Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin di roja duyemîn de berdewam dike. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncayê ye, tê lidarxistin.
Pisporên Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) û nûnerên dîplomatîk ên welatên Yekitiya Ewropayê dozê dişopînin.
Di danişînê de bi sedan parêzer ji bo siyasetmedaran biparêzin di danişînê de amade bûn. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, gelek parlamenter û rêveberên HDP’ê û rêxistinên jinan li danişînê dişopînin.
‘Lêgerîna bombeyê’
Beriya danişînê di ketina eywana danişînê de bi hinceta ‘lêgerîna bombeyê’ li hundir heye, parêzer û rojnameger li ber derî hatin sekinandin. Piştî nîqaşa parêzer û polîsan hêj destûra ketina hundir hat dayîn.
Demîrtaş beşdar nebû
Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji ber ku wê xwe ji danişînên xwe yên werin re amade bike beşdarî danişînê nebû. Hevseroka HDP’ê ya berê FîgenYuksekdag, endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak, Zeynep Olbecî bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.
Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata, rêveberên HDP’ê yên berê Emîne Beyza Ustun, Pervîn Oduncu, Ayşe Bagci, Sîbel Akdenîz, Bîrcan Yorulmaz, Berfîn Ozgu Kose li eywana danişînê amade ne.
Danişîn bi parastina Ayla Akat dest pê kir
Danişînê bi parastina Ayla Akat Ata dest pê kir. Ata destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên bişaftinê ew bi zimanê dayika xwe kirmanckî (zazakî) perwerdehiyê nedîtiye û ji ber vê ku nikare bi zimanê xwe parastina xwe bike lêborîna xwe ji her ferdekî gelê kurd dixwaze.
‘Daraz alîgir e’
Di destpêka parastina xwe de xwe de Ata, daxwazên wan ên redda dadgeriyê rêz kir, guhertinên di HSK’ê de rexne kir û diyar kir ku ji ber azadî tuneye tê darizandin û wiha got: “Li Tirkiyeyê demokrasi xesar dibîne. Dîroka faşîzmê bi derewan tijeye. Daraz alî ye. Piştî darbeya tîrmeha 2016’an de 4 hezar hempîşeyên we ji peywirê hatin girtin û niha 4 hezar hatine şûna wan. Van ji kî re xizmet dikirin?
‘Erdnîgarî qeder e’
Ata da zanîn ku ji 2015’an ku ji meclisê veqetiyaye ve tim tê darizandin û ev tişt anî ziman: “Min di darizandina xwe ya Amedê de gotibû ku erdnîgarî qeder e. Lê li vir desthilata ku bi destxistina ‘mulk’ derketiye lûtkeyê, dikare nîvê Tirkiyeyê weke amûra mulk bikire. Dadger rêzdar desthilat ne daîmî ye. Wê ev desthilat biçe û desthilateke din bê. Şertên îro wê li desthilatê jî bidin. Li milê me yê rast ê hemû organên dewletê hene. Serokên baroyên me yên ku gelek nirx didime wan li vir hene. Dema ku mamoste Beşîkçî hatibû darizandin gotibû ku heta wê demê jî nizanibûye ku kurd hene, ji ber ku min got kurd hene, kesên bi wan re dixebitim li dijî min derketin.”
‘Li dijî me bîrdoziya fermî heye’
Di berdewamê de Ata diyar kir ku li dijî wan bîrdoziya fermî heye û paratina xwe wiha domand: “Niha kesên li vir rûniştî nûnertiya hemû saziyan dikin û dibejin ku kurd li Tirkiyeyê ne tenê kurd in, lewre eywanan gelek caran têje kirin. Lê ji sala 2009’an ve tiştekî cuda heye. Ji dosyayên KCK’ê yên ji sala 2009’an ve nîvê eywanan jin û zilam in. Ev jî ferqa me ye. Ji ber ku fikra HDP’ê tê darizandin, hewl tê dayîn ku kesên cihêkarî li wan tê kirin, tune tên hesibandin, kesên nakevin parlamentoyê, gotina xwe nabêjin jî bên darizandin.”
