Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Avaşîn û Metînayê 9 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Avaşîn û Metîna pêk anîn de 9 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser berxwdana gerîla û êrîşên artêşa tirk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê ev agahî da:

“Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan wiha ne;
21’ê gulanê saet 08:00’an li dijî dagirkerên li Girê Koonferans ê Herêma Avaşîn çalakiyeke ya veşartî hatiye kirin. Demek dirêj bi veşarî ketine nava dagirkerên gir, li bejahiyê yekîneyek ya dagirkeran hatiye ferqkirin. Li vê yekîneyê hatiye dayîn û bi qasî hate zelalkirin dagirkerek hatiye kuşti. Hemwext li dagirkerên li li çeperan bûn hatiye xistin. Piştî çalakiyê û şûnde tevgera dronan zêde bûye.

21’ê gulanê saet 12:00 gerîlayan ji du baskan ve bi awayekî kordîneyî li dagirkerên li Girê Konferans a li herêma Avaşîn çalakiyek kirin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi roketan li çepera ku 4 dagirker lê bûn kirin hedef û lêdan, li vir 4 dagirker hatin cezakirin, çeper bi temamî hate rûxandin. 2 dagikerên din ên li çeperek din jî hatin hedefkirin û lêdan, li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin û çeper hate rûxandin. Baskê duyemîn jî, li çeperên din dan û derb li çeperan dan.

21’ê gulanê li dijî dagirkerên li Dola Konferansê ya girêdayî Avaşîn çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Li vir dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran çeperên şer û devera Dola Konferansê bombe kirin, qedemeyek paşve vekişiyan.
21’ê gulanê saet 14:30’î dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr a Zapê bi çekên giran hatiye hedefkirin û lêdan.

22’yê gulanê saet 11:00’an bi çekên giran li dagirkerên li Mamreşo ya Avaşîn hatine hedefkirin û çalakiyek hatiye kirin.

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Cenga Xabûrê de wiha ne;
20’ê gulanê dema dagirkerên li Boxaza Orê ya herêma Metînayê ketin tevgerê bi taktîka sabotajê çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar bûne nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê û şûnde dagirkeran gireke ku girtibûn berdan û vekişiyan.

20’ê gulanê saet 19:30’î li dijî dagirkerên li Girê Azad a herêma Metînayê çalakiyeke ya sekvaniyê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.
Êrîşên artêşa tirk a bi helîkopter û balafirên şer a li ser Herêmên Parastina Medyayê didomin.

Kitekitên êrîşan wisa ne;
Di 21’ê gulanê de saet di 12.15 û 13.00’an de bejahiya gundê Sêdarê ya qada Meyrokê ya Garê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye.
Di 21’ê gulanê de saet di 13.20, 14.15 û di 22’ê gulanê de saet di 08.55 û 10.10’an de Girê Zendûra ya herêma Metînayê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
Di 21’ê gulanê de saet di 21.25 û 22.30’an de, di 22’ê gulanê de saet di navbera 01.10 û 02.30’an de helîkopterên Skorsky leşker anîne qedên Mam Reşo, Mervanos û Şûkê ya Avaşînê.

Di 21’ê gulanê de saet di navbera 21.00 û 23.00’an de helîkopterên êrîşê li qadên Herfa T û Qela Bedewê ya Zapê dane û bi helîkopterên Skorsky leşker anîne qadê.
Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar