Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sedema bihevketina wan berxwedana kurdan e

Yek ji çeteyên dewletê Sedat Peker, li pey hev vîdeoyan diweşîne. Bi van vîdeoyan, hin qirêjiyên dewletê carek din aşkera dibin.

Bila bê bîra me. Gelên Tirkiyeyê versîyonek din a vê fîlma di salên 90’î de jî temaşe kiribû. Lê niha hin cûdahî hene.

Di salên 90’î de dewlet û çeteyên wî sûcên xwe vedişartin. Hin rojnameger û siyasetmedarên wê demê jî diketin paş kiryaran û her carê bi sûcên nû mesele zêdetir vedikirin.

Li ser van hewldanan wê demê dewlet mecbûr ma, bûyeran lêkola. Heta bi hin cezayên biçûk serçete Mehmet Agar jî tê de hin çeteyên xwe avêt hepsê jî.

Niha cûdahî ev e. Ev car çete bi xwe îtîraf dikin. Lê hin kesên ku navê wan rojnameger û siyasetmedar in jî dêvla ku rojnamegerî û siyasetmedarî bikin, dikevin navberê da ku çeteyê îtîrafkar dengê xwe bibire.

Divê em şibandinek din jî ango helwesta îtirafkar û dewletê jî binirxînin. Bi awayekî zelal em bêjin, îtîrafkar û dewlet jî, rojnameger û siyasetmedarên ser bi dewletê ne û li pey bûyeran diketin, tim û tim dewletê diparastin. Bi taybet sûcên li dijî gelê kurd qet nedihat rojevê. Van sûcan bi yekdengî vedişartin. Piştî hinde salan ev yek jî qet neguheriye.

Yên îtîrafên Peker temaşe kirine, dîtîne. Peker, tenê bi gor dilê xwe diaxive. Zêdetir hesabên xwe yên şexsî derdixe pêş. Wekî Turanîstek nijadperest tevdigere û ew jî rastiya dewletê vedişêre.

Di salên 90’î de jî yên ‘bûyeran’ vedikolan, nediketin wan kiryarên ku ew ê serê wan biêşîne. Ango dîsa dewlet dihat parastin.

Bi ser navê dewletê çetetî, nijadperestî serbest e, lê lêgerîn û şirovekirina sedeman qedexe ye.

Madem mesele ev e, wê gavê em jî rastiya vê meseleyê ji hev re bêjin.

Rastî bi yek gotinek were gotin ev e: Şer û xebata azadî, demokrasî û wekheviya kurdan…

Belê, ger kurd xwedî têkoşînek xurt neba, daxwaza maf û azadiya xwe nekiriba, ji bo serkeftinê hemû bedelan negirtiba ber çavan,  ne dewlet hinde qirêj dibû, ne jî çeteyên dewletê hinde bi hev diketin. Dewlet, li dijî gelê kurd siyasetek qirêj ku bi gotinan naye îfadekirin dimeşîne. Di vê siyasetê de her cûre bêahlaqî meşrû ye. Mafyayên qirêj, çeteyên tetîkkêş jî ev yeka dizanin û berê her tiştî bi çêrên kurdan dest bi kar dikin. Dewlet jî bi helwesta xwe rê dide wan.

Amanca esasî ya dewletê aşkera ye: Dawî lê anîna berxwedan û têkoşîna kurdan…

Her carê ku ev amanc bi ser nakeve, ango têkoşerên kurdan para devê wan dide, ev car çeteyên dewletê dest bi qirêjiyên din dikin. Firotina maddeyên hişbir bigirin heta bi kuştina însanan ji bo berjewendiyên şexsî, di nav van qirêjiyan de heye. Bi gotinek din dewlet, di destê van çeteyan de dibe dewleta mafyayê.

Dewleta ku niha bi hukma Erdogan û Bahçelî tê birêvebirin, dewletek wiha ye; dewleta mafya ye. Her rêvebirê dewletê û çeteyên ku di bin siya van rêvebiran de tevdigerin jî tetîkkêşên dewleta mafyayê ne.

Bi kurtî, dewleta mafya li hember kurdan careke din bi serneket û ev car şerê çeteyan destpê kir. Îtîrafên bi kontrol a Sedat Peker jî, ji vê hesabê dûr nîne. Ji ber vê yekê ye, ew tenê li dora çend kesan digere û di serî de Erdogan û Bahçelî, hin rêvebirên dewletê diparêze.

Qesta min ne ew e tiştên tên aşkerakirin, an jî îtîrafên Sedat Peker ne girîng in. Bêgûman girîng in. Lê eger rastî neye dîtin, ew ê ev mesele jî bi aliyên xwe yên magazînel derkeve pêş û dûre jî serê wî were girtin.

Kurdên têkoşer û şoreşgerên Tirkiyeyê vê rastiyê dizanin. Lê divê aliyên din jî, bi taybet ew ên ku xususiyeta wan tenê dijberiya AKP û MHP’ê ne jî vê rastiyê bibînin. Ji ber ku ev rastî ew ê siberoj zêdetir ji wan re lazim bibe.

Nûçeyên Têkildar