Bersiva Ata ya ji bo serokê dadgehê
Dema ku Ata parastina xwe dikir serokê dadgehê gotina wê birî û xwest ku Ata hincetên xwe yên redda dadgeriyê aşkera bike. Li ser vê yekê Ata wiha bersiv da serokê dadgehê: “Min sedemên xwe vegot serokê rêzdar. Mînaka Destûra Bingehîn a bedkar ketiye meriyetê û 2 caran bi guhertinan daraz kirine bin kontrolê. Bi fermana desthilata derbarê me de doz hatiye vekirin û kesên bên cihê we jî dê derbarê me de biryareke bêalî nedin. Dadgerên li vir yek bi yek red dikim.”
Axaftina Gultan Kişanak
Piştî Ayla Akat Ata, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak dest bi parastina xwe kir. Kişanak bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê beşdarî dadgehê bû.
Kişanak gotina serokê dadgehê ‘Xwezî we ev axaftin di meclisê de kiriba’ ya ji bo Ayla Akat Ata kir, bibîr xist û wiha axivî: “Ev doz, doza siyaset ji meclisê avêtine. Ji kerema xwe re ji bo me demogojiyê nekin. Ev doz doza HDP’ê ya ku dixwaza aştî, demokrasî, azadî û hizûrê ji bo Tirkiyeyê bîne ye.”
Kişanak anî ziman ku daraz ji bo ronîkirina cînayetan peywira xwe bi cih nayîne û wiha domand: “Axaftin û helwesta wê vê yekê dide nîşandan. Ji bo ku ez dadger red bikim, min mafê axaftinê girt. Ez ne hiqûqnasin, lê hemû emrê di nava têkoşîna maf, hiqûq û edaletê de, derbas bû. Êdî daraz bûye pêlîstûka lîstoka siyasetê. Îro li welat, serbixwestiya darazê, bûye pirsgirêkek mezin. Bi ser xizantiyan û têkiliyên mafyayê digirin. Divê endamên darazê xwe ji vê yekê rizgar bikin. Dibe ku hûn teqdîra patronên xwe jî bigirin. Cihê ku hûn lê ne serbixweye û ne jî hiqûqiye, ji ber vê ez daxwaza redkirina dadger dikim.”
‘Ez jineke kurd im’
Kişanak di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ez kurd im kurd. Ez jineke kurd im. Ji bo min li navên nû negerin. Her kes li gorî hesabê xwe min dike ‘cudakar’, ‘komunist’ û ‘terorîst.’ Ez tenê mirov im, jin im û kurd im. Dev ji vê xala reş berdin. Rastiyên di dîrokê de wê ronî bibin. Ji bo ku hûn xwe ji vê şermê xelas bikin, em şansekê didin we. Ez hêvî dikim ku hûn vê şansê baş binirxînin.
HDP partiya Tirkiyeyê. Ger partiyek dikare kurdan, tirkan, elewiyan, sunniyan, ermeniyan û jinan bîne ba hev, wê demê partiya Tirkiyeyê. Hûn niha ne HDP’ê Tirkiyebûnê didarizînin. Hûn dixwazin HDP’ê asteng bikin ku li dijî faşîzmê tu astengî nemînin. Tu eleqeya vê dozê bi bûyerên Kobanê re tuneye. Ez ji vê derê, bang li hemû civak, gel û kesên baweriya xwe bi azadî û wekheviyê tînin dikim; xwedî HDP’ê, aştiyê û azadiyê derkevin. Ez daxwaza xwe ya redkirina dadger pêşkêş dikim. Ev doz, doza darizandina HDP û aştiyê ye. Em ê tu carî destûra vê yekê nedin we.”
‘Baweriya min bi darizandina şandeya dadgehê neyê’
Berdevkê HDP’ê û Rêveberê Navenda HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay têkildarî daxwaza reda dadgerî û tahliyeyê axivî û destnîşan kir ku baweriya wî bi darizandina şandeya dadgehê nayê û ev doz, dozek siyasî ya li dijî HDP’ê ye.
