Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Li Kurdistanê hevdîtinên şandeya Amerîkayê!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di hefteya derbasbûyî de, şandeyek berfireh a DYA’yê li başûr û rojavayê Kurdistanê bû. Piştî rêveberiya nû ya Biden, şandeya herî bi hêz û erkdar e ku derbasî Kurdistanê dibe. Şande, di bin serokatiya Joey Hood ê Cîgirê Wezîrê Derve û Berpirsiyarê Karê Rojhilata Nêz de, ji Wekîlê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê û Berpirsiyara Karê Sûriyeyê û Iraqê ya Konseya Ewlekariya Neteweya DYA’yê ve pêk hatibû.

Destpêkê li Hewlêrê bi serkirdeyetiya Rêveberiya Başûr re rûniştin, paşê derbasî Rojava bûn, bi serkirdeyetiya Rêvebriya Xweser re rûniştin.

Belê ya balkêş ew e ku li ser naveroka hevdîtinan, tu hûrgilî/detay nehat ragihandin. Bi tenê çend gotinên gilover, weke mînak ‘erê civîn û hevdîtin pir baş û êrênî derbas bû û hwd!’

Bêgûman a girîng ew e ku naverok tije û kêrhatî be. Ne weke gelek carên berê, bi tenê gotinên ji rêzê û ji rû ve xweşbînî werin dîtin. Helbet  hatina şandeyek wisa, ji bo nasandina fermî ya nevneteweyî gavek erênî ye.

Ji bo J.Hood, hinek zanînên berê yên neyînî/ne erênî hene. Di dema Peymana Şengalê ya 9’ê Cotmeha 2020’an de, rola wî jî weke ya James Jeffrey ne baş bû. Bi taybetî helwestek neyînî li dijî Tevgera Azadiyê didan meşandin. Erê dikare were gotin ew dema Trump bû, ji xwe sicila wê demê ya DYA’yê li Rojava reş bû. Her wiha ya Rûsya jî reştir bû û hwd. Lê helwesta McGurk, cuda bû, erênî bû, ji xwe rexne li wê demê kiribû û dev ji kar berda bû.

Jixwe di têkoşînê de, du pîvanên bingehîn hene. Yek; baweriya bi hêza xwe. Duyemîn; piştî vêna, bi vê re girêdayî meşandina têkilî û diplomasiya derve! Her wiha li gel van her du pîvanên bingehîn, di danûstandinan de, bi taybetî li gel dewletan, divê di qalibên klasik de neyê rawestandin. Bi gotinek din, divê zanistiya diyalektik neyê jibîrkirin. Ji ber ku li gorî şerd û mercan, siyaset û helwest jî tên guhertin. Taktîk jî, heta hinek xalên stratejîk jî tên guhertin.

Di encamê de, piştî wan pîvanên bingehîn, zanistî û hostayî û hişyarî gelek girîng in. Li ser vê mijarê gotinek Rêber Apo ya dîrokî hebû, digot: Eger tu bi xwe û birdoziya xwe bawer bî, ji tu kesî ne tirsî, bila yê li hember te bitirse!

Di vê çarçovê de, divê guhertinên li DYA’yê û yên hemû deveran were dîtin û li gorî wê hesab û kitab werin çêkirin.

Mirov bala xwe dide konjoktora cîhanê, rojane bûyerên girîng diqewimin, lihevhatin û pevçûnên nû rûdidin.

Erê nakokiyên herî mezin dîsa di navbera DYA û Rûsyayê de lihev dizîvirin. Lê van bûyerên nû, ji bo dizayna vê serdema sedsala 21’ê, zemînê gelek guherînên nû bi xwe re derdixe holê.

Çîn, weke hêzek nûjen, ranaweste. Ji ber dijberiya DYA’yê, niha li gel eniya Rûsyayê cîh digire. Gûman heye ku ji gelek alî ve, bi giranî ji aliyê aborî ve, hem bikeve pêşiya Rûsyayê hem pêşiya DYA’yê. Niha van her sê dewletan, aktorên sereke yên kêşeya cîhanî ne. Her yek ji wan, dixwaze ew bibe serkêş û hez dike eniyek mezin a cîhanî li dor xwe bicivîne û tevger bike.

Mînaka Çîn û Îranê ya xurtkirina peymanên navbera xwe, girîng e. Niha jî tê gotin ku dixwazin bi hev re rêyek trêna lezgîn; ji Çîn, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê heta xwe bigihêne Deryaya Spî saz bikin.

Israîl, li gel pir dewletên ereban peywendiyên xwe zêdetir û xurtir dike. Li gel Azerbeycanê jî peywendiyên xwe yên xurt ên kevn nûjentir dike.

Li aliyê din, rêveberiya nû ya Biden, dixwaze ew têkiliyên di dema Trump de,  li gel Îranê di 2018’an de, yekalî ew peymana nukleerê hatibû xerabkirin, sererast bike û peymanê dîsa nû bike. Armanc, Îranê ji Rûsya û Çînê dûr bixe, nêzî xwe bike.

Di encamê de, li vir ji bo dizayna nû, ji Îranê û hinek dewletên din bêhtir, rola Kurdistanê û kurdan heye. Belê li gel vê rola Tirkiyeyê û dewleta wê jî girîng e. Îca li vir a balkêş ew e ku rêveberiya nû ya DYA’yê, vê girîngiyê dibîne, lê li gel rêveberiya AKP-MHP’ê jî û erê ne gelek aşkera û zelal be jî li gel rêveberiya kurdan (Tevgera Azadiyê) jî ne lihev e. Hinek cezayên CAATSA dan û dibe ku hinek cezayên din jî bide hinek kesên girêdayên rêveberiya AKP-MHP’ê. Belê li gel vê, ji bo girtin an kuştina 3 pêşengên Tevgera Azadiyê jî 12 milyon dolar, xelat pêşkêş kirin!

Gotinek kurdî heye dibêje, “de were vî …rî di vê buhurê re derbas bike” an jî “de were vê girêkorê/girêgûtê veke”! Van mijarên giran li pêşiya serkeftina dozê hene. Lewma divê gelek hostayî û zanistî hebe, da ku mirov karibe van astengên mezin ji devê rê rake.

Lewma bi piranî di nava axaftinên zanistî de gotina diyalektik tê bikaranîn, ji ber ku gelek hêja ye, ji ber ku xalek girîng a diyalektîkê jî ev e: “Her tişt bi xwe re dijberê xwe jî dihewîne”. Mirov dikare vê wisa jî şîrove bike: Her derd, bi xwe re derman jî dihewîne, an jî, derdê bê derman nîne û hwd.

Ez bawer dikim ji her dewletê û ji her hêzên mijara gotinê ne pirtir, di vê derbarê de Kurdistans, kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî şens e!

Nûçeyên Têkildar