Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Banga PADÊ: Divê êzidî vegerin ser axa xwe

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan li Sinûnê bi endam û berpirsên taxan re civiya. Di civînê de behsa rewşa siyasî, planên li ser Şengal û civaka êzidî tên meşandin hate kirin. Her wiha bang li êzidiyan hate kirin da ku vegerin ser axa xwe ya pîroz

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li Sinûnê bi endam û berpirsên taxan re civiya. Beriya ku civîn destpê bike deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdan hate girtin. Destpêkê behsa rewşa rêxistinî ya PADÊ hate kirin.

Piştî nirxandinên rêxistinî, li ser rewşa siyasî ya Iraqê, peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, nêzîkatiyên Hikûmeta Iraqê ya li hemberî civaka êzidiyan hate axaftin. Di civînê de hate gotin ku li ser Şengalê gelek plan hene, taybet jî Iraqê bi pêkanîna peymana 9’ê Comehê dixwaze îradeya êzidiyan tune bike.

Her wiha hate gotin ku di nava planên li ser Şengalê de hinek aliyên êzidî jî hene, divê nekevin xizmeta dijmin. Aliyek din ê planan jî dixwazin bi navê qanûna civaka êzidiyan bê îrade bikin, ciwanan binçav bikin, divê li hemberî vê gel hişyar be.

Mijarek din a civînê hilbijartinên pêşwext yên Iraqê bû. Di civînê de hate destnîşankirin ku PADÊ partiyek serbixwe ya êzidiyane û dê bi xwe bi lîsteyekê biçin hilbijartinê û hate diyarkirin ku ji bo dengê êzidiyan belav nebe, ew ê bi kota neçin hilbijartinê.
Mijarek din a girîng ya civînê vegera penaberên êzidî ya ji bo Şengalê bû. Di civînê de bang li penaberên êzidî yên di nava wargehan de hate kirin da ku vegerin ser axa xwe ya pîroz û hat gotin ku civaka êzidî dikare li Şengalê bi azad bijî û bibe xwedî îrade. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar