Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Piştî çalakiya HPG’ê Balafirgeha Leşkerî ya Amedê bi hinceta tamîrê tê girtin

Baregeha Jet a 8’emîn a Fermandariya Hêzên Ezmanî ya Amedê piştî çalakiyên hewayî yên gerîlayan, bi hinceta xebatên tamîrkirinê, heya mehekê ji bo firînê tê girtin

Şeva 19’ê gulanê, li dijî Baregeha Jet a 8’emîn a Fermandariya Hêzên Ezmanî ya Balafirgeha Leşkerî ya Amedê, ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed ve du çalakiyên serkeftî pêk hatibûn. Piştî Amedî, li Êlih û Şirnexê jî bi heman rengî çalakî pêk hatibûn. Dengvedana çalakiyên hewayî yên gerîlayan hê jî didome.

Rayedarên dewleta tirk piştî êrîşa hewayî ya gerîlayan, dest nîşankiribûn ku ‘di balafirgehê de tu texrîbat çênebûye,’ lê berevajî van daxuyaniyên rayedaran, hatibû diyarkirin ku di pîsta navendî ya Balafirgeha Amedê de çalek mezin vebûye.

Walîtiya Amedê, îro daxuyaniyek nivîskî da û got ku pîsta navendî ya Baregeha Jet a 8’emîn a Fermandariya Hêzên Esmanî/Balafirgeha Amedê ya ji ber firînên zêde yên sivîl û leşkerî xirab bûye, ji bo tamîrkirinê, dê di 24’ê gulanê de ji firînê re bê girtin. Walîtiyê da zanîn ku wê xebatên tamîrkirinê di nava 30 rojan de, bi dawî bibe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar