Navenda Nûçeyan |
Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi fermandarê Koalîsyona Navneteweyî yê li Sûriyeyê û Iraqê general Paul Calvert û fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê general Kenneth Mackenzie re civîya. Têkidarî hevdîtinê Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Ez bi hevdîtina Mackenzie û Calvert kêfxweş bûm ku me astengiyên ewlekariyê û aborî nîqaş kirin. Her wiha me nameyên hebûna domdar a hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û kedên ji bo parastina herêmê û mîsogerkirina ewlekariyê, girtin.”