Kubîlay anî ziman ku têkidlarî bûyeran tu delîlek şênber nîne û da zanîn ku şandeya dadgehê li gorî Destûra Bingehîn û DMME’yê tevnagere û vê dozê tenê bi dîrektîfên siyasî tê birêvebirin û ji ber ku ev endamên dadgehê ji aliyê siyasî ve tên birêvebirin divê cubeyên xwe ji xwe bikin.
Parastina bi kurdî nehat wergerandin
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim jî hincetên xwe yên reda dadgerî bi kurmancî rave kir. Ji ber ku li eywana danişînê wergêr nebû, parastina Yildirim nehat wergerkirin.
Yildirim anî ziman ku ji bo li eywanê werger nîne wê dirêj nirxandinê neke û wiha got: “Dibêjin Doza Kobanê, lê em ê vê qebûl nekin. Ev doza qedexekirina siyaseta gelê kurd e. Ev zilma rejîma yek zilamî ye. Zîhniyetek ku li ser înkarê ava bûye ye. Heta ku ev zîhniyet berdewam bike, wê ev pirsgirêk jî bidomin. Her kesên xwedî exlaq, wîjdan û lêgerîna heqîqetê dike tên mehkûmkirin. Ne meseleyek ku îro dest pê kiriye ye. Ev sed sal in wiha didome. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê berdewam dike. Ew çawa dikarin me bidarizînin? Mafên me hemû tên binpêkirin. Ev di tu dîn û tu îmanê de nîne. AKP dîn bi kar tîne. Dibêje em misilman in. Lê tiştên ku eleqeya wê bi misilmaniyê re nîne dike. Ji mêj ve li ser gelê kurd komkujî tên kirin. Gelo xelkê kurd ne misilman e?”
Ji bo azadiyê têkoşîn
Yildirim destnîşan kir ku bîrdozî, fikr û ramanên HDP’ê tirsê xistiye nava dilê îktîdarê û ev kesên îro me didarizînin li ser berjewendiyên dîn serdestiya xwe didomînin û got ku dadgeh heqîqetê nîşan nadin û baweriya wê bi şandeya dadgehê nemaye û dijminatiya gelê kurd nayê qebûlkirin.
Parêzeran piştî axaftina Yildirim axivîn û wiha gotin: “Ji ber ku li eywana danişînê werger nîne, we ji daxwaza reda dadgerî fêm nekir. Lê hûnê qasek din di vê mijarê de biryarek bidin. Hûnê têkildarî rewşek ku rastiyên we nebihîst biryarê bidin. Hin hevalên me din jî ku bi kurmancî biaxivin hene. Ji ber vê yekê em dixwazin werger jî li vir werin amadekirin.”
Serokê dadgehê jî got: “Têkildarî ez ê çi biryarê bidim, ji niha ve qenaetê çê nekin. Heta em li qeydên SEGBÎS’ê temaşe nekin, daxwaza reda dadgerî girê nadin biryarê.”
‘Ez dadgeha we qebûl nakim’
Siyasetvan Zeynep Olbecî jî ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û wiha got: “Dosyeyek ku DAIŞ’ê diparêze, hatiye amadekirin. Tiştek li ser navê hiqûq û mirovahiyê nîne. Lewma ez vê dadgehê qebûl nakim. Parêzerê min wê bi berfirehî her tiştî raxîne holê. Delîl hemû ji ANF’ê hatine berhevkirin û pêşkêşî vir hatine kirin. Dide nîşandan ku şande çiqas alîgir e ku vê dosyeyê qebûl kiriye. Lewma ez şandeya dadgehê red dikim.”
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm tayînê şûna wî hat kirin jî parastina xwe kir û anî ziman ku ji bere w nexweş e parêzerên wî serî li dadgehê dane û ji bo tedawiya xwe bike xwest were berdan.
Piştî parastina Bîlgen şandeya dadgehê saetek navber da danişînê. ENQERE