat rûxandin. Di saetên sibehê de dema artêşa dagirker li derdora gund dest bi operasyonekê kir, li vir jî di encama çalakiyeke sabotajê de seyareyek hat rûxandin, her wiha 3 leşkerên tirk û çeteyek hatin kuştin. Ber bi nîvro saet di 10:00’an de dema hêzên dagirker hewl didan cenazeyên xwe rakin, çalakiyeke din a sabotajê hat lidarxistin. Li vir jî 2 çete hatin kuştin, motorek hat rûxandin. Piştî wan çalakiyan hêzên dagirker bi desteka balafirên keşfê derdora baregehê û gundên herêma Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin.

Di wan çalakiyan de bi giştî 11 çete û 3 leşker hatin kuştin, herî kêm 3 çete jî birîndar bûn. Seyareyek, motorek, doçkayek tevî pîkaba wê, termalek, dûrbînek û bêtêlek hatin rûxandin.

BKC’yek, 3 AK-47, dûrbîneke şevê, bêtêlek û 3 telefon jî hatin desteserkirin.

Ew rêzeçalakî bi armanca tolhildana êrişên ku dewleta tirk a dagirker di meha dawî de li hember gelê me meşandin, hatin lidarxistin